* Şopên Hurrî, Hîtît, Roma, Bîzans û Osmaniyan ên li ser axa Efrînê xuya dibin, nîşan dide ku şaristaniyên dewletî her sendemê êrîşî vê axê kirine. Lê di milê civakîbûnê de bawerî, rituel, sembol, çîrok û teknîkên neolitik nîşan didin ku Efrînê tevî hemû êrîşan cewherê xwe parastiye û heta îro hatiye.
* Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku pêkanîn keyfî yên li girtîgehan, hejmara li ser piyan û cezayên dîsîplînê gihane asta herî jor û wiha got: “Ev pêkanîn dibe ku bibe amûra tundiyê ya li ser girtiyan.”
* Jinên bi berxwedana 12 rojan çêkirina bîrên JES'ê yên li taxa Uzundereya Karabaglarê dan rawestandin, diyar kirin ku heta fikrên wan negirin dê li herêmê bizmar jî neyê lêdan û ev tişt gotin: "Ya rast têkoşîn nû dest pê dike."
* Akademîsyenên ji peywirê hatin îxrackirin bi projeyek nû re dixwazin di bin banê TÎHV'ê de xebatê bikin û binpêkirinên mafan dexin holê. Prof. Dr. Ferîde Aksu Tanik behsa projeyê kir û ev tişt got: "Em ne wekî kesên mexdûr, xwe di nava têkoşînê de hîs dikin."
* Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu ji bo mirov nemirin li ser medyaya civakî daxwaza aştiyê kir, 2 sal û nîv ceza danê. Gergerlîoglu wiha got: "Cezayê ku dane, diyar e berê biryar hatiye girtin û ne hiqûqî ye. Ev biryareke siyasî ye. Em ê tawîzan nedin"
* Ji ber aciziya nûçeyên der barê Efrînê de, rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê nadin girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê.
* Hîndekar Gulîzar Işikça ji ber ku aştî parast hat îxrackirin. Işikça ev tişt anî ziman: "Sedî 70-80'yî gelê Hatayê li dijî şer e. Lê bi zorê al li dikanan belav kirin, bi zextên mezin gel dikin alîgirê şer."
* Dr. Ozlem Belçîn Galîp a li Zanîngeha Oxfordê peywirdar e, bi bîr xist ku Îngîltereyê piştgirî daye operasyona Efrînê û ev tişt got: "Têkiliyên xwe di çarçoveya berjewendiyên fînansî de diparêzin. Di pêvajoya ku ji YE'yê derket de, dê Îngiltere bala xwe bi hêsanî nede ser kurdan. Lê gelê îngîlîzî hez ji kurdan dike."
* Yaşam Tv. ji ber di bernameya "Govend Show" de bi kurdî axivîn û stranên strin rastî cezayê RTUK'ê hat. RTUK'ê stran wekî "birdozî" nirxand û 13 hezar TL ceza birî û 5 beşên bernameyên jî qedexe kir.
* Jinên Şirnexê diyar kirin ku ew ê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kekdar ên Cîhanê de li qadan bin û ev tişt gotin: "Li dijî faşîzmê an azadî an azadî."
* Der barê 16 ji wan girtî 21 rêveberên HDP û DBP'ê de 210 sal ceza tê xwestin. Dozger da zanîn ku di akademiya siyasetê ya HDP'ê de perwerde hatiye dayîn, ji bo nîqaşên civaka xwezayî ya di Akademiya Siyasetê ya DBP'ê de hatine kirin jî pênaseya "birdoziya rêxistinî" hat kirin.
* Însiyatîfa Piştgiriya Girtîgehan, ji bo balê bikişîne ser pêkanîna cilên yek tîp dê li navçeyên avahiyên HDP'ê yên Zeytînburnu û Sultanbeyliyê civînan pêk bîne. (13.00)
* Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê Serdema 8'emîn a 2'yemîn Civîna Meclisa Giştî li Otela Hîll a Taksîmê pêk bîne. (14.00)
* Platforma Edalet û Maf, dê bi beşdariya partiyên siyasî li Otela Hîll a Taksîmê bi sernavê "Tirkiye li kevneşopiya xwe ya siyasî digere" panelê li dar bixe. (15.00)
* Sendikaya Dev Yapi Îşê, dê bi karkeran re li Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sena Stenbolê piştî fîlmê "Babamin Kanatlari" (Baskên Bavê Min), dê der barê cinayetên kar de forumê li dar bixe. (15.00)