ENQERE - Însiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş di hefteya 184'an de bal kişand ser rewşa nexweşê Koronera dil Abdulvehap Kavak û aşkera kir ku Kavak nikare bi tena serê xwe avê vexwe.
Însiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 184'an de li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê xwest daxuyanî bide. Lê polîs wekî her carê biryara Waliyê Enqereyê hincet nîşan dan û îdia kirin ku ji ber rewşa OHAL'ê, divê li derve na, li hundurê avahiyê daxuyanî bidin. Piştî endamên însiyatîfê demekê bi polîsan re hevdîtin kirin, ji neçarî derbasî avahiyê bûn û li wir daxuyanî dan. Di çalakiya vê hefteyê de rewşa Abdulvehap Kavak ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dimîne, hat pirsin.
'NEXWEŞÊ KORONER Ê DIL E'
Endama Komîsyona Girtîgehan Nuray Çevîrmen daxuyanî xwend û aşkera kir ku Abdulvehap Kavak nexweşê Koroner ê dil e û ev tişt got: "Di 5 rehên dil ên Kavak de 5 cih xitimî ne. Di rehekê de stend, di 2 rehan de sedî 20 û sedî 30 xitimî ye. Di qirika Kavak de 12 mm toksît heye û ev wekî nodul tê pênasekirin. Nodula Kavan di sala 2010'an de tespît bûye, di sala 2017'an de bi rasthatî hîn bû. Rewşa xwe ji bijîşkê cerrahê re vegot û ultrasyon kişandine, biryara emelyatê hatiye girtin. Ji ber ku haya wî ji emelyatê tune, derbanê ku xwînê avî dikin vexwariye. Dema ji bo emelyatê bangî wî dikin, kardiyolog destûrê nade bê emelyatkirin û dîsa şadine girtîgehê."
Çevîrmen da zanîn ku di pişt û stuyê Kavak de fitiq heye û ji ber wê piyên wî ditevize û wiha got: "Divê 6 mehan carekê biçe tedawiyê, lê 2 salan de tedawiya wî nakin." Çevîrmen da zanîn ku Kavak bi tena serê xwe nikare avê vexwe û xwest demildest serbest bê berdan.