Buldan bi Dayikên Şemiyê re dest bi karê nû kir: Ez di destpêka çîroka xwe de me

  • rojane
  • 15:50 24 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP Pervin Buldan, piştî hat hilbijartin, bi tevlêbûna çalakiya Dayikên Şemiyê ya di hefteya 674’an de li Qada Galatasarayê berdewam kir dest bi peywira xwe ya nû kir. Buldan di çalakiyê de got: “Ev qad cihê çîroka min lê dest pê kiriye ye." 

Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 674’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne?" vekirin û qurnefilên sor û çarikên sipî danin ser pankartê. Dîsa wêneyên windayan rakirin. 
Di çalakiya vê hefteyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û Wekîla Seroka Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu, parlamenter Mithat Sancar, Parlamentera CHP'ê Zeynep Altiok û Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu jî tev li çalakiyê bû. 
 
Di çalakiyê de dayika Cemîl Kirbayir Berfo Kirbayir a di 21'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da û Kiraz Şahin a di 27'e Sibatê de jiyana xwe ji dest da hat bibîr anîn. Dîsa aqûbeta Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995’an de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn. Birayê Cemil Kırbayır Mikail Kirbayir , diyar kir ku 5'emîn salvegera dayika wî ye û wiha got: "Gora Cemil ku me li cem gora dayika min  vekiriye hêj vekiriye. Dayê me efo bike me îsal jî Cemil nedît û me neanî li cem te defin nekir." 
 
Dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz jî bal kişand ser têkoşîna Kirbayir a edaletê û wiha got: "Gora Mûrat li ku ye ji min re bêjin. Ez 23 salin li kurê xwe digerim. Em êdî hesreta hestiyên wan in. Em bûn qêrîn, em bûn çîrok û roman. Dinya Alemê bihîst lê hikûmetê ne bihîst. Heta ev yek çareser nebe aştî û demokrasî nayê."
 
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan "Diyar kir ku piştî wekî Hevseroka partiyê hat hilbijartin karê xwe yê yekem li vê qadê dest pê dike û wiha got: "Ev qad cihê ku çîroka min  lê dest pê kiriye ye. Em li vê qadê bi hevre giriyan. Em bi hevre li windayan geriyan. Lêgerîna me ya heq  û hiqûqê dê dîsa berdewam bike. Em nikarin êşa dayikên ku 23 salin li vir li zarokên xwe digerin û êşa dayikên di şer de zarokên xwe winda kirine ji hev cuda bikin. Yên bang li şer dikin ji bo ku êşa şer zanibin bila werin li vê qadê ji dayikan bipirsin. Li vî welatî tu mirov nikarin mirinê tehalum bikin. Ev welat kirin welatê ku dayikên li ser darbestê zarokên xwe digirin. Roj dê bê dayikên zarokên xwe winda kirine û dayikên leşkeran dê milê xwe bidin hev. Em dê li dijî şer mil bidin hev û bi hevre têkoşîna xwe jibo aştiyê berdewamlbikin. 
 
EM DÊ JI BO AŞTIYEK MAYINDE BIMEŞIN
 
Parlamentera CHP'ê Zeynep Altiok jî diyar kir ku Dayikên şemiyê li qada Galatasarayê bi salan in têkoşîna xwe berdewam dikin û heviyên xwe winda nekirine. Altiok, anî ziman ku ji bo aştiyek mayinde dê têkoşîn û meşa xwe berdewam bikin. 
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî jî anî ziman ku ne tenê Murat Yildiz 23 sal berê winda bû û wiha got: "Tevî wî dosya wî jî winda kirin. Em wekî hiqûqparêzan em dê heat dawî li cem Dayikên Şemiyê têkoşîna edaletê berdewam bikin." 
 
Vê hefteyê daxuyaniya Şemiyê Mukaddes Şamiloglu parve kir û wiha got: “Rexne, daxwaz û parvekirina mafê ye yê hiqûqî û zagonî ye. Li gorî hiqûq û zagonên navneweyî ev mafê me hatiye parastin. Em astengiyên li ser vêyekê red dikin. Murat Yildiz di Sala 1975'an de li Îzmirê ji dayik bû. Piştî li cafeyekê niqaş derket polîs li wî geriyan. Polîsan li şûna wî dayika wî Hanife Yildiz birin qereqolê. Polisan diyar kir ku Murat teslîm bibe dê îfade bide û bê berdan. Di 23'ê Sibata 1995'an de Hanife Yildiz û parêzerê xwe, Murat li Şaxa Asayişê ya Bornova ya Ozkanlar a Îzmirê teslîmî komser Komiser Ramazan Kaya kirin. Pişti 3 roj şûnde Murat nehatin berdan, Hanife Yildiz, çû Şaxa Asayişa Ozkanlar a Bornovayê. Lê tu encam bi dest nexist. Piştre rayedaran diyar kirin ku Murat şandine Stenbolê, lê Murat xwe avêtiye bahrê û reviya ye. 
 
‘DOSYE HAT WINDAKIRIN'
 
Şamîloglû diyar kir ku Hanîfe Yildiz serî li serdozgeriyên komarê yên Bornova û Gebzeyê jî daye û got: "Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 2'yan a Gebzeyê, piştî 5 salan beynên polîsên ku gotin Mûrat Yildiz xwe ji ferîbotê avêtiye esas girt û tenê 1.18 quriş cezayê pereyî li polîsan birî. Heman dadgeh di sala 2007'an de biryar da ku doz ji holê bê rakirin." 
 
Şamîloglû destnîşan kir ku Parêzera ÎHD'ê Gulseren Yolerî, di sala 2015'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê da û xwest dîsa doz bê vekirin, lê belê vê carê jî derket holê ku li Edliyeya Gebzeyê dosye winda bûye. Şamîloglû got dozgeriyê ji dêvla lêpirsîneke çalak "biryara gaîbiyê" daye û li ser îtiraza Yoleriyê di 22'yê Sibata 2018'an de biryara gaîbtiyê hatiye redkirin. 
 
Şamîloglû, diyar kir ku Dozgeriya Beyoglûyê der barê dayik Hanîfe Yildiz de ji ber axaftineke wê ya li Qada Galatasarayê lêpêrsîn vekiriye û got: "Meqamên edlî yên windakirina di bin çavan de ya ciwanekî 19 salî sûc nabînin, lê di îsyana dayikeke ku 23 salin li kurê xwe digere li sûc digerin. Ji bo zarokê xwe bibîne Hanîfe Yildiz tê Galatasarayê û ji ber axaftinên wê yên li vê qadê, ji malê tê girtin û ji bo îfadeyê wê dibin." Şamîloglû destnîşan kir ku Qada Galatasarayê "Qada Heqîqetê" ye û got: "Êdî bes e! Bila aqûbeta Mûrat Yildiz bê aşkerekirin! Bila di dosyeya Mûrat Yildiz de edalet rû bide." 
 
BÛLDAN: EZ Ê TEVÎ DAYIKAN TIM LI VÊ QADÊ BIM 
 
Piştî çalakiyê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ji ajansa me re axivî û ji bo Qada Galatasarayê û Dayikên Şemiyê ev tişt gotin: 
 
“Ji bo min cihekî girîng e. Ez vê derê wekî qada têkoşînê dibînim. Divê wekî rastiyeke Tirkiyeyê bê dîtin. Îro li Tirkiyeyê hema bêje her roj mirov dimirin, her roj mirov êşan dikişînin. Di serdemeke wisa de ne pêkane ku mirov rabirdûyê lêpirsîn neke. Tam 23 salan me li vê qadê ji bo mirov nemirin bang kir. Em li windahiyên xwe geriyan. Me xwest kiryarên mirovên me yên bi awayekî kriyar nediyar hatin windakirin bên darizandin. Lê belê ev yek pêk nehat. Bi ser de jî em her roj dibin şahidê êşên nû. 
 
Ji ber vê ev qad, qada me ya lêgerîna li mafên xwe ye. Ev qad qada me ya lêgerîna li edaletê ye. Divê peyamên me yên li vir, bangên me yên li vir ji aliyê hikûmeta AKP'ê, îktîdara siyasî ve baş bên xwendin. Ez ê di peywira xwe ya nû de jî, li vê qadê li gel van dayikan bim. Heta encam neyê girtin em ê li vir bin û bitêkoşin." 

Sernavên din

27/02/2018
09:07 Cerdevanê ajokar ê dolmîşê rêwî îxbar kirin
09:06 'Can di 12'ê Îlonê de bêdeng nebû, niha jî bêdeng nabe'
09:06 Gel û esnafan bêzar kirine, şaredarî di bin deyn de hiştin
09:05 Li Efrînê li berxwedanê qelibîn!
09:04 Bazirganên sînor: Li deriyê sînor zordariyê li me dikin
09:03 Jinên Efrînê îro berxwedana Mîna Qazî dewam dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2018'AN
26/02/2018
23:56 Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Konca binçav kirin
23:14 Polîsê dema dizî kir ket ber kamerayê: Ji ber nexweşiyê bû...
20:33 8 sal û 6 meh ceza li Rojnameger Dogru birîn
20:21 Li Îzmirê 2 karkerên înşatê li Erdexanê 3 HDP'î hatin girtin
18:04 Li Îdirê rûpoş xistin serê 2 HDP'iyan û revandin
17:37 De Salih Muslim sibê derxin dadgehê
17:25 Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê li Mabeta meşiyan
17:06 Dê danişînek din Demîrtaş bînin dadgehê
16:24 Kurdan li Atînayê binçavkirina Muslim şermezar kir
15:52 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn
15:36 Jinan li Amed û Enqere bernameya 8'ê Adarê aşkere kir
14:54 Agirbest di roja duyan deye: Li Cindirêsê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:22 Di rapora Aladag de skandal: Agir wekî 'Qezaya kar' hîndekar wekî 'nêvan' nîşan dan
14:21 Li şaredariya MHP'î 'Çerxa Şoreşê' hat lêxistin!
13:57 Gutters ji bo agirbestê bang kir
13:48 Îdîaya dest danîn ser tifingên cerdevanên derketin nêçîrê
13:26 Dilşat Aktaş û yên pêre di greva bîrçûbûnê dene: Xwê û şekir nadin
13:03 Dozger ji bo Salîh Muslîm biryara girtinê derxist
13:02 Li Cilawûzê çopê davêjin rûbar
12:53 Kalê 85 salî: Hûn nikarin têkevin Efrînê
12:53 Suleyman Soylûyê digot 'Ez ê PKK'ê biqedînim' qediya
12:35 Girtiyê nexweş Baymiş jiyana xwe ji dest da
12:35 Midûrê Girtîgehê: Ez ê vir bikim wek Efrînê
12:04 ‘Fedakar her şevê tê xewna min û dibêje dayê min ji vir derxîne’
11:59 Dr. Yilmaz: Hêzên navnetewî li dijî kurdan di nav lihevkirinê de ne
11:36 Wê Erdogan 20 roj şûn de were, lê ji niha ve dest bi amadekariyan kirin
11:31 Danişîna Aladagê dest pê kir: Ew dozger û dadger çiqas bi aramî radizên?
11:30 ‘Ji sedî 40'ê darên zeytûnan zirar dîtin, ji sedî 25'ê heywanan hatin dizîn'
11:26 Gardiyenan girtiyên sewqî Akhîsarê kirin derp kirin
10:57 Kurd: Piştî biryara NY’yê Tirkiye êrîşên xwe zêde kir
10:56 Bîngol ê cenazeyê keça xwe girt: Divê malbat israr bikin
10:55 ‘Têkoşîna min bi daxwaza aştiyê ya li dijî şer dest pê kir’
10:44 ‘Li girtîgehan hewldanên girtiya bixin sîxur zêde dibe'
10:29 Ji ber şer saziyên fermî nikarin heqê kirêyên xwe bidin, proje tên betalkirin
10:17 Prof. Dr. Yegen: Tirkiye naxwaze kurd bibin xwedî statû
10:16 'Ma bombeyên we yên bi aqil ên li sivîlan nakevin hene?’
09:53 Qeyûm nake, jinên li Sûrê bi xwe dikin
09:37 Baymîş ê di girtîgehê de nehat dermankirin, bi mirinê re rû bi rû ye
09:37 12 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:36 Beştaş: Dê rê li pêş hîleyên hilbijartinê re vekin'
09:34 Civaknas Bariş: Ev wêne îstismara zarokan jî derbas dike
09:33 Li vir wekhevî û yekitiya jinan heye
09:31 'Ji Brezîlyayê bi keştiyên zilmê û nexweşiyê tînin Tirkiyeyê'
09:31 Akgun: Erdogan di 3'ê mijaran de polîtîkaya alman dîl girtiye
09:30 'Zagonên li dijî mafê mirovan îstîsmarê asteng nakin'
09:29 Stenbol ji 8'ê Adarê re amade ye: Em ji bo azadiyê li berxwe didin
09:28 Dayikên Şemiyê: Yên îlegal kesên xizmên me winda kirinî ne
09:27 Ocalan: Xwebûna jinê tişta herî bi qedîm e
09:26 Pere nebe pirtûkan jî nadin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2018'AN
25/02/2018
18:35 PYD'ê bang li Çekyayê kir: Demil dest Salih Muslim serbest berdin
18:02 Li ser tecrîd û yek tîpê axivîn
16:34 Bîrlîk: Êrîş li ser keda sedsalan a gelane
16:21 Hamzaoglu: Em ê bi hevre tariyê ronî bikin
14:24 Pirtûka Adnan Oktar li ber deriyên kurdan danîn
13:56 Cenazeyeke din ê ji Gorîstana Xerzanê derxistin, teslîmê malbarê kirin
13:15 Malbat û xizmên Komkujiya Garê hatin gel hev
12:57 YPG‘ê bersîv da biryara agirbestê
12:26 Salih Muslim, li Çekya hat binçavkirin
12:04 Li Kerkukê êrîşa xwekujî
11:40 Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriyeyê Caferî: Divê Efrîn jî bikeve çarçoveyê agirbestê
11:39 Nivîskar Bayramoglu, di îtîaqa dij-kurd de rola medya taybet e
10:45 ‘Bi şev û roj îşkence’
10:44 Berrîn Sonmez: Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan divê îro jî li ber xwe bidin
10:10 Koka nefreta li dijî bedena jinê heya nêçîra pîrebokan diçe
09:34 Ji akademiya HDP’ê ya tuneyî 210 sal ceza dixwazin
09:33 Jinên Şirnexê : An azadî an azadî
09:32 RTUK'ê ji ber strana kurdî ceza barand
09:32 Galîp: Gelê îngîlîzî alîgirê kurdan, hikumet alîgirê Tirkiyeyê ye
09:31 'Bi zextan gel dikin alîgirê şer'
09:30 Nûçeyên der barê Efrînê de ewlehiya saziyê dixe xeterê!
09:30 Gergerlîoglu: em tawîzan nedin
09:29 Akademîsyen: Em ne mexdûr in, xwe di nava têkoşînê de hîs dikin
09:28 Jinên JES rawestandin: Fikrê me negirin dê bizmar jî lê nedin
09:27 Parêzer Bek: Hejmara li ser piyan dibe ku bibe amûra tundiyê
09:26 Bi merçeka Jineolojî Efrin (5)
‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye'
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2018'AN
24/02/2018
19:59 'Kavak bi tena serê xwe avê nikare vexwe'
16:41 Kerestecîoglu: Desthilatdarî welat bi tundî û êrîşan bi rêve dibe
16:19 Rewşa girtî Devrîm Ayik xerabtir dibe û rakirin nexweşxaneyê
16:18 Bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Nûrcan Bakir
16:17 Jin dê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin
15:50 Buldan bi Dayikên Şemiyê re dest bi karê nû kir: Ez di destpêka çîroka xwe de me
15:49 Ji bo taziye pêk neyên deriyê mizgeftê qefle kirin
15:39 Elewiyên ereb 21’ê Sibatê pîroz kirin
15:39 Dê di 1'ê Adarê de haya Girtîgeha Sîlîvrê bimeşin
15:22 Li Efrînê bi deh hezaran kes dibêjin 'Em li vir in'
15:17 ‘Şûrê OHAL’ê li dijî jin û mûxalifan bikar tînin’
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn