EFRÎN - Di bombebarana hewanê ya li dijî Efrînê de, yek jê zarok 4 sivîl birîndar bûn.
Êrîşên bombebaranê yên TSK û komên hevkarên wê yên li ser Efrînê berdewam dikin. Li gundên Bedîna Mihemed Sîdo Yusîf, li gundê Meryeminê Omer Sahîd ên navçeya Cindirêsê, li gundê Ereba ya navçeya Mabeta jî Fayîk Cafer û Durşata Mihdemed Alî di bombebaranê de birîndar bûn.
Balafirên şer ên TSK’ê jî bi dijwarî di navbera gundên Hecîler û Hamîlkê bombebaran dikin.