AGIRÎ - Hat hînbûn ku ji bo rojê bi beramberiya 300 lîreyî li Efrînê şer bikin, ji Agiriyê 33 cerdevan ji bo perwerdehiya şerê li Efrînê birina Alaya Cendirmeyan a Kirkagaça Manîsayê.
Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku artêşa mezin a duyemîn a NATO'yê ye û OSO'yê yên li dijî Efrînê di roja 36'an de ye. Tevî hemû êrîşên hewayî û bejahiyî jî encam nayên girtin û vê carê xwestin cerdevan jî tev li operasyonê bibin. Berê jî hin agahî derketibûn holê ku wê cerdevanan daxilî operasyonê bikin. Niha jî hat hînbûn ku ji bo şerê li Efrînê li Agiriyê 33 cerdevan şandine perwredehiyê.
Ji gundê Rewçî, Çiwrikê, Mendelîxa Jêr û Mendelixa Jor ên navçeya Xemûr a Agiriyê 33 cerdevan ji bo perwerdehiyê birin Alaya Perwerdehiyê ya Cendirmeyan a Kirkagaç a Manîsayê.
Li gor agahiyên ku xizmên cerdevanekî dan, wê rojê 300 lîreyî bidin cerdevanan û 15 roj berê her 33 cerdevan ji bo perwerdehiyê birine Manîsayê. Xizmê cerdevanan diyar kir ku ji bo neçin wan xizmên xwe hişyar kirine, lê belê gotine zext li wan tên kirin û ji ber vê ew diçin. Her wiha heman kes got ku hin cerdevan jî ji bo pereyan çûne Efrînê.