Buldan: Tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeyê rizgar bike

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku Tirkiye bi krîzek mezin re rû bi rû ye û ber bi zinar (întîharê) ve tê dahfdan. Buldan, destnîşan kir ku rêya çareseriyê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeya ser lêva zinar rizgar bike. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 11'ê Sibatê de bi tevlêbûna zêdetirî 30 hezar kesan 3'emîn Kongreya Asayî pêk anîn. Di kongreyê de Pervin Buldan û Sezai Temellî Hevserokên Giştî yên HDP'ê hatin hilbijartin. Piştî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan hat hilbijartin der barê polîtîkayên Tirkiye, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Efrîn û xeta ku HDP daye pêş xwe nirxandinên girîng ji Ajansa Mezopotamya (MA) re kir. 
 
Buldan, ewil qala tevlêbûna xwe ya siyasetê kir û diyar kir ku ew bi aweyekî xwezayî ket nava siyasetê. Buldan, anî ziman ku di salên 1990'an de li dijî kurdan û kesên muxalif serdema “faîlên nediyar" hebû û wiha got: "Ji wê serdemê min jî para xwe girt. Min hevserê xwe (Savaş Buldan) di sala1994'an bi kuştinek faîl nediyar winda kir. Piştî wê min bawer kir ku li Tirkiye şereki qirêj heye. Piştî wê bi awayekî xwezayî tev li siyasetê bûm. Ji bo trajediya hatiye serê min neyê serê kesên d8in min jî di nava Dayikên Şemiyê de cihê xwe girt. Ji bo ku em hemû malbatên zarokên xwe winda kirine bînin cem hev em ketin nava hewldanan. Me Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe winda kirine ava kir û min serokatiya komeleyê kir. Komele piştî OHAL'ê hat girtin. Le têkoşîna komeleyê didome." 
 
Buldan, anî ziman ku partiyê ew weke xizmên girtiyan li Îdirê kir namzeta parlamenteriyê û li wir hat hilbijartin û wiha got: "Ez wekî parlamentera Îdirê hatim hilbijartin û piştre bûm endama Heyeta Îmraliyê. Min şoreşa mezin di nava malê de pêş xist. Li cihekî wekî Gevera Colemêrgê ku giraniya Eşîra Oramarê xwe nîşan dida û jin di plana duyemîn de bû, mafê jinê zêde tune bû. Dema min di nava dayikên Şemiyê de cih girt jî her dem mêr wekî kesê parazvanê jinê li tenişta min sekinî.  Dema ez tev li siyasetê bûm, têkoşina azadiya jinê zêde dihat niqaşkirin. Jin ji bo di qada siyasî, civakî, çandi û her qadê jiyanê de bibin xwedî maf li kolanan bû. Di serdema ku şer her der xera dikir de gotin 'Em şer naxwazin' Ev ji bo min pir girîng bû. Ji ber ku şer herî zêde jin û zarokan mexdûr dike. Piştî min hevserê xwe winda kir, min têkoşîna wî berdewam kir." 
 
'EZ LI GRAVA ÎMRALIYÊ BÊTIR BI HÊZ BÛM' 
 
Buldan, li ser 3 salên xwe yên çûna Îmraliyê û bandora hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser wê kiriye ye ji axivî û wiha got: "Serdema 3 salên Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re ji bo min pir taybet e. Di jiyana min de xwedî cihekî taybet e. Min gelek tişt li Grava Îmraliyê dît. Ez li Grava Îmraliyê bêtir bi hêz bûm. Ji ber ku di hevdîtina bi Birêz Ocalan de, hem der barê min de û hem der barê tevahiya jinan de nirxandinên gelek muhîm hene. Jiyana min şiband jiyana Nefertitî. Ev gelek watedar e. Çawa ku ez ji Grava Îmraliyê vegeriyam min li ser jiyana Nefertitî lêkolîn kir. Nefertîtî bi azma têkoşînê pir serkeftî ye û gihiştiye serkeftinê.  Birêz Ocalan hem ji bo pirsgirêkên jinên li Tirkiye û hem jî ji bo jinên cîhanê serê xwe êşandiye û li ser pirsgirêkên wan li çareseriyê geriya ye. Ji bo vê yekê têkoşînek mezin dide. Di hevdîtinên bi Ocalan de rojeva ewil mijara qirkirina jinê bû. Di hemû hevdîtinên bi Birêz Ocalan de min hêz û moral girt. Ez bêtir xurt û bi hêz bûm. Min hewl da vê yekê têxim pratîkê." 
 
Rîvayetek heye dibêjin 'Dema hûn çûn cihekî ji bo hûn dîsa biçin wir tiştekî li pey xwe bihêlin.' Her ku em diçûn Îmraliyê me mendila di destê xwe de davêt deryayê. Piştî 5'e Nîsana 2015'an careke din bi Birêz Ocalan re hevditin nehat kirin. Ji bo min yekem hevdîtina bi Birêz Oclana re pir girîng bû. Min tenê di televîzyonê de dîtibû. Dema min dît porê wî spî bûbû û hinek kilo girtibû. Yekem car me destê xwe da hev. Dema me ji wî qetiyan min tiştek ji wî xwest. Wî jî nîşeyek bi nivîsa destê xwe û pênûsa xwe da min. Ev ji bo min pir watedar e. Dema ez jî çûm min pênûsek ji wî re biribû. Ji ber vê yekê pûnûsek min li cem birêz Ocalan û pênûsek Ocalan li cem min heye. Ev ji bo min pêvajoyek nayê ji bîr kirin. 
 
BIRÊZ OCALAN DÊ DI HEVDÎTINEK DIN DE BANG LI PKK'Ê KIRIBA  KU ÇEKAN BERDIN
 
Buldan, li ser hevdîtina herî dawî ya 5'ê Nîsanê jî rawestiya û wiha got: "Di 3 salên hevdîtin û diyalogê de Ocalan xwest hevdîtin li gorî zagonan bên kirin. Birêz Ocalan diyar kir ku ger ev hevdîtin li gorî zagonan pêk bên dê mayinde bibin û xizmeta çareseriyê bikin. Di hevdîtina herî dawî de Birêz Ocalan got 'Her di hevdîtinek din de çavê sêyemîn ango heyeta muzakereyan neyê, dê pêvajo berdewam neke' Lê piştî wê hevdîtinê ne destûr dan ku heyeta çavê sêyemîn biçin Îmraliyê û ne destûr dan ku em biçin. Destûr nedan parêzer jî biçin bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de gotibû “Ez dê di civînek din de bang li PKK'ê bikim." Gotibû ji bo PKK li dijî Tirkiye çekan dîne dê bang bike ku kongreyê pêk bîne. Rayedarên dewletê vê yek baş zanin. Rayedarên dewletê ev yek xistine bin qeydan. Ger ku çavê sêyemîn ango heyeta çareseriyê piştî 5'ê Nîsanê çûbûna Îmraliyê, de îro rewşa Tirkiye ne wisa bûya. Mixabin ev pêvajo ji ahiyê hikumetê ve hat asteng kirin." 
 
PIŞTÎ ÇÛYINA ÎMRALIYÊ ASTENG KIRIN PERGALA DARBEYÊ KET MERITEYTÊ
 
Buldan, li ser asteng kirina çûna heyetê jî rawestiya û wiha berdewam kier: "Birêz Ocalan got 'Ger çûyîna heyetê bê astengkirin, dê li Tirkiye krîzek din derkeve holê. Yek ji van krîzan mekanik û pergala darbeyê ye. Hêzên ku naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibin, piştî ev pêvajo bi dawî bibe, tê têkevin nava tevgerê.' Piştî çûyîna gravê hat asteng kirin, tecrîda li ser Birêz Ocalan girantir kirin û niha didome. Pişti vê yekê mekanika darbeyê xistin meriyetê. Ocalan dema behsa demokratikbûnê kir, ne tenê demokratîkbûna Tirkiye kir. Behsa demokratîkbûna hemû Rojhilata Navîn kir. Niha ne tenê şer, di heman demê de krîza aborî, çandî û civakî jî heye. Ev krîz Tirkiye dibe ser lêva zinar. Ger ku tecrîd neyê rakirin û diyalog dest pê neke, dê kaos mezin bibe û Tirkiye ji zinar bavêjin xwarê. Ji ber vê yekê divê bi lez tecrîd bê rakirin û bi Birêz Ocalan re ji nûve hevdîtin û muzakere bên destpêkirin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye, sûda Birêz Ocalan gelek zêde ye." 
 
JI BO DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYE 28'Ê SIBATÊ HAT DIYARKIRIN
 
Buldan, bal kişand ser Mutabakata Dolmabahçe û wiha got:  "Dîroka Mutabakata Dolmabahçe bi zanebûn 28'ê Sibatê hat diyarkirin. Ji ber ku ev dirok li Tirkiye dîroka darbeya li dijî demokrasiyê ye. Ji bo disa Tirkiye ber bi demokrasiyê ve biçe ev dîrok hat diyarkirin. Cih warê Serokwezîr bikar dianî. Li wir nûneren ku dewlet, hikûmet û birêz Ocalan temsîl dikirin hebûn. Bi pê protokolê ew pêvajoya darbeyê hat mahkumkirin. Lê piştre Mutabakata Dolmabahçe tune hesibandin. Wêne jî tune hesibandin. Wezîrê Karên Hundir yê di wî wêneyî de hebû tasfiye kirin. Endamê Heyeta Îmraliyê Balûken bi 18 salan ceza kirin. Ger ew mutabakat têketa meriyetê dê Tirkiye demokratik bûbûya. Lê Birêz Serokomar wê demê got “Ez Mutabakata Dolmabahçe nas nakim. Ez wî wêneyi nas nakim. Ez vê pêvajoyê dixim sarincê." û dawi li vê pêvajoyê anî. Bê guman ji ber ku ev pêvajo hat xerakirin Tirkiye zerareke mezin dît." 
 
TEVÊ HEMÛ ASTENGIYAN ME KONGRE BI TEVLÊBÛNEK MEZIN PÊK ANÎ
 
Buldan, bal kişand ser kongerya HDP'ê û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Tevî hemû binçavkirin, girtin û astengiyên li pêş partiya me, me kongre li salona mezin a Enqereyê bi tevlêbûnek mezin pêk anî. Mirov bi coşek mezin tev li kongreya HDP’ê bûn û li partiya xwe xwedî derketin. Mirovên me hemû astengiyên li pêş xwe rakirin û hatin. Em spasiyên xwe dikin. Ji bo me kongreyek dîrokîb û. Di serdema wekîl, şaredar û rêveberên partiya me hatin girtin de ev kongre pêk hat. Kesên hatin kongreyê berî her tiştî êrîşa li ser Efrinê şermezar kirin. Diyar kirin ku gelê Efrînê ne bi tenê ne. Dîsa dema behsa Ocalan hat kirin û wêneyê Ocalan hat nişandan, coşa girseyê derket asta herî jor. Ev nîşan dide ku mirov çiqas bi Birêz Ocalan ve girêdayî ye û bandora Birêz Ocalan li ser gel çiqas mezin e." 
 
'DIVÊ JIN LI HER DERÊ BI PIŞTEVANIYÎ TEV BIGERIN'
 
Bûldan, ji bo pergala hevserokatî û temsîliyeta wekheviyê ya di HDP'ê de jî diyar kir ku partiya ewil a wan e ku wan cih daye kotaya jinê ya ji sedî 40 û paşê wan ev kota zêdetir kiriye. Bûldan destnîşan kir ku divêtiyeke ku divê di hemû mekanîzmayên biryarê de jin hebin xwe daye der û wan bi vî awayî temsîliyeta wekheviyê û hevserokatiyê sepandiye. Her wiha Bûldan bi lêv kir ku tevî hemû êrîşên ku niha li hemberî vîn û destkeftiyên jinan pêk tên jî, wan kongreya xwe bi jinê zeximtir kiriye û got: "Li pêş me pêvajoya 8'ê Adarê heye. Wisa difikirim ku divê di vê Adarê de tevgerên jinan ên Tevgera Azadiya Kurd û tevgera Tirkiyeyê bi awayekî hevpar bitêkoşin. Divê jin li her derî bibin yek û bi piştevaniyî tev bigerin."  Bûldan diyar kir ku ew bawer dike ku wê têkoşîna hevpar a jinên Tirkiyeyê bersiva êrîşan bide û ew ê di 8'ê Adarê de hewl bidin ku tevî hûm jinan bên gel hev.
 
Bûldan balê kişand ser îstismarkirina zarokan ku di demên dawî de zêde bûne û polîtîkayên hikûmetê yên di vî warî de û got: "Her diçe îstismarkirina zarokan zêdetir dibe. Mesela tişta ku çend roj berê qewimî. Divê hemû Tirkiye bertek nîşanî vê yekê bide. A rastî ev wehşet e. Divê hikûmeta AKP'ê pêşnûmayên pêximker derxîne û berpêşî desteya giştî bike. Bi van qanûnan re dibe ku tevdîreke pêximker bê girtin. Qanûnên ku dê bên derxistin wê çi qasî bên sepandin nizanim. Qanûnên ku heta niha hatine derxistin ne qanûnên pêximker in." Bûldan got ew HDP'ê di vî warî de gelek pêşniyazname û pêşnûma berpêşî Meclîsê kirine, lê belê hemû jî bi dengên wekîlên îktîdarê hatine redkirin. Her wiha Bûldan got ku bi destê AKP'ê li dibsitanan, yûrdan, saziyan û bi destê Diyanetê pergaleke ku hatiye afirandin heye. Ji bo guherandina vê pergalê divê ew hemû bi hev re tev bigerin. 
 
Bûldan ji bo tifaqa AKP û MHP'ê ku der barê hilbijartinê de li hev kirin jî destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê tercîha xwe li hêla eniya netewperest bi kar aniye û bi vê tifaqa bi MHP'ê re dixwaze pergala "Serokatiyê" bisepîne an jî îktîdara xwe biparêze. Bûldan bi lêv kir ku wê tifaqeke bi vî rengî bi tu awayî bi kêr çareserkirina prisgirêkên gelên Tirkiyeyê neyê. 
 
'EM Ê BI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ RE TIFAQÊ ÇÊ BIKIN'
 
Bûldan pirsa ku "Ji bo hilbijartina 2019'an têkildarî tifaqê rojeveke partiya we jî heye yan na?" wiha bersivand: "Di serdema referandûmê de her kesî ji hêla xwe ve got 'Na' û 'Na'ya herkesî jî dihat wateyeke cuda. Ji bo serdema pêş heta niha biryareke me ya ku ji bo tifaqê hatibe girtin tune ye. Em ê bi hêzên demokrasiyê re tifaqê çê bikin. Bi kesên aştiyê diparêzin, li dijî şer in, kesên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dixwazin, kesên dixwazin aştiyê bikin malê civakê re em ê tifaqê çê bikin. Ji bilî vê tu hewldaneke me ya tifaqê ya bi partiyên siyasî re tune ye." Bûldan got em dixwazin hemû hêzên demokrasiyê û yên ji rewşa Tirkiyeyê nerazî ne li cem me cih bigirin û ger ev yek pêk bê ew wisa bawer dikin ku wê di pêvajoya pêş de civaka Tirkiyeyê bi ser bikeve. 
 
Bûldan balê kiaşnd ser êrîşên li hemberî Efrînê û diyar kir ku li Efrînê tenê ne kurd, ereb, êzidî û nasnameyên cuda dijîn û bajarekî aram e. Bûldan bi lêv kir ku mudaxileya Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê li hemberî vê statu û rewşa Efrînê ye û heta niha Efrîn tu carî ji bo Tirkiyeyê nebûye tehdît. Bûldan destnîşan kir ku ew bawer nake ku wê Tirkiye bi ser bikeve û got: "Kurdên li Efrînê û kurdên li rojhilatê Tirkiyeyê dijîn xwişk û bira ne. Mudaxileyên li wir tê wateya mudaxilekirina kurdên li Tirkiyeyê. Hikûmeta AKP'ê bi salan e bi zext û zorî bi ser gelê kurd da diçe û ya niha tê kirin jî hêleke cuda ya vê şidetê ye. Hewldana li hemberî Efrînê ji bo Tirkiyeyê biryareke pir şaş e. Divê demildest dest ji vê biryarê bê berdan. Li vir tenê kurd bedêlê nadin, gelên Tirkiyeyê jî bedêlê didin. Çimkî her roj gelek cenazeyên leşkeran tên. Tekane riya çareseriya ya xelasbûna ji krîza li Tirkiyeyê diyalog û muzakere ne." 
 
'FERASETEKE KU MIROVAN MEHKÛMÎ MIRINÊ DIKE HEYE'
 
Bûldan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê kesên dijberiya şer dikin û li hemberî mudaxilekirina Efrînê dengê xwe derdixin tên binçavkirin û girtin û balê kişand ser binçavkirin û girtinên di demên dawî de li hemberî HDP û HDK'ê pêk hatin. Bûldan got: "Li hemberî me feraseteke ku mirovan mehkûnî şer û mirinê dike heye. Çimkî bilêvkirina aştiyê êdî bûye sûc. Di serî de medyaya civakî, ji ber parvekirin û gotinên xwe kes tên binçavkirin û girtin."
 
Herî dawî Bûldan got: "Em ne mecbûr in mehkûmî mirinan bibin. Em ne mecbûr in her roj mehkûmî dîtina cenazeyên ku tên ber deriyên me. Tu dayik ji bo zarokên wan di şer de bimirin nayîne dinyayê an jî naxwaze li ber deriyê xwe darbestan bibîne. Tu zarok naxwaze darbesta bavê xwe hemêz bike. Wekî keseke ku ev êş kişandine dixwazim bêjim ku, divê dayik û xizmên leşkeran li dijî vî şerî derkevin. Divê ji hikûmetê bipirsin ji bo çi zarokên wan dişînin Efrînê. Dema em xwedî li aştiyê derkevin em ê mezin bibin û rê li mirinan bigirin." 
 
MA / Dicle Muftuoglu - Diren Yurtsever
 

Sernavên din

24/02/2018
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn
14:21 Prof. Yegen: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê têk çû û diçe
13:44 Dîmenê qetilkirina cotkar ji Serokwezîr Yildirim pirsî
13:06 Deriyên şikeftên xwe ji kerwan re vekir: Li kê xistine bila werin bibînin
12:58 Serokê PAK'ê Ozçelik: Hemû destkeftiyên kurdan dikin hedef
12:41 Ji bo li Efrînê şer bikin cerdevanan perwerde dikin
12:36 Gelên gihîştin Efrînê: Em yek in û li Efrînê ne
12:28 Komên OSO'yê yên nikaribûn xwe ragirin ketin nav hev
12:27 Di bombebaranê gundê Qentera Efrînê de zarokek 5 salî mir
11:56 Buldan: Tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeyê rizgar bike
11:40 Ocaxa tenduristiyê rûxandin, li şûna wê qereqolê çê dikin
11:33 Ji ber 'leşker kêmin' Boz ê girtî nayê derman kirin
11:32 Li Girtîgeha Kalkandereyê rewş xetere: 40 girtî birîndar bûne
11:05 Pirtûkên Ahmet Altan û Nurcan Baysal ‘bifikar’ hatin dîtin
10:37 Sîsê Bingol a 78 salî her ku diçe rewşa wê girantir dibe
10:34 Li Hatayê şer û xebata rê esnafan anî ber topavêtinê
10:11 Dibin çavan de ‘sîxurtî’ li ser ferz kirin
10:11 Ne tenê koroyê, jiyanek hevpar ava dikin
10:00 Bi merceka Jineolojî Efrîn (4)
Heqîqeta li girê Eyn Dara, Şikefta Du Derî û Cinderêse veşartî
09:30 Koma şanoyê: Em zimanê xwe bi hunerê jindar dikin
09:29 Malbat dixwazin vegerin Sûrê!
09:28 Prof. Neşe Ozgen: Welat rûxandina xwe dibîne
09:27 Dozger xwest dadger 'qedexe' danî ser girtî
09:27 Dayika xwe ji şideta bav parast, lê pêşî li kuştina wê negirt
09:26 Girtiyan pirsgirêk ragihandin 5 sal ceza li wan birîn
09:25 'Şer aboriya welat têk dibe'
09:00 ROJEVA 24'E SIBATA 2018'AN
23/02/2018
20:58 Ji TCK'ê ceza dan rojnamegeran
17:46 Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin redkirin
16:21 Di îdianameya jê re hat şandin 'propaganda', lê di ya dadgehê de 'endamtî' derbas dibe
15:39 Qamişlo ji bo Efrînê meşiya
15:30 Baroya Amedê: Hewl didin doza Elçî ji rojavê derbixin
15:17 Bersûcê zaroka 4.5 salî îstismar kir dê di 16'ê Adarê de bê darizandin
14:12 Birîndarên ji êrîşê rizgar bûn axivîn: Dixwazin êrîşan rewa bikin
14:08 Îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin
13:29 Wê giliyê îdareya Girtîgeha Xarpêtê bikin
13:17 Bîlgen: Tirkiye dê bi ‘sucdariya şer' bê nasîn
13:16 Rojnamegerek bêtirs û şopdarê heqîqetê: Cengîz Altun
13:15 ÇGD: Ji wê rojê heta îro êrîşên li ser çapemeniyê didomin
12:42 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Li Antalyayê jineke ji Sûriyeyê hat kuştin
12:41 'Li Kalkandereyê dest û piyên girtiyan hatiye şikandin'
12:22 Di doza ' Em ê nebin hevparê vî sûcî' de biryara ewil hat dayîn: Sal û 3 meh ceza
11:51 Dozger nûçeyên ku rojnameger di medya civakî de parve kir sûc dît
11:46 Li Kadikoyê 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza akademîsyenan de mutalaaya ewil hat dayîn
11:31 Şertê pêşîlêgirtina îstîsmara zarokan perwerdekirina dadger û dozgeran e
11:23 4 rêveberên DBP’ê hatin girtin
11:03 Dadgeha Îstinafê biryara ku got 'Kurd nîjadeke cuda ne, propaganda ye' pesend kir
11:03 HRW: Li Efrînê sivîl tên kuştin
10:48 Qantirên bi şert hatin berdan di girtîgeha axur de ne!
10:26 Bîlgen: HDP dê meşa xwe bi leztir bike
10:09 Rewşa tenduristiya Dayika Aştiyê ya di girtîgehê de xirab dibe
10:01 2 rojnamegerên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
09:52 Penaberên sûriyeyî bertek nîşanî Erdogan dan: Ne Efrîn, em ê biçin Helebê
09:49 Bi bombeyan Êrîşî karwana sivîlên diçûn Efrînê kirin
09:34 Ka binerin welatî çawa tê kuştin
09:22 Profesorê AKP'î hemû malbat di fakulteyê de bi cih kir
09:22 Ozturk: Kesên ji Kurdistanê re bêjin 'cudakar' ew bixwe cudakarin
09:21 Şîmşek: Desthilatdariyê li dijî jinên berxwedêr şer îlan kir
09:20 'Çima li dijî modela kurdan derdikevin?’
09:16 Ural: Dê Sûriye axa xwe biparêze
09:15 8 meh derbas bû peykerê Ehmedê Xanî nehat çikandin
09:14 'Em li hundir em jî dê li derve li ber xwe bidin’
09:13 Medya û dadgeh li pey parastin û 'tehrîkê' ne
09:12 Ji Merçeka Jineolojî Efrîn (3)
Li Şêrawa Çiyayê Lelûn û 40 gundên kevnar
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2018'AN
22/02/2018
22:08 Parlamentoya Hollandayê 'qirkirina' ermeniyan nas kir
17:03 Li Wanê panela zimanê zikmakî: Zimanê mirov ruhê mirov e
16:33 '2 hezar û 247 roj di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn'
15:42 Rêveberê CHP'î îstîsmarî zarok kir: Ji partiyê hat îxrackirin
15:26 Rojnameger derketin pêşberî dadger
15:22 Leşkeran li Geverê 9 kes binçav kirin
14:24 4 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:16 Rapora Rêxistina Efûyê: Rewşa Awarte ji bo binpêkirina mafan zemînê amade dike
14:14 YE: Berdana Denîz Yucel şik û guman neguherandin
14:11 Fermandarê NDF'ê: Em li Efrînê ne, em ê bi hevre biparêzin
14:03 Polîsan 2 xebatkarên rojnamê binçav kirin
13:53 Cenazeyê Nazelîn Korkut defin kirin
13:35 Efrîniyan: Rojên xweş li benda gelan e
13:04 Parlamentera HDP’ê nehat bîra polîsan
12:37 Ji ber zimanê pêşniyaznamê bi kurdî bû esas nehat girtin
12:35 Polîsan li Dortyolê HDP'î binçav kirin
12:06 Girtîgehên li Tirkiyeyê ji Camp 1391'ê xerabtir in
11:56 Meclîsa Tenduristiyê: Em dikarin şopa çekêm kîmyewî îspat bikin
11:41 Parêzarên Ocalan cara 733’emîn serî li dozgeriyê dan
11:28 Welatî şaredarê AKP’î kêr kir
11:13 Cenazeyê Korkut a canê xwe da ber agir, birin Mêrdînê
10:55 Kêlikên gorê jî wan bêzar dikin
10:52 Nameya ji Taha Akyol re hat nivîsin ‘bifikar’ hat dîtin
10:51 Polîsan bi ser mala xalî de girtin
10:29 Sariyildiz têkildarî îdiaya 'bombevan' de got: Bi xebatên xwe em wan zehf ditengijînin
10:05 ‘Li dijî îstîsmarê pêwîstî bi darizandin û parastinek çalak heye’
09:46 Hevseroka Malên Gel Aktaş binçav kirin
09:12 ‘Dibe ku aboriya Tirkiye hilweşe'
09:11 Şaredarî bi alîgirên AKP'ê û cerdevanan tije kirin