ÎZMÎR - Nexweşê pençeşêrê Mehdî Boz ê li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Kayserî Bunyanê tê girtin, bi hinceta “leşker tuneye” nayê derman kirin.
Nexweşê pençeşêrê Mehdî Boz ê li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Kayserî Bunyanê, dî faksa şand de pirsigêkên li girtîgehê tên jiyîn vegotin. Boz ê bi nexweşînên pençeşêra ronê Troîd, tansiyon, gurçik, KOAH, prostat, zona, diyar kir ku rayedarên girtîgehê dest danîn ser 3 nameyên wî yên ji kesên cûda re şandin û wiha got: “Min di nameyên xwe de behsa bêmafiyên li Girtîgeha Tîpa F Edîrneyê û em çawan sîrgûnê girtîgeha Bunyan hatin kirin, kiribûn. Midûrê yekemîn ê girtîgehê bi zanebûn ez sîrgûnê girtîgeha Bunyan kirim. Li girtîgehê bi awayekê keyfî dest datînin ser rojnaman, kovar û pirtûkan. Rayedarên girtîgehê bi hinceta “Hûn me hedef nîşan didin” dest datînin ser rojname û kovaran.”
’JI 12’Ê ÎLONÊ NE CÛDATIRE’
Boz, da zanîn ku ji roja ku anîne girtîgeha Bunyan û vir bi awayekê rast û dirûst nehatiye derman kirin. Boz di dewama faksa xwe de wiha got: “Di şert û mecên asayî de divê ez li Fakulteya Tipê bên dermankirin. Lê min nabin Fakulteya Tipê. Biryar hatiye dayîn ku min bibin nexweşxanê bikin, lê yaredarên girtîgehê bi hinceta ‘leşker tuneye’ min nabin naxweşxanê. Ji bo şertên dermankirinê min ji rayedarên girtîgehê re daxwazname da rayedarên girtîgehê. Lê hîna jî bersiva vê daxwaza min nedane. Ji ber vê yekê êdî min biryar daye ku necim nexweşxanê. Ger ji ber nexweşiyê tiştek we re serê min û jiyana min bikeve xeteriyê berpirsiyar rayedarên girtîgehê ne. Tenduristiya min ne başe û her ku diçe xerabtir dibe. Em dibin şert û mercên pir zor de dijîn. Ji 12’ê Îlonê ne cûdatire.”
‘JI BER PÊLAVÊ 3 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ DAN'
Boz, dest nîşan kir ku hevdîtin 2 mehan carekê pêk tên û wiha bi dawî kir: “Tenê nîv saetê destûr didin hevdîtinan. Ji ber vê yekê 5 mehin naxwazim malbat bê hevdîtinê. Ji bo bi midûr re hevdîtin bikim çûm gel midûr û pirsgirêkek mijara pêlav derket holê. Bi vê hincetê 3 roj cezayê hucreyê dan min. Cardin ji bo ku min hejmara ser piyan qebûl nekir, cezayê mehekê dernekevim sohbetê dan min. Ligel van hemûyan hewl didim ku moralê min baş be.”