WAN - Hasbîke Kanmaz piştî dayika xwe Sîsê Bîngol li Girtîgeha Tarsûsê ziyaret kir, diyar kir ku rewşa tenduristiya dayîka wê girantir bûye û her diçe rewşa wê xerab dibe.
Rewşa tenduristiya Sîsê Bîngol a 78 salî ya li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê, her ku diçe xerabtir dibe, lê dîsa nayê berdan. Hasbike Kanmaz a ji bo hevdîtina dayîka xwe ji Stenbolê çû Mêrsînê, rewşa tenduristiya dayîka xwe ya herî dawî vegot. Kanmaz, anî ziman ku dayîka wê pir nexweşe û divê bê berdan.
'DAYÎKA MIN PÎR Û NEXWEŞE'
Kanmaz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Nexweşiyên pişik û dil bi dayîka min re hene û diranên wê jî şikiyane. Dayîka min niha tenê dermanan bi kar tîne. Ji derveyî vê nayê tedawî kirin. Ji roja ku dayîka min sirgûnê Tarsûsê kirin û şûn de pirsgirêkên wê yên tenduristiyê zêdetir bûne. Her ku bi telefonê em bi hevre diaxivin behsa pirsgirêkên xwe dike. Ji xwe di meha Çile de em qet neçûn hevdîtina wê û cara yekemîn vê sêşembê çûm hevdîtina wê. Min bi çavên xwe dît û rehet bûm. Wê dibin nexweşxanê û tînin. Lê hîna jî diranên wê yên şikiyayîn wisan hiştine. Dayîka min pir nexweşe û pir jî pîre. Pêdiviya wê ya herî bingehîn ew ku demildest ji nava çar dîwaran derbikeve.”
'DAYÎKA MIN TIM BEHSA HEVALÊN XWE DIKE'
Kanmaz, da zanîn ku bi taybetî girtiyên jin ên di girtîgehê de li dayîka wê baş mêze dikin û wiha bi dawî kir: “Dayîka min tim behsa hevalên xwe dike. Ji ber nexweşiyê destên dayîka min zer bûne. Li gorî berê dayîka min hinek din xerabtir bûye. Li gorî vegotinên dayîka min, hefteya bûrî rayedarekê gazî dayîka min kiriye û biriye gel xwe. Dayîka min ji wî rayedarî re gotiye; ‘Hemû gunehên min ser stûye we be. Min berdin. Ew rewşa min a li girtîgehê bimînim tuneye.’ Piştî dayîka min wiha dibêje, ew rayedar jî soz dide dayîka min ku dê dinava mehekê de wê berdin. Jineke pîr a 80’î salî ne raste ku di girtîgehê de bimîne. Em tu carî ev yek qebûl nekir û emê qebûl nekin.”