ŞIRNEX - S.K. ê hat binçavkirin û berdan, diyar kir ku polîsan dibin çavan de bi cezayê girtîgehê ew çavtirsandî kirin û got: “Dibin navê alîkariya aborî de ‘sîxurtî’ ferzî min kirin.”
Li Şirnexê, S.K. ê yek ji 48 kesên di 14’ê Sibatê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û piştî 3 rojan hat berdan, polîsan dibin çavan de bi cezayê girtîgehê çavtirsandî kirin û sîxurtî ferzî wî kirin. Polîsan bi hinceta derbarê S.K. de ‘îxbar’ heye binçavkirin û di îfadeya wî ya li elkariyê de parvekirinên wî yên medaya civakî jê hatin pirsîn.
‘XWESTIN WÊNEYAN TEŞHÎS BIKIM’
S.K. diyar kir ku berî bêm berdan, du kesên cinkên sivîl li wan bûn, bi hinceta “sohbetê” hatin ez ji nezaretxaneyê girtim û wiha axivî: “Ez birim odeyek din. Piştî sohbetek kurt, hevdîtinên min ê telefonê ji min pirs kirin. Ji min pirsa ‘Gelo tu dixwazî 10-15 salan di girtîgehê de bimînî? Kirin. Dûre gotin ‘ger tu naxwazî divê tu alîkariya me bikî.’ Bi van gotinan gef li min xarin. Dibin navê alîkariyê de sîxurtî ferzî min kirin. Min ji wan re got rewşa min a aborî başe. Dûre hinek wêne nîşanî min dan û ji min xwestin ez hinek kesên di wêneyan de teşhîs bikim. Hinek dîmenên di meşan de kişan dibûn nîşanî min dan.”
‘ROLA POLÎSÊ BAŞ Û XERAB DILÎSTIN’
S.K. bûyerên ku dûre jiyan wiha vegot: “Min ji wan re got ez kesekê nas nakim. Dûre hin polîsên TEM’ê ketin hûndir. Pirsa çima anîne odeyek din kirin. Rola polîsê baş û xerab dilîstin. Dûre ez birim nezaretxaneyê. Min di îfadeya xwe ya ewlekariyê de got ‘ezê giliyê wan bikim.’ Polîsên îfadeyên min girtin, gotin ‘dev ji wan berde.’”
S.K. di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hemû kesên tên binçavkirin vê yekê ferzî wan dikin. Behsa îfadeyên hin kesan dikin. Lê yek ji wan jî ne rastin. Bi vî awayî dixwazin welatiyan bixin nava dafikê. Kesên tên binçavkirin divê di vi warî de bi baldar bin.”