MÊRSÎN – Koroya Jinan a Ekmek û Gul a Mêrsînê bi boneya stran û ramanê xwe azad bînin ziman hatin cem hev. Endama Koroyê Merve Karataş got: “Ji bo em bêjin 'Em bi jinan bêtir bi hêzin' civîyan."
Jinên kedkar ên Mêrsînê 3 sal berê hatin gel hev û Koroya Jinan a Ekmek û Gul (Nan û Gul) ava kirin. Her ku çû koroya jinan bi hêz bû û niha hejmara wan gihîştiye 20 jinan. Ji her aliyê jin di nav koroyê de hene. Jin bi kedek mezin xebatên xwe dewam dikin. Koroyê bi boneya bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê stran gotin û akademîsyenên ji ber belavoka aştiyê îmze kirin û hatin îxrackirin jî destekê didin koroyê.
Jin hem stranan dibêjin û hem jî ji bo siberojê û rojeva heyî nîqaşan didin meşandin. Daxwaza jinan a serek ew e “Bila mirov nemirin û li her deverê cîhanê aştî pêk were.”
‘EM BI STRANAN DILÊ XWE DIGÎHÎNIN HEV’
Xwendekara Beşa Avahîsaziyê ya Zanîngeha Mêrsînê Merve Karataş diyar kir ku ew 2 sal berê niha beşdarî koroyê bûye û got: “Muzîk hêvî dide mirovan. Ji her aliyê jin di koroyê de hene. Ez di nav koroyê de di warê muzîkê de li pêş ketim. Min gelek jiyanên cuda dîtin. Em bi stranan dilê xwe digîhinîn hev. Em li vir her pirsgirêk, bextewarî, xemgînî û hemû tiştê xwe bi hev re parve dikin. Em jiyana rastî ya mirovan dibînin.”
‘DIVÊ JIN HEV BIGIRIN’
Karataş da zanîn ku ji dîrokê heta niha jin her tim wek mirovên çîna duyemîn hatine dîtin û wiha axivî: “Em ji aliyê pergalê ve wek meta tên dîtin. Dema cihê wê tê jin wek cilşok, feraqşo û makîneya paqijkirinê hatin dîtin. Tu demê em wek jin nehatin dîtin. Em dixwazin hebûna jinan bi mirovan bidin pênasekirin. Em li vir in û em vê yekê dikin. Em bi hev re bêtiri xûrt in. Ji bo em bêjin em jî hene em li gel hev in. Divê jin hevgirtinek ava bikin. Divê em bi piştgirî û hevgirtinê li dijî hemû pêkanînên li ser jinan derbikevin. Em bi hevgirtina jinan dikarin hemû mafên xwe bi dest bixin.”
‘EM BI HEV RE HILDIBERÎNIN’
Endama Koroyê Evîn Dogan jî destnîşan kir ku pêwîste jin li dijî tacîz, tecawiz û tundiya li dijî jin û zarokan hev bigirin û got: “Em bi hev re hildiberînin. Em jiyanên cuda hîn dibin. Em dibînin bi hev re çiqas xûrt in. Baş e ku ez beşdarî koroyê bûm.”
‘JIYANEK BÊŞER Û BÊTUNDÎ’
Endamek din a koroyê Cemîle Topaloglu jî anî ziman ku ji bo ew dem ji xwe re veqetîne tev li koroyê bûye û got: “Tenê em ne ji bo klaman bistrên hatin ba hev. Ji bo em rojevê bişopînin, biaxivin û pirsgirêkên xwe ji hev re bêjin hatin gel hev. Her kes tiştekî dide hev. Em jiyanek û cîhanek bêtundî û bêşer dixwazin.”