Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e

  • rojane
  • 12:10 28 Çile 2022
  • |
img
AMED – Xelkê Amedê bi serkeftina HSD’ê ya li Hesekê keyfxweş bû. Xelk, dibêje ku heke em nebin yek, em ne yek bi yek lê dê bi temamî têk biçin. Xelkê bajêr banga yekitiya Kurdan kir.  
 
DAIŞ’ê di 20’ê çileyê de li dijî Girtîgeha Sînaayê ya li Taxa Xwêran a Hesekê ku derdora 5 hezar endamên wan lê girtî ne, êrişeke berfireh kir. Lê bi destwerdana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ev hewldan têk çû. Di encama operasyonan de HSD’ê bi hezaran DAIŞ’î dîsa girtin. Piştî salvegera rizgarkirina Kobanê jî HSD’ê tevdîrên parastinê hîn xurtir kirin. Bi vê serkeftina HSD’ê re ev bû duyemîn mezintirîn têkçûna DAIŞ’ê. Ajansa me jî serkeftina HSD’ê ji xelkê Amedê pirsî. 
 
BAL KIŞANDIN SER YEKITIYÊ
 
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Hamît Zengîn got ku armanca êrişan, tunekirina kurdan e. Zengîn bi domdarî diyar kir ku dema kurd li deverekê destkeftiyekî bi dest dixin, hemû hêzên li derdorê dibin yek û wiha pê de çû: “Kurdan naxwaz in. Welatekî me heye lê ev welat dabeşî çar parçeyan kirine. Bi êrişên dawî re dîsa aşkera bû bê ka li vê erdnîgariyê yekitî çiqas girîng e. Divê em bibin yek û welatê xwe rizgar bikin. Liv û tevgera Barzanî çawa ye? Gelo ma fam nakin ku bi vî rengî xwe jî tune dikin? Heke em bibin yek, dê tu dewletek nekare xwe li pêşiya me bigire. Ger em bibin yek, kesek nikare me tune bike. Dixwazin rêveberiya xweser a demokratîk tune bikin. Banga min ji bo kurdan ew e ku bibin yek.” 
 
'DIVÊ EM BITEVDÎR BIN’
 
Welatiyê bi navê Muhammed Karabulut jî destnîşan kir ku heke êrişên DAIŞ’ê neyên têkbirin, ev yek dê rê li ber encamên xerab veke û wiha derbirî: “Gelo evqas DAIŞ’î biketina nava xelkê bêçek, dê çi bi wan bikira? Baş bû ku ev êriş hat têkbirin. Divê kurd di vê mijarê de baldar bin û tevdîrên baştir bigirin.” 
 
‘TILIYA TIRKIYEYÊ DI ÊRIŞÊ DE HEYE’
 
Di heman mijarê de Recep Nuray jî dibêje ku gelê kurd ne gelekî şerxwaz e lê heke kesek êrişî wan bike jî xwe diparêzin. Nuray da zanîn ku piştî êrişên DAIŞ’ê gelek ciwanên kurd sînor derbas kirin û beşdarî şer bûn. Fesîh Îlgîn jî got ku êriş di salvegera rizgarkirina Kobanê de hatiye kirin û ev tiştekî rasthatî nîne. Îlgîn, bal kişand ser rola Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Bi ya min tiliya Tirkiyeyê jî di êrişê de heye. Li dijî êrişan divê yekitiya neteweyî bê avakirin. Hêvî û daxwaza me ew e ku her çar parçe bên cem hev û bibin yek. Hema bila kurd bibin yek, wê rojê em bimirin jî tiştek nabe. Dixwazim ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.”  
 
'DIVÊ ÊDÎ TU KES NETIRSE’
 
Welatiyê bi navê Denîz Ayder jî got ku DAIŞ rêxistineke dişibe Hîzbûllah û JÎTEM’ê ye ku di salên 90’î de li bajarên kurdan derketibûn holê. Ayder axaftina xwe wiha xelas kir: “Ev êriş, yek ji planên bêzarkirina gelê kurd e. Lê gelê kurd êdî di ferqa her tiştekî de ye. Ev tevek di sala 2015’an de dest pê kirin. Em baş dizanîn bê ka kî van kesan xwedî dikin. Divê hemû kurd li dijî vê bêdengiyê bibin yek. Heke em nebin yek, ne yek bi yek lê em ê bi temamî tune bibin. Divê êdî kesek netirse, tiştekî ku em jê bitirsîn nîne. Divê êdî gel serî hil de.” 
 

Sernavên din

03/06/2022
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin