Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e 2022-01-28 12:10:54 AMED – Xelkê Amedê bi serkeftina HSD’ê ya li Hesekê keyfxweş bû. Xelk, dibêje ku heke em nebin yek, em ne yek bi yek lê dê bi temamî têk biçin. Xelkê bajêr banga yekitiya Kurdan kir.     DAIŞ’ê di 20’ê çileyê de li dijî Girtîgeha Sînaayê ya li Taxa Xwêran a Hesekê ku derdora 5 hezar endamên wan lê girtî ne, êrişeke berfireh kir. Lê bi destwerdana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ev hewldan têk çû. Di encama operasyonan de HSD’ê bi hezaran DAIŞ’î dîsa girtin. Piştî salvegera rizgarkirina Kobanê jî HSD’ê tevdîrên parastinê hîn xurtir kirin. Bi vê serkeftina HSD’ê re ev bû duyemîn mezintirîn têkçûna DAIŞ’ê. Ajansa me jî serkeftina HSD’ê ji xelkê Amedê pirsî.    BAL KIŞANDIN SER YEKITIYÊ   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Hamît Zengîn got ku armanca êrişan, tunekirina kurdan e. Zengîn bi domdarî diyar kir ku dema kurd li deverekê destkeftiyekî bi dest dixin, hemû hêzên li derdorê dibin yek û wiha pê de çû: “Kurdan naxwaz in. Welatekî me heye lê ev welat dabeşî çar parçeyan kirine. Bi êrişên dawî re dîsa aşkera bû bê ka li vê erdnîgariyê yekitî çiqas girîng e. Divê em bibin yek û welatê xwe rizgar bikin. Liv û tevgera Barzanî çawa ye? Gelo ma fam nakin ku bi vî rengî xwe jî tune dikin? Heke em bibin yek, dê tu dewletek nekare xwe li pêşiya me bigire. Ger em bibin yek, kesek nikare me tune bike. Dixwazin rêveberiya xweser a demokratîk tune bikin. Banga min ji bo kurdan ew e ku bibin yek.”    'DIVÊ EM BITEVDÎR BIN’   Welatiyê bi navê Muhammed Karabulut jî destnîşan kir ku heke êrişên DAIŞ’ê neyên têkbirin, ev yek dê rê li ber encamên xerab veke û wiha derbirî: “Gelo evqas DAIŞ’î biketina nava xelkê bêçek, dê çi bi wan bikira? Baş bû ku ev êriş hat têkbirin. Divê kurd di vê mijarê de baldar bin û tevdîrên baştir bigirin.”    ‘TILIYA TIRKIYEYÊ DI ÊRIŞÊ DE HEYE’   Di heman mijarê de Recep Nuray jî dibêje ku gelê kurd ne gelekî şerxwaz e lê heke kesek êrişî wan bike jî xwe diparêzin. Nuray da zanîn ku piştî êrişên DAIŞ’ê gelek ciwanên kurd sînor derbas kirin û beşdarî şer bûn. Fesîh Îlgîn jî got ku êriş di salvegera rizgarkirina Kobanê de hatiye kirin û ev tiştekî rasthatî nîne. Îlgîn, bal kişand ser rola Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Bi ya min tiliya Tirkiyeyê jî di êrişê de heye. Li dijî êrişan divê yekitiya neteweyî bê avakirin. Hêvî û daxwaza me ew e ku her çar parçe bên cem hev û bibin yek. Hema bila kurd bibin yek, wê rojê em bimirin jî tiştek nabe. Dixwazim ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.”     'DIVÊ ÊDÎ TU KES NETIRSE’   Welatiyê bi navê Denîz Ayder jî got ku DAIŞ rêxistineke dişibe Hîzbûllah û JÎTEM’ê ye ku di salên 90’î de li bajarên kurdan derketibûn holê. Ayder axaftina xwe wiha xelas kir: “Ev êriş, yek ji planên bêzarkirina gelê kurd e. Lê gelê kurd êdî di ferqa her tiştekî de ye. Ev tevek di sala 2015’an de dest pê kirin. Em baş dizanîn bê ka kî van kesan xwedî dikin. Divê hemû kurd li dijî vê bêdengiyê bibin yek. Heke em nebin yek, ne yek bi yek lê em ê bi temamî tune bibin. Divê êdî kesek netirse, tiştekî ku em jê bitirsîn nîne. Divê êdî gel serî hil de.”