Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir

  • ciwan
  • 10:12 28 Çile 2022
  • |
img

WAN - Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Çetîn Temel, diyar kir ku di encama têkoşîna li dijî tiryakê ku li taxên navendî yên Wanê dimeşînin de gelek ciwan ji hişbirê xelas kirine. 

Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Em tiryakê bişikînin, jiyana nû ava bikin” a di 10’ê Îlona 2021’an de li dijî polîtîkayên şerê taybet, fihûş û hişbirê dane destpêkirin de lig elek bajar û navçeyan çalakiyan li dar dixin. Ciwanên li navenda Wanê mal bi mal kolan bi kolan dixebitin, têkildarî mijarê gel agahdar dikin. Endamê Meclîsa Ciwanan Çetîn Temel, bi lêv kir ku bi taybetî li taxên Xaçort, Yali, Esendere, Akkopru, Yenî û Suphan ên gel ji ber şer koç kirine, bi konsepteke taybet bikaranîna hişbirê zêde bûye. 
 
BIKARANÎNA HIŞBIRÊ ZÊDE BÛYE
 
Temel, anî ziman ku şerê li bajarên kurdan tên meşandin û ev mijar têkildarî hev in û wiha got: “Ciwan bi awayekî hesan xwe digihînin tiryakê. Li taxan kesên ku bi van polîtîkayên şerê taybet dimeşînin re têkildar hene bi navê din torbevan. Bikaranîna hişbirê gelek zêde bûye. Bi taybetî di pêvajoya dawî de em dibînin ku li bajarên kurdan bikaranîna tiryakên kîmyasal zêde bûye. Li dijî van xebatên me yên agahdarkirina ciwanan û malbatan berdewam dikin.”
 
CIWANEK HAT XELASKIRIN
 
Temel, bi bîr xist ku beriya niha du ciwanên li navçeya Rêya Armûşê cara ewil tiryak bikaranîn jiyana xwe ji dest dan û diyar kir ku ji bo bûyerê lêkolîn bikin çûne taxê û têkildarî vê xebatên wan didomin. Temel, bi lêv kir ku ciwanekî ku li Taxa Sixkê dijiya xwe gihandiye wan, çawa bin av tiryakê ketiye ji wan re vegotiye û wiha berdewam kir: “Y.Y. yê li vê taxê bi malbata xwe re mezin bû, girêdayî tiryakê bû û dixwest dest jê berde. Bi me re kete têkiliyê. Me jê pirsî ku esrar çawa peyda kiriye, got ku ji firoşkarên taxê peyda kiriye. Ji me re vegot ku polîs jî ji vê rewşê agahdar in. Li ser vê yekê me ew kes bir nexweşxaneyê û xwest were dermankirin lê alîkariya me nekirin. Y.Y. bêyî were dermankirin, bi temamî bi piştevaniya me ji esrarê xelas bû.”
 
CIWAN BÊ PÊŞEROJ TÊNE HIŞTIN
 
Temel, da zanîn ku hewl tê dayîn ciwanên kurd ji polîtîkayê, ji çandê, ji jiyana civakî bên veqetandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergal ji ber hewl dide li Kurdistanê ciwanan a polîtîk bike li dijî bikaranîna tiryakê nasekine. Pergal dixwaze ciwanan, ji wî ji malbata wî, ji hevalên wî, ji civaka wî dûr bixe û girêdayî xwe bike. Bi van polîtîkayan dixwazin ciwanan bêpêşeroj bihêlin. Ji ber ciwan nikarin pêşeroja xwe ava bikin jî di rêyên cuda de çareyê diğerin. Di encama vê de jî gelek dawî li jiyana xwe tînin.”
 
‘EM Ê TÊBIKOŞIN’
 
Temel, bi lêv kir ku xelaskirina ciwanan ya ji tiryakê rewşeke ku her tim têkoşînê dixwaze ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî polîtîkayên şer yên taybet xwe bi rêxistin dikin. Em derî bi derî, tax bi tax, kolan bi kolan xwe digihînin ciwanan. Em bang li hemû ciwanên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê yên tiryakê didin wan dikin ku li dijî vê yekê dest bidin hev du û têbikoşin. Dîsa em bang li ciwanan dikin ku di bin banê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de xwe bi rêxistin bikin. Heta ku hemû ciwan ji tiryakê xelas bibin em ê têbikoşin. Îdîaya me ya di vê mijarê de xurt e. Em ji bo ku ev îdia serbikeve, em ê heta dawiyê têbikoşin. Ji ber ku em weke ciwanên kurd naxwazin ciwanekî me zirarê bibîne û jiyana xwe ji dest bidin.”
 

Sernavên din

13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome