Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir 2022-01-28 10:12:15 WAN - Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Çetîn Temel, diyar kir ku di encama têkoşîna li dijî tiryakê ku li taxên navendî yên Wanê dimeşînin de gelek ciwan ji hişbirê xelas kirine.  Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Em tiryakê bişikînin, jiyana nû ava bikin” a di 10’ê Îlona 2021’an de li dijî polîtîkayên şerê taybet, fihûş û hişbirê dane destpêkirin de lig elek bajar û navçeyan çalakiyan li dar dixin. Ciwanên li navenda Wanê mal bi mal kolan bi kolan dixebitin, têkildarî mijarê gel agahdar dikin. Endamê Meclîsa Ciwanan Çetîn Temel, bi lêv kir ku bi taybetî li taxên Xaçort, Yali, Esendere, Akkopru, Yenî û Suphan ên gel ji ber şer koç kirine, bi konsepteke taybet bikaranîna hişbirê zêde bûye.    BIKARANÎNA HIŞBIRÊ ZÊDE BÛYE   Temel, anî ziman ku şerê li bajarên kurdan tên meşandin û ev mijar têkildarî hev in û wiha got: “Ciwan bi awayekî hesan xwe digihînin tiryakê. Li taxan kesên ku bi van polîtîkayên şerê taybet dimeşînin re têkildar hene bi navê din torbevan. Bikaranîna hişbirê gelek zêde bûye. Bi taybetî di pêvajoya dawî de em dibînin ku li bajarên kurdan bikaranîna tiryakên kîmyasal zêde bûye. Li dijî van xebatên me yên agahdarkirina ciwanan û malbatan berdewam dikin.”   CIWANEK HAT XELASKIRIN   Temel, bi bîr xist ku beriya niha du ciwanên li navçeya Rêya Armûşê cara ewil tiryak bikaranîn jiyana xwe ji dest dan û diyar kir ku ji bo bûyerê lêkolîn bikin çûne taxê û têkildarî vê xebatên wan didomin. Temel, bi lêv kir ku ciwanekî ku li Taxa Sixkê dijiya xwe gihandiye wan, çawa bin av tiryakê ketiye ji wan re vegotiye û wiha berdewam kir: “Y.Y. yê li vê taxê bi malbata xwe re mezin bû, girêdayî tiryakê bû û dixwest dest jê berde. Bi me re kete têkiliyê. Me jê pirsî ku esrar çawa peyda kiriye, got ku ji firoşkarên taxê peyda kiriye. Ji me re vegot ku polîs jî ji vê rewşê agahdar in. Li ser vê yekê me ew kes bir nexweşxaneyê û xwest were dermankirin lê alîkariya me nekirin. Y.Y. bêyî were dermankirin, bi temamî bi piştevaniya me ji esrarê xelas bû.”   CIWAN BÊ PÊŞEROJ TÊNE HIŞTIN   Temel, da zanîn ku hewl tê dayîn ciwanên kurd ji polîtîkayê, ji çandê, ji jiyana civakî bên veqetandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergal ji ber hewl dide li Kurdistanê ciwanan a polîtîk bike li dijî bikaranîna tiryakê nasekine. Pergal dixwaze ciwanan, ji wî ji malbata wî, ji hevalên wî, ji civaka wî dûr bixe û girêdayî xwe bike. Bi van polîtîkayan dixwazin ciwanan bêpêşeroj bihêlin. Ji ber ciwan nikarin pêşeroja xwe ava bikin jî di rêyên cuda de çareyê diğerin. Di encama vê de jî gelek dawî li jiyana xwe tînin.”   ‘EM Ê TÊBIKOŞIN’   Temel, bi lêv kir ku xelaskirina ciwanan ya ji tiryakê rewşeke ku her tim têkoşînê dixwaze ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî polîtîkayên şer yên taybet xwe bi rêxistin dikin. Em derî bi derî, tax bi tax, kolan bi kolan xwe digihînin ciwanan. Em bang li hemû ciwanên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê yên tiryakê didin wan dikin ku li dijî vê yekê dest bidin hev du û têbikoşin. Dîsa em bang li ciwanan dikin ku di bin banê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de xwe bi rêxistin bikin. Heta ku hemû ciwan ji tiryakê xelas bibin em ê têbikoşin. Îdîaya me ya di vê mijarê de xurt e. Em ji bo ku ev îdia serbikeve, em ê heta dawiyê têbikoşin. Ji ber ku em weke ciwanên kurd naxwazin ciwanekî me zirarê bibîne û jiyana xwe ji dest bidin.”