STENBOL - Dozgerê ku dît parêzer Ezgî Çakir di bendê ye ku têkeve îfadeya muvekilê xwe got "Der barê te de lêpirsîn heye. Tu nikare bikevin îfadeyê." Her çend Çakir diyar kir ku tiştek wisa tune jî dadgerê înfazê li ser giliyê dozger bi bayê bezê der barê Çakir de biryara qedexeyê derxist.
Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) ya di 29'ê Cotmeha 2016'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û bi madeya 149/2'yan a Qanûna Dadgehên Ceza a Hejmara 5271'an re, peyva "Di lêpirsînên der barê sûcên di çarçoveya xebatên rêxistinî de tên dîtin de, di danişînê de herî zêde 3 parêzer dikarin amade bin" hat zêdekirin. Di madeya 151/3 a heman qanûna de, tê gotin ku "Li gorî madeyên 220 û 314'an ên Qanûnên Cezayê Tirk, kesê bi fikar ê ji sûcê terorê tê sûcdarkirin, parêzerên ku peywira wekîltî an jî mudafîlikê ji bo hukumxwar an jî bersûc digirin, heke der barê wan de ji vê fikrayê an jî ji ber van sûcan lêpirsîn hebe, wekîltî an jî mudafîlîka wan dikare bê qedexekirin."
110 parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin, ji ber vê nehiştin tev li danişîna dosan bibin. Parêzer Ezgî Çakir jî yek ji wan parêzeyan e tevlibûna wê ya danişînê asteng kirin.
Di 12'ê Îlona 2017'an de li dijî Buroya Hiqûqê ya Gel operasyon pêk hatibû û Çakir hatibû binçavkirin, piştî derxistin dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest berdan.
BIRYARA QEDEXEYÊ DERXISTIN
Çakir a binçav kirin û der barê wê de lêpirsîn dan destpêkirin, hêj kar û barê wê yên binçavkirinê dewam dike. Çakir piştî li emniyetê bi miwekîlê xwe hevdîtin kir, di 21'ê Sibatê de çû Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, xwest bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike. Lê dema di rêzê de bû, bihîst ku der barê wê de "qedexe" derxistine. Dozgerê ku dê îfade bigirta, dema Çakir li qata dozgeriyê dît got ku "Der barê te de lêpirsîn heye. Hûn nikarin bikevin îfadeyê." Her çendî Çakir aşkera kir ku tiştek wisa tune, dadgerê înfazê bi bayê bezê daxwaz qebûl kir, der barê Çakir de qedexe derxist.
‘MUXALÎFAN BÊ PARÊZER DIHÊLIN’
Çakir helwesta dozger û biryara dadger nirxand û ev tişt anî ziman: "Dixwazin hemû parêzeran bînin rêya xwe. Ji parêzerê muxzlîf re tehmûla wan tune. Kesên ku vê biryarê didin, ji bo mirovên muxalîf ceza bikin, dikevin pêşbirkê. Dixwazin muxalîfan bê parastin bihêlin û ji bo wê van qedexeyan tînin."
MA / Yasîn Kobulan