WAN - Kurê Hafîfe Temel Hasan Temel bi salan dayika xwe ji şideta bavê xwe Ahmet Temel parast, lê pêşî li kuştina dayika xwe negirt, behsa şeva bûyerê kir. Temel aşkera kir ku dayika wî bi saetan birîndar maye û wiha got: "Ji bo dayika bijî, min jiyan û ciwantiya xwe feda kir; lê min pêşî li kuştina wê negirt."
Hafîfe Temel a 80 salî, li kuçeya Guneşê ya Taxa Serhedê ya navçeya Rêya Armûşa Wanê rûdinişt, bi salan ji hevserê xwe Ahmet Temel (82) şidet dît. Herî dawî di 6'ê Sibatê de Ahmet Temel dîsa êrîşê hevsera xwe kir û ew bi giranî birîndar kir. Temel a rakirin nexweşxaneyê, 2 roj şûn de jiyana xwe ji dest da.
Hasan Temel şeva bûyerê, têkoşîna ku ji bo dayika da yek bi yek anî ziman. Temel da zanîn ku şeva bûyerê ew li Girtîgeha Vekirî ya Wanê bûye, li polîsan geriya ye û agahî daye polîsan.
'DIXWEST EZ JI MALÊ BIÇIM'
Hasan Temel da zanîn ku ew bi salan bû li dayika xwe mêze dikir, roja ku dayika wî hat kuştin, ji wê rojê ve nehatiye ser hişê xwe. Temel diyar kir ku bavê wî her dem li dayika wî dida û wiha axivî: "Ji bo ez dayika xwe bi tenê nehêlim û neçim bajarekî cuda, ez bi salan bê kar mam. Di nava vê demê de ji bo ez ji malê birevim, vî zilamî (bavê wî) her dem tiştek tanî serê min. Diçû gel polîsan digot 'Ev kes bi karê siyasî re eleqedar e û min derb dike', gelek caran giliyê min kir. Lê tiştek wiha tune bû. Tenê derdekî wî hebû dixwest ez ji malê birevim. Her gava giliyê min dikir, 6 meh ceza didan min û ji ber vê ez çend caran ketim girtîgehê."
'ÇEKA BAVÊ MIN HEBÛ'
Temel diyar kir ku bavê wî ji sala 2007'an vir ve çeka wî heye, êrîşê wî kiriye û gule piçek maye li medê wî keve û wiha got: "Dîsa jî tu ceza nedanê. Zilma bavê min bi salan dewam kir. Herî dawî dema ez hatim malê, min li dayika xwe dinhêrî. Dayika min ew qas pîr û nexweş bû, min serê wê dişûşt. Min nanê wê çêdikir û bi destê xwe didayê. Heta ji destê min dihat min alîkariya wê dikir."
ŞEVA BÛYERÊ VEGOT
Berî ku dayika Temel bê kuştin, tiştên qewimîn wiha vegot: "Dema ez ji malê veqetiyam dayika min çawa terkî mirinê kir divê bê zanîn. Kekê min qet li dayika min mêze nekir, min demek berê pêre nîqaş kir. Wî jî giliyê min kir û 6 meh dîsa ceza dan min. Diviya bû minê ev ceza 5 rojan li girtîgeha vekirî bikişanda. Heke ez 5 rojan neçûma, ez ê 6 mehan li girtîgeha girtî razama. Ez di 5'ê Sibatê de çûm girtîgehê. Roja destpêkê min li dayika xwe gerî, rewşa wê baş bû û pirsgirêk tune bû. Roja duyemîn jî min saet di 15.00'an de lê geriya. Ji ber ku min ew zilam nas dikir, dilê min bi tirs bû. Roja duyemîn deng ji dayika min nedihyat, birîndar bû. Min digot 'dayê' tenê nalîn jê dihat. Gotina wê ya dawî 'bavê de li ber derî ye' û êdî deng jê nehat. Bi tirs tenê ev gotin ji devê wê derket. Diyar bû dixwest işaretekî bide, tiştekî bêje. Piştre dengê wê qut bû. Min li ser hef gelek caran lê geriya, lê careke din telefon venekir. Piştre min agahî da xwişka xwe ya li Enqereyê. Min ji wê xwest ku xizmekî me zû biçe malê. Xwişka min li xwarziyê xwe geriya ye û wî jî gotiye ez ê biçim; lê bi saetan li bendê maye ku biçe. Ji ber ku xwarziyê min dereng neçû ye, bi saetan birîndar maye. Di vê navberê de saet bû 18.00. Piştre li nêzî mala me dikanek heye, me li wan geriya û xwest ew biçe. Ew jî di serî de neçûye, piştre çûye li derî daye, bavê min derî vekiriye. Dema bavê min derî vedike, çavên wî sor bûne. Dizane bavê min tiştek kiriye. Dikandar li zarokan dike qêrîn û dibêje ku 'tiştek tune' û ji ber derî diçe."
'NEHIŞTIN DAIYKA MIN RIZGAR BIKIN’
Temel destnîşan kir ku dikandarê ku wan şandiye malê, her tişt ji wan re gotiye û wiha pê de çû: "Piştre li xwişka min digere û dixwaze ku agahiyê bide polîsan. Min jî li polîsan gerî. Lê heta me ew qas kes xistin dewrê, gelek dem derbas bû. Min saet di 22.00'an de li polîsan gerî. Polîs şev saet di 24.00'an de diçe. Ambûlansê dixwazin û dayika min radikin nexweşxaneyê. Min sibetira din bi girtîgehê re axivî û rewşa dayika xwe vegot. Lê destûr nedan ez derkevim. Dema wan destûr nedan, ez ji xwarin û vexwarinê ketim. Heta 10'ê Sibatê ez di nava wê êşê de mam."
'SERBEST BERDAN, PIŞTRA GIRTIN’
Temel aşkera kir ku dema ji girtîgehê derketiye, çûye nexweşxaneyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bijîşk dema got 'rewş xirab e' ez ketim beşa lezgîn û min sûretê wê maç kir. 2 saet derbas bû, dayika min jiyana xwe ji dest da. Wekî ku li benda dîtina min mabû. Piştre min bihîst ku bavê min di îfadeya yekemîn de serbest hatiye berdan û piştre hatiye ber nexweşxaneyê. Lê xizmên dayika min berdan wî. Xizmên me li polîsan digerin û dibêjin ku 'We çima kesê ev jin kuşt serbest berda?' Polîs jî bersiva 'Me peywira xwe pêk anî, dozger berda'a dide. Piştî mirina dayika min, bavê min girtin. Zilamek jinekî dikuje, piştre serbest digere. Cara duyemîn jî min ew da girtin. Zilam reviye çûye Şirnexê. Dema direve, telefona ku dayika min dide xebatê jî digire gel xwe. Destpêkê kesekî din telefon vekir. Piştî wan got 'Em dixwazim alîkariya xizmê xwe yê Ahmet bikin', wî zilamî têlefon jê stand û bixwe axivî. Me piştre ew hejmar da polîsan û bi rêya wê hejmarê me ew dît."
'EZ NAXWAZIM BÊJIM EW BAVÊ MIN E'
Temel got ku ew naxwaze bêje Ahmet Temel 'bavo' û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di dilê dayika min de pîl hebû, piyê seqet bû. Êdî bi betonê li serê dayika min bide, çi lê bide ez nizanim, bi îşkenceyê kuştiye. Bi saetan wisa birîndarî maye. Min di girtîgehê de bi dehan kesî geriya, lê me ew rizgar nekir. Ev zilamê ku îşkence li dayika min kir, divê cezayê xwe bikişîne. Heta ew ceza negire, dê di hundur de rihet nesekine. Ji bo dayika min bijî, min ciwantî û jiyana xwe feda kir. Lê dîsa jî min pêşî li kuştina wê negirt. Dibe pîr bûbe, lê divê tiştên ku wî bi salan kir, divê hesabê wê bide."
MA / Nîmet Olmez