Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin

  • rojane
  • 13:58 27 Çile 2022
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û nûnerê DÎSK’ê yê Anatoliya Navîn Tayfun Gungor nîqaşên li ser riya sêyêmîn nirxandin û bang li rêxistinên kedê û hêzên demokrasiyê kirin ku bingaha rêya sêyemîn xurt bikin.
 
Nîqaşên li ser civîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel 8 partî û tevgerên siyasî li dar xist, didomin. Di civîna van partî û tevgerên siyasî de li ser "Tifaqa Demokrasiyê" hat axaftin û nîqaşkirin. HDP vê tifaqê wek rêya sêyemîn dibîne. Ji ber vê yekê ye ku sendîka û muxalefetiya civakî jî girîngiyê didin “Tifaqa Demokrasiyê." Hevserokê Giştî yê Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK) ê Anatoliya Navîn Tayfun Gungor li ser mijarê tifaqa demokrasiyê ji ajansa me re axivîn û derbarê mijarê de nirxandinan kirin.
 
 
'HEWCEHÎ BI POLÎTÎKAYÊN NÛ HEYE'
 
Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk li ser pêvajoyê û li ser lêgerînên çareseriya rêya sêyemîn nirxandinên xwe parve kir. Bozgeyîk anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewcehî bi polîtikayên nû heye û got: "Ji bo vê jî banga HDP’ê a ji bo tifaka demokrasiyê pir girîng e û hewce ye bê xurtkirin." Bozgeyîk got ew wek KESK'ê vê pêvajoyê erênî dibînin. 
 
'DIVÊ TIFAQ MEZIN BIBE'
 
Bozgeyîk bal kişand ser mezinkirina Tifaqa Demokrasiyê û rêya sêyemîn  û got hemû derdorên li ser vê yekê tên cem hev, divê li dor hin hempeymaniyan lev bikin. Bozgeyîk ji bo listikên AKP-MHP’ê hişyarî da û got ew ji bo dirêjkirina emrê xwe tevdigerin û dê tevbigerin.
 
HÊVÎ, TEKOŞÎNA BI HEV RE YE
 
Bozgeyîk di nirxandinên xwe de li dijî tifaqên şer mînaka Tifaqa Demokrasiyê da û wiha got: “Ji polîtîkayên li dijî demokrasiyê, tundî, zimanê kînê, bê hiqûqî gelek kesar zirar dîtin. Civak ji ber van polîtîkayan hat asta fetisandinê. Heke Tifaqa Demokrasiyê were avakirin dê civak bêhnê bistîne û wê hêvî bide civakê. Li Ewropayê jî bi pêşketina van tifaqan demokrasî ewqas pêş ket. Mirovahî ji avakirina van tifaqan sûdê wergirt û ji rejîmên otorîter xelas bû."
 
'BI HER AWAYÎ HILDIWEŞE'
 
Nunerê DÎSK'ê yê Anatoliya Navîn Tayfun Gungor jî têkçûna kar û barên ewlehî, aborî, siyasî, civakî û karên dewletê bi bîr xist û wiha got: “Ji serî heya binî her tiştên vê îqtidarê hildiweşe." 
 
BANGA DEMOKRASIYÊ
 
Gungor di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di pêvajoyeka hilbijartina pêşwext ku qala wê tê kirin, pêdivî bi avakirina rêya sêyemîn heye û wiha got: “Dixwazin gel mecbûrî du tifaqan bikin. Ji xeynî van her du tifaqan, hewcehî bi riyekî din ango tifaqek din heye. Em banga HDP’ê wek derfetekî kedê, demokrasiyê û aştiyê dibînin. Dema ku her kesek ji aliyê xwe tevlî vê bangê bû û berpirsyariya xwe bi cî anî, tifaqa rêya sêyemîn dê ronîkirina rêya demokrasiyê li Tirkiyeyê bide avakirin. Divê ev yek pêk were û piştî hilbijartinê jî ev tifaq bidome."
 
HEWLDANA JI BO TIFAQÊ KELÊCANÊ ÇÊKIR 
 
Gungor anî ziman ku hewldana avakirina tifaqê di nava civakê û hêzên demokrasiyê de kelêcanek çêkiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kelêcanek heye lê belê ev tenê bi serê xwe têr nake, peywira me ya ku derdorên cuda jî bikişînin cem xwe heye. Hewce ye tevlîbûn bê dewlemendkirin û bi vî awayî em ê ji vê zilma ku hatiye avakirin xelas bibin." 
 
MA/ Firat Can Arslan
 

Sernavên din

31/05/2022
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket
12:02 FT: Dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan ji bo herêmê xetere ye
11:11 Ji bo êrişên li dijî Başûr plana nû: Tîma Xencerê û Lîwa 4 xistin dewrê
10:06 Nivîskar Can: Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da
09:07 Berteka astengdarên Amedê: Em ji du gavan carekê li dolabên berfemotê diqelibin
09:06 Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê
09:05 Şanoger: Em ê serî netewînin
09:02 Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran: Li dijî tecrîdê divê herkes destê xwe bike bin kevir
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN
29/05/2022
20:13 Polisan bi hinceta tevlîbûna 'Meşa Şoreşê' 16 ciwanan binçav kir
17:25 Helbestvan Merwanî pirtûka xwe ya 'Reqsa Perperokan' îmze kir
16:35 Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin
16:24 Aydenîz: Tevî her cureyên zextan jî nekarîn encamekî bi dest bixin
16:01 Prof. Dr. El-Dîn: Tecrîdeke dijmirovî li ser Ocalan heye
15:32 Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
15:26 Ji rêxistinên ziman li dijî qedexeyan helwesteke hevpar
15:00 Pêşengeha wêneyan a zarokan berdewam dike
14:46 Ji ber çêkirina qereqolê li Şênê dar têne birîn
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin
14:05 Di şerê Zapê de 22 leşker hatin kuştin
13:52 Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da
13:06 Mitînga Spî ya kedkarên tenduristiyê dest pê kir
13:05 Betalî ji bêgavî berê wan dide şert û mercên dijwar
12:29 Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir
12:28 Di topbarana Tirkiyeyê de li Eyn Îsayê sivîlek birîndar bû
12:12 Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin
11:21 Çalakiya karkerên malan bar dikin didome
11:19 Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin
11:13 Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî
10:35 Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
10:29 Ji xwendekarên li Dêrsimê hatine binçavkirin 6 jê hatin berdan
10:26 Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e
10:05 Xelkê Amedê: Heke em welatê xwe neparêzin dê kesek bo me neparêze
09:24 Ji bo daweta midûrê emniyetê OHAL hat ragihandin!
09:12 Ekolojîst Yanliç: Armanca hilweşandina xwezayê bêmirov hiştine
09:08 Akman a di Nobeta Edaletê ku hatibû derbkirin: Dewlet ji dayikan bihêztir nîne
09:06 Pêşmergeyê Gulan: Hevkariya Barzanî bedelên ku me dayîn vala derdixe
09:04 Ji bo kurê xwe yê girtiyê nexweş ê giran di Nobeta Edaletê de ye
09:02 Jinên HDP’yî xwe ji kongreyê re amade dikin: Em ji bo avakirina nû tên