Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin 2022-01-27 13:58:27   ENQERE - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û nûnerê DÎSK’ê yê Anatoliya Navîn Tayfun Gungor nîqaşên li ser riya sêyêmîn nirxandin û bang li rêxistinên kedê û hêzên demokrasiyê kirin ku bingaha rêya sêyemîn xurt bikin.   Nîqaşên li ser civîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel 8 partî û tevgerên siyasî li dar xist, didomin. Di civîna van partî û tevgerên siyasî de li ser "Tifaqa Demokrasiyê" hat axaftin û nîqaşkirin. HDP vê tifaqê wek rêya sêyemîn dibîne. Ji ber vê yekê ye ku sendîka û muxalefetiya civakî jî girîngiyê didin “Tifaqa Demokrasiyê." Hevserokê Giştî yê Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk û Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK) ê Anatoliya Navîn Tayfun Gungor li ser mijarê tifaqa demokrasiyê ji ajansa me re axivîn û derbarê mijarê de nirxandinan kirin.     'HEWCEHÎ BI POLÎTÎKAYÊN NÛ HEYE'   Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk li ser pêvajoyê û li ser lêgerînên çareseriya rêya sêyemîn nirxandinên xwe parve kir. Bozgeyîk anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewcehî bi polîtikayên nû heye û got: "Ji bo vê jî banga HDP’ê a ji bo tifaka demokrasiyê pir girîng e û hewce ye bê xurtkirin." Bozgeyîk got ew wek KESK'ê vê pêvajoyê erênî dibînin.    'DIVÊ TIFAQ MEZIN BIBE'   Bozgeyîk bal kişand ser mezinkirina Tifaqa Demokrasiyê û rêya sêyemîn  û got hemû derdorên li ser vê yekê tên cem hev, divê li dor hin hempeymaniyan lev bikin. Bozgeyîk ji bo listikên AKP-MHP’ê hişyarî da û got ew ji bo dirêjkirina emrê xwe tevdigerin û dê tevbigerin.   HÊVÎ, TEKOŞÎNA BI HEV RE YE   Bozgeyîk di nirxandinên xwe de li dijî tifaqên şer mînaka Tifaqa Demokrasiyê da û wiha got: “Ji polîtîkayên li dijî demokrasiyê, tundî, zimanê kînê, bê hiqûqî gelek kesar zirar dîtin. Civak ji ber van polîtîkayan hat asta fetisandinê. Heke Tifaqa Demokrasiyê were avakirin dê civak bêhnê bistîne û wê hêvî bide civakê. Li Ewropayê jî bi pêşketina van tifaqan demokrasî ewqas pêş ket. Mirovahî ji avakirina van tifaqan sûdê wergirt û ji rejîmên otorîter xelas bû."   'BI HER AWAYÎ HILDIWEŞE'   Nunerê DÎSK'ê yê Anatoliya Navîn Tayfun Gungor jî têkçûna kar û barên ewlehî, aborî, siyasî, civakî û karên dewletê bi bîr xist û wiha got: “Ji serî heya binî her tiştên vê îqtidarê hildiweşe."    BANGA DEMOKRASIYÊ   Gungor di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di pêvajoyeka hilbijartina pêşwext ku qala wê tê kirin, pêdivî bi avakirina rêya sêyemîn heye û wiha got: “Dixwazin gel mecbûrî du tifaqan bikin. Ji xeynî van her du tifaqan, hewcehî bi riyekî din ango tifaqek din heye. Em banga HDP’ê wek derfetekî kedê, demokrasiyê û aştiyê dibînin. Dema ku her kesek ji aliyê xwe tevlî vê bangê bû û berpirsyariya xwe bi cî anî, tifaqa rêya sêyemîn dê ronîkirina rêya demokrasiyê li Tirkiyeyê bide avakirin. Divê ev yek pêk were û piştî hilbijartinê jî ev tifaq bidome."   HEWLDANA JI BO TIFAQÊ KELÊCANÊ ÇÊKIR    Gungor anî ziman ku hewldana avakirina tifaqê di nava civakê û hêzên demokrasiyê de kelêcanek çêkiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kelêcanek heye lê belê ev tenê bi serê xwe têr nake, peywira me ya ku derdorên cuda jî bikişînin cem xwe heye. Hewce ye tevlîbûn bê dewlemendkirin û bi vî awayî em ê ji vê zilma ku hatiye avakirin xelas bibin."    MA/ Firat Can Arslan