KNK'ê ji bo têkbirina DAIŞ'ê bang li hêzên navneteweyî kir

  • rojane
  • 09:10 27 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - KNK'ê destnîşan kir ku ji bo pêşî li gefa DAIŞ'ê ya li ser Rojava bê girtin pêwîstî bi piştgiriya navneteweyî heye û bang li hêzên navneteweyî kir. 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li dijî gefa DAÎŞ'ê peyamek weşand û bang li saziyên navneteweyî kir. KNK'ê di daxuyaniya xwe destnîşan kir ku di salvegera 7'an a rizgarkirina Kobanê de DAIŞ ji nû ve derketiye holê û gefeke mezin li gelên Sûriyeyê xwar.
 
KNK'ê bi bîr xist ku DAIŞ'ê di 20'ê çileyê de ji bo revandina 5 hezar endamên xwe yên li Girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê dest bi êrişê kir û ev tişt got: "Ev hewldana mezin û koordîneyî ya revandina ji girtîgehê bi piştgiriya hêzên herêmî hate kirin. Rejîma Sûriyeyê bi jinedîtîhatina liv û tevgera DAÎŞ'ê ji êrişê re bû alîkar. Dewlet û artêşa Tirk jî bi balafirên şer û keşfê ku li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi kar anî bû alîkar û hîn jî dibe alîkar. Her wiha bi sedan çeteyên cîhadîst ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin derbasî gundên li derdora Hesekê hatin kirin. Ji 20'ê Çileyê û vir ve hêzên HSD'ê  ji bo kontrolkirina vê metirsiyê bi lehengî şer dike. Gelek mehkûmên DAÎŞ'î hînê serbest in û şaneyên razayî yên DAIŞ'ê çalak bûne. Metirsî hîn bi dawî nebûye. Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û piştevanên wê nabe ku tenê ji HSD'ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê hiştin. DAÎŞ gefeke li ser ewlehiya global û tevahiya welatên Ewropayê û cîhanê."
 
KNK'ê diyar kir ku dewletên welatiyên wan di nava DAIŞ'ê de hene, wergirtin û darizandina van DAIŞ'iyên xwe red kirin, mîna bombeyeke eyarkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hiştin û destnîşan kirin ku van dewletan li şûna piştgiriya bi HSD'ê re, giranî dan ser tifaqa bi dewleta Tirk re ku ev dewlet bi rengê leşkerî û her awayî piştgiriya DAIŞ'ê dike.
 
KNK'ê da zanîn ku liv û tevgera dewleta Tirk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê destketiyên di şerê dijî DAIŞ'ê de hatine bidestxistin dixe rîskê û ev tişt got: "Ji ber vê yekê her dewleta ku ji dil dixwaze dawî li vê gefê bîne, divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê û li dijî rejîma Tirk helwesteke zelal nîşan bidin."
 
KNK'ê bang li Neteweyên Yekbûyî, NATO, Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo têkbirina DAIŞ'ê, Yekitiya Ewropa, Yekitiya Efrîka û Lîga Ereb kir ev kar bikin: 
 
1- Karê vegerandina endamên DAIŞ'ê li welatê xwe hêsan bikin û piştgiriyê bidin avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ'iyan.
 
2- Dewleta Tirk ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve bê tecrîdkirin, yan jî ji ber piştgiriya xwe ya bi DAIŞ'ê re li dadgeheke navneteweyî bê darizandin.
 
3- Piştgiriya ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê zêdekirin û bi rengekî fermî bê naskirin."

Sernavên din

16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin