KNK'ê ji bo têkbirina DAIŞ'ê bang li hêzên navneteweyî kir 2022-01-27 09:10:37 NAVENDA NÛÇEYAN - KNK'ê destnîşan kir ku ji bo pêşî li gefa DAIŞ'ê ya li ser Rojava bê girtin pêwîstî bi piştgiriya navneteweyî heye û bang li hêzên navneteweyî kir.  Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li dijî gefa DAÎŞ'ê peyamek weşand û bang li saziyên navneteweyî kir. KNK'ê di daxuyaniya xwe destnîşan kir ku di salvegera 7'an a rizgarkirina Kobanê de DAIŞ ji nû ve derketiye holê û gefeke mezin li gelên Sûriyeyê xwar.   KNK'ê bi bîr xist ku DAIŞ'ê di 20'ê çileyê de ji bo revandina 5 hezar endamên xwe yên li Girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê dest bi êrişê kir û ev tişt got: "Ev hewldana mezin û koordîneyî ya revandina ji girtîgehê bi piştgiriya hêzên herêmî hate kirin. Rejîma Sûriyeyê bi jinedîtîhatina liv û tevgera DAÎŞ'ê ji êrişê re bû alîkar. Dewlet û artêşa Tirk jî bi balafirên şer û keşfê ku li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi kar anî bû alîkar û hîn jî dibe alîkar. Her wiha bi sedan çeteyên cîhadîst ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin derbasî gundên li derdora Hesekê hatin kirin. Ji 20'ê Çileyê û vir ve hêzên HSD'ê  ji bo kontrolkirina vê metirsiyê bi lehengî şer dike. Gelek mehkûmên DAÎŞ'î hînê serbest in û şaneyên razayî yên DAIŞ'ê çalak bûne. Metirsî hîn bi dawî nebûye. Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û piştevanên wê nabe ku tenê ji HSD'ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê hiştin. DAÎŞ gefeke li ser ewlehiya global û tevahiya welatên Ewropayê û cîhanê."   KNK'ê diyar kir ku dewletên welatiyên wan di nava DAIŞ'ê de hene, wergirtin û darizandina van DAIŞ'iyên xwe red kirin, mîna bombeyeke eyarkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hiştin û destnîşan kirin ku van dewletan li şûna piştgiriya bi HSD'ê re, giranî dan ser tifaqa bi dewleta Tirk re ku ev dewlet bi rengê leşkerî û her awayî piştgiriya DAIŞ'ê dike.   KNK'ê da zanîn ku liv û tevgera dewleta Tirk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê destketiyên di şerê dijî DAIŞ'ê de hatine bidestxistin dixe rîskê û ev tişt got: "Ji ber vê yekê her dewleta ku ji dil dixwaze dawî li vê gefê bîne, divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê û li dijî rejîma Tirk helwesteke zelal nîşan bidin."   KNK'ê bang li Neteweyên Yekbûyî, NATO, Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo têkbirina DAIŞ'ê, Yekitiya Ewropa, Yekitiya Efrîka û Lîga Ereb kir ev kar bikin:    1- Karê vegerandina endamên DAIŞ'ê li welatê xwe hêsan bikin û piştgiriyê bidin avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ'iyan.   2- Dewleta Tirk ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve bê tecrîdkirin, yan jî ji ber piştgiriya xwe ya bi DAIŞ'ê re li dadgeheke navneteweyî bê darizandin.   3- Piştgiriya ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê zêdekirin û bi rengekî fermî bê naskirin."