WAN - Dadger, ji 4 rojnamegerên di sala 2015'an de li Wanê nûçe çêkiribûn û dihatin darizandin, li Bedran Babat û Mustafa Ece ji xala 301'an a TCK'ê ji bo her yekî 5 meh ceza birî.
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK'ê hat girtin, ji ber nûçeya "Emniyet li Westanê hilbijartinan deq dike" der barê Serokê Lijneya Rêveberiya DÎHA'yêZekeriya Guzupek, rojnameger Ferhat Çelîk, Bedran Babat, Mustafa Ece û Hevseroka HDP'a Westanê Nezahat Sumer de, bi îdiaya "Heqaret li peywirdarên cemaweriyê kirine" doz li wan hat vekirin, danişîna dozê ya biryarê li Adadgeha Cezayê Asliyeyê ya Westanê hat dîtin. Di danişînê de parêzer Sultan Uruk û Nesahat Surme amade bûn. Surme îfadeya xwe ya berê dubare kir.
Parêzer Sultan Uruk da zanîn ku Ece û Babat wê demê hin îdia anîne rojevê, ev ne sûc e û divê di çavçoveya azadiya remanê de bê nirxandin û xwest miwekîlên wê serbest bên berdan.
GUZUPEK Û ÇELÎK BERAET KIRIN
Dadgehê dozê biryara xwe aşkera kir, ji madeya 301/1 a TCK'ê, 6 meh ceza li Ece, Baba û Surme birî. Dadgehê mehek cezayê rojnameger û siyasetmedaran daxist û 5 meh ceza da wan û ceza 5 salan paşve xist. Der barê Zekeriya Guzupek û Ferhat Çelîk de jî bê sûc dît û ew beraet kirin.