STENBOL– Malbata Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re çê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir. Heta niha malbatan 64 caran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dane û hemû serlêdanên wan hatine redkirin.
Malbata Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo roja duşemê bi xizmên xwe re hevdîtinê çê bikin serî li Serdozgeriya Bûrsayê dabûn. Ji malbata Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan serî li dozgeriyê dan. Her wiha malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li Îmraliyê jî serî li dozgeriyê dan. Lê belê dozgeriyê serlêdanan malbatan red kir.
Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha malbatan 64 caran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dane û hemû serlêdanên wan hatine redkirin.
SERLÊDANA PARÊZERAN JÎ HAT REDKIRIN
Her wiha parêzerên Ocalan parêzer Newroz Ûysal, Serbay Koklu û Raziye Tûrgût jî ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çê bikin, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê belê serdozgeriyê serlêdana parêzeran jî red kir.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çê bikin û hemû serlêdanên wan bi bi hincetên wekî "Rewşa hewayê nebaş e", "Keştî xerabe ye" û "Rewşa Awarte" tên redkirin.
Heta niha parêzeran 734 caran ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dane, lê belê hemû serlêdanên wan hatine redkirin.