AMED - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, ji ber ferzkirina jimariya nîzama leşkerî qebûl nekirin, gardiyanan ew derb kirin. Hat diyarkirin ku bi derbkirinê dest û piyên hin girtiyan şikiyaye.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê, di hevtîna heftane ya bi malbatên xwe de ragihandin ku gardiyanan êrîşî wan kiriye.
'PIYÊN HIN GIRTIYAN ŞIKAYENE'
Nûrî Dîkîcî, bavê Hamît Dîkîciyê girtî, îro bi riya telefonê bi kurê xwe re hevdîtin çê kir û ev tişt gotin: "Ji ber girtiyan ferzkirina jimariya di nîzama leşkerî de red kiriye gardiyanan avêtiye ser qawîşên wan û êrîşî wan kirine. Bêyî bêjin nexweş û extiyar hene, êrîşî herkesî kirine. Dest û piyên hin girtiyan şikiyaye." Dîkîcî, diyar kir ku girtî bang li raya giştî dikin ku bi hesasiyet tev bigerin.
Her wiha hin malbatan têkildarî mijarê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.
Girtiyên li Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê û Girtîgeha Tîpa E ya Kirklareliyê, berê gotibûn ku di çarçoveya giştînameya ji Wezareta Dadê hatiye rêbaza nîzama leşkerî ya 12'ê Îlonê li wan tê ferzkirin.