STENBOL - Di danişîna ewil a doza akademîsyenên ku ji ber danezana "Em ê nebin hevparê vî sûcî" îmze kirin li wan hat vekirin de dadgehê ceza birî. Sal û 3 meh ceza li akademîsyen Ayda Rona Aylin Altibay Cîngoz hat birîn.
Doza 10 akademîsyenên ji ber danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û li wan hat vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 32'yan a Stenbolê pêk tê. Pêşî danişîna Peywirdara Lêkolînê ya Zanîngeha Stenbolê Ayda Rona Aylin altinay Cîngoz pêk hat. Di danişîna ku Cîngoz jî tev lê bû de, piştî tespîtkirina nasnameyê dozger mutalaaya xwe ya der barê berê esasiya dozê de da. Dozger ku got "Her çi qas danezan ji bo îmzekirinê li ser înternetê hatibe berpêşkirin jî, armanc berbelavkirina fikrên rêxistinê ye" anî ziman ku di danezanê de bi taybetî peyvên wekî dagirkirina, kuştin hatine hilbijartin. Dozger xwest Cîngoz bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" bê cezakirin.
Parêzer Arin Gul Yenîaras li hemberî mutalaayê parêzî kir. Aras, doza beraeta muwekîla xwe kir.
Piştî parêziya parêzer, heyeta dadgehê navber da danişînê. Heyeta dadgehê di biryara xwe de bi îdiaya "Propagadaya rêxistinê" sal û 3 meh ceza li Cîngozê birî.
Her wiha dadgehê biryara da ku, ceza bê taloqkirin.