STENBOL - Mutalaaya yekem a der barê akademîsyenên ku ji ber danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" îmze kirin tên darizandin, hat dayîn.
Doza 10 akademîsyenên ji ber danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û li wan hat vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 32'yan a Stenbolê pêk tê. Pêşî danişîna Peywirdara Lêkolînê ya Zanîngeha Stenbolê Ayda Rona Aylin altinay Cîngoz pêk hat.
Di danişîna ku Cîngoz jî tev lê bû de, piştî tespîtkirina nasnameyê dozger mutalaaya xwe ya der barê berê esasiya dozê de da. Dozger ku got "Her çi qas danezan ji bo îmzekirinê li ser înternetê hatibe berpêşkirin jî, armanc berbelavkirina fikrên rêxistinê ye" anî ziman ku di danezanê de bi taybetî peyvên wekî dagirkirina, kuştin hatine hilbijartin. Dozger xwest Cîngoz bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" bê cezakirin.
Piştî mutalaayê, parêzer Arin Gul Yenîaras dest bi axaftinê kir. Niha danişîn bi axaftina parêzer didome.