RIHA – Ji 8 DBP’î yên li navçeya Siwêrega Rihayê hatin binçavkirin 4 ji wan hatin girtin.
Li navçeya Siwêrega Rihayê di 20’ê sibatê de 8 rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibûn binçavkirin. 8 rêveber pitşî îfadeyên li miduriyeta polîsan ew derxistin Edliya Rihayê. Rêveberên DBP’ê Abdullah Akdogan, Tahsîn Yoldaş, Cengîz Yoldaş û Kamil Devebakan bi hinceta li ser medya civakî bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirine” hatin girtin.
4 rêveberên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.