ŞIRNEX – Dayika Aştiyê Nahîde Ormanli (55) ku ji ber cezayekî wê yê hatibû teqezkirin 4 meh berê hatibû girtin, tenduristiya wê nebaş e. Hat hînbûn ku tim tansiyona Ormanliyê zêde dibe û zihîf dibe.
Li Silopiyaya Şirnexê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nahîde Ormanli (55), bi hinceta di sala 2011'an de tev li çalakiyan bûye der barê wê de bi îdiaya "Bêyî endama rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye" doz hatibû vekirin û paşê 4 sal û 8 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî 2 sal û nîvên li Girtîgeha Mêrdînê Ormanli hatibû berdan. Lê belê piştî Dadgeha Bilind cezayê wê pesend kir, di 31'ê Cotmeha 2017'an de hat girtin.
ZIHÎF DIBE
Ji 13 zarokên Ormanli 2 jê di pevçûnên ku di dîrokên cuda de qewimîn jiyana xwe ji dest dane. Ormanli ku niha di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de ye û hat hînbû ku dê nêzî 10 mehan di girtîgehê de bimîne, ji ber şert û mercên girtîgehê tansiyona wê radibe û nexweşîna şekir hêdî hêdî lê peyda dibe. Ferdên malbatê yên çend roj berê çûn girtîgehê, diyar kirin ku ormanli di qawîşeke 4 kesî de dimîne. Ferdên malbatê diyar kirin ku her çi qas carinan wê dibin nexweşxaneyê jî, lê belê her diçe rewşa wê ya tenduristiyê xerabtir dibe û zihîf dibe.