WAN - Xebatkarên rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Welat Şukran Erdem û Mîzgîn Fendîk ên polîsan duh ew binçav kirin bi şev hatin berdan.
Li Wanê, polîsan xebatkarên rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Welat Şukran Erdem û Mizgîn Fendîk ên duh rojname belav dikirin, binçav kirin. Erdem û Fendîk ên li ser îxbarê hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna li midûriyeta polisan şevê din hatin berdan.