EDENE - Ji ber piraniya penaberên Helebê hatine Edeneyê, navê Kolana Mîrza Çelebî wekî "Kolana Helebê" tê bilêvkirin. Sûriyeyiyên li vê kolanê, ji bo gotinên Erdogan ên "Em ê wan bişînin Efrînê" gotin: "Şer didome, em naxwazin biçin. Ger bi zorê me bişînin, em ê jî biçin Helebê."
Ji ber şerê li Sûriyeyê nêzî 3 milyon û nîv sûriyeyî bûn penaber. Li gor daneyên 2017'an ên Gerînendetiya Îdareya Koçberiyê ji vana milyon û 852 hezar û 563 jê mêr, milyon û 571 hezar û 674 jê jin bi giştî 3 milyon û 424 hezar û 237 penaberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê hene. Herî zêde jî li Edeneyê dijîn. Li gor qeydên 2017'an 150 hezar û 149 penaber li Edeneyê dijîn. Piraniya vana jî di konên serobero de dijîn.
Piraniya Sûriyeyên li Edeneyê li taxên Mîrza Çelebî û Kocavezîr dimînin. Li nêv herdu taxan jî kolana herî qelebalix Kolana Mîrza Çelebî heye û gel vê kolanê wekî "Kolana Helebê" bi lêv dike. Tabelayên bi erebî yên li ser dikanên li kolanê balê dikêşin û dîmena xwe dide der jî wekî ev tax ne taxeke Tirkiyeyê, lê ya welatekî ereb be.
NAXWAZIN JI SÛRIYEYA BIÇÛK BIÇIN
Li vê kolana ku muzîkên bi erebî lê dikevin û bi erebî tê axaftin, jinên bi çarşefên reş û mêrên bi rî dixuyên. Penaberên sûriyeyî ji van dikanên ku penaberên sûriyeyî vekirine alvêrê dikin. Penaberên ku çand û edetên xwe jî bi xwe re anîne, hema bêje li vir ji xwe re Sûriyeyeke biçûçik ava kirine.
Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan têkildarî operasyona Efrînê gotibû: "Em ê Efrînê ji terorîstan paqij bikin û 3 milyon nîv sûriyeyên penaber bûne li vir bi cih bikin." Lê belê penaberan bertek nîşanî van gotinên Erdogan dan û gotin qethiyen ew ê neçin.
'NE EFRÎN, EM Ê BIÇIN HELEBÊ'
Ebû Ebbes Omer, ku got 5 sal berê tevî malbata xwe ji Helebê koçî Edeneyê kiriye, diyar kir ku ji ber şer hîn jî didome ew naxwazin biçin Sûriyeyê û got: "Erdogan gelek tişt gotin, lê nekir. Wê nikaribe me bişîne Efrînê."
Penaber Zeyad Nejar jî got: "Li wir şer hîn jî didome, em naxwazin biçin. Ger me bişînin jî, em ê biçin axa xwe Helebê."
Penaberekî Sûriyeyî yê navê xwe negot jî, destnîşan kir ku Tirkiye tim li ser sûriyeyiyan siyasetê dike û daxuyaniya dawî jî perçeyeke vê siyasetê ye. Penaberê nexwest navê xwe bêje, destnîşan kir ku berê jî ew gelek caran bi cudaparêziyê re rû bi rû mane û li deverên ku xebitîne keda wan hatiye xespkirin. Penaber got: "Ez ji Helebê hatim. Niha li cem şîrînfiroşekî dixebitim. Me li vir ji xwe re jiyanek ava kir. Ger me bi zorê jî bişînin em ê neçin Efrînê. Wê me neşînin, tenê eware dikin. Pêşî gotin em ê we bikin welatiyên xwe. Lê niha jî dibêjin em ê we bişînin. Em naxwazin biçin. Çimkî niha şer berdewam e."
‘EZ BACÊ DIDIM DEWLETÊ'
Muhammed Kelesê li Kolana Helebê biharatfiroşiyê dike jî, got 5 sal berê ew ji Helebê koç bûne û hatine û wî li vir dikin vekiriye. Keles got: "Ez bacê didim dewletê. Em li vir bi cih bûn, zarokên min li vir dixwînin. Bi zorê be jî bi awayekî em bi cih bûn. Ger em biçin wir wê tiştek di destê me de nemîne. Em ê nikaribin karê xwe bikin. Em naxwazin biçin Efrînê. Ger me bi zorê bişînin jî, em ê biçin Helebê. Hîn nediyar e ka wê çi bibe, şer didome. Hîn jî me tiştek fêm nekiriye."
MA / Hamdullah Kesen-Nurhan Kuzu