AMED - Endamê Lijneya Rêveberiyê û MYK'a AKP'ê Prof. Dr. Mehmet Emîn Yilmaz, yê li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê peywirdar e, 2 kur, keç û zavayê xwe di beşa xwe de bi cih kir.
Hat îdiakirin ku Serokê Beşa Zanyarî Nefrolojî û Beşa Zanyariya Nexweşyên Hundur û Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Emîn Yilmaz, 2 kur, keç û zavayê xwe wekî akademîsyen di beşa xwe de bi cih kir. Yilmaz di 3'yemîn Konreya Mezin a Awarte ya AKP'ê de wekî endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) hatibû hilbijartin, di heman demê de wekî endanê Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) hat tayînkirin. Bi vê ve girêdayî wekî Serokê Beşa Zanyarî Nefrolojî û Beşa Zanyariya Nexweşyên Hundur û Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê jî hat tayînkirin, piştre hemû ferdên malbatê di beşa xwe de bi cih kir.
Kurê xwe Zulfîkar Yilmaz, wekî Doçentê Alîkariya Beşa Zanyariyên Nefrolojiyê tayîn kir. Dîsa bi heman şeklî zavayê xwe Emre Aydin, wekî kadroyê Doçentê Alîkariyê di Nefrolojiyê de bi cih kir. Keça xwe Fatma Yilmaz Aydin jî wekî Pispora Diyalîzê di qada Zanyariyên Tibbî ya zanîngehê de bi cih kir. Herî dawî jî kurê xwe Kamîl Yilmaz wekî kadroyê Doçentiya Alîkariya Pisporê nexweşiyê Zarokan a zanîngehê de bi cih kir. Ev beş piştî derbeya 15'ê Tîrmehê di zanîngehê de wekî tekane kontejanê hatibû vekirin.
Ev pewyirdarkirinên ku em qala wan dikin, di malpera înternetê ya zanîngehê de bi rihetî dikare bê dîtin.