'Çima li dijî modela kurdan derdikevin?’

  • rojane
  • 09:20 23 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL - Rojnamevan-nivîskar Oya Baydar yek ji wan kesan bû li dijî operasyona Efrînê derket û ji wekîlan re name şand, ev pirsa kir: "Çima li dijî modela kurdan derdikevin?" 

Rojnamevan-nivîskar Oya Baydar di nava 170 kesên ku li dijî operasyona Efrînê derketin û ji wekîlan re name şandin de cih digirt. Piştî name şandin, Serokomar Tayyîp Erdogan bi gotinên wekî "Xayîn û bêwijdanan" ew kirin armanc. Baydar nêrînên xwe yên der barê Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de anîn ziman.
 
‘AŞTÎ WEKÎ SÛC DÎTIN, DIVÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Baydar diyar kir ku piştî li dijî şer derketine û name ji hikumetê re şandine, ew kirine armanc û ev tişt got: "Nameyên ku me bi berpirsyariya hilbirêj û welatiyan ji wekîlan re şand, berî tevgera li dijî Efrînê û gotinên Tayyîp Erdogan ên wekî 'em ê di şevekê de ji nişkêva werin' û amadekariyan hatibû nivîsandin. Me dizanibû ku dê mudaxaleyeke wiha encamên xirab hem ji bo navxweyî û hem jî ji bo derveyê welat bi xwe re bîne. Ji bo wê me berpirsyariyeke wiha da ser milê xwe. Piştre tevgera li dijî Efrînê dest pê kir, Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan em wekî 'xayîn, bêwijdan, bêşeref û beredayî' îlankirin. Rojnameyên wekî Akît, Yenî Şafak, Sabah û hwd, ev wekî derfetekê dîtin û li ser medyaya civakî gotinên 'bila bimirin', 'ji welatiyê derxin' û 'xayînên welat' em kirin armanc. Desthilatdariyê nijadperestî sor kir, kesên aştî parastin û nexwest zarok jiyana xwe ji dest bidin, sûcdar da nîşan."
 
‘TIRKIYE WINDA DIKE’
 
Baydar der barê siyaseta CHP'ê ya "hevgirtina neteweyî" û operasoyona li dijî Efrînê de ev tişt anî ziman: "Tişta herî xirab, divê beşên din ên ku bloka desthilatdariyê li dijî wan nijadperestî, şerxwazî û mîlîtarîzmê bi peş dixe, divê kêm nemînin. Hela ku mesele pirsgirêka kurd be, CHP, ÎYÎ Partî hemû li gel desthilatdariyê rêz dibin. Mînan divê berdevkên CHP'ê pirsa 'Hûn çima dikevin Sûriyeyê, hûn çima şer dikin, ji bakurê sûriyeyê, bi taybetî ji QSD'ê kîjan êrîş li dijî we pêk hat, hûn çima tang, top û leşkerên xwe dixin axa wan û operasyonê pêk tînin?' bike, dibêjin ku 'Hûn çima dereng man, te çima di demê de çareserî xwest, te çima hêj zûtir tevger neda destpêkirin?' bi ser desthilatdariyê de diçin. Ji bo hemû xwe hebûna xwe ya di nava 'mutabaqata neteweyî' de bidn nîşan xwe diçirînin. Ez difikirim ku di nava CHP'ê de beşeke zêde ya li dijî şerê û siyaseta Sûriyeyê disekine heye; lê ji ber ku hem rêveberî girêdayê 'dewleta kûr' e, hem ji ber dê deng winda bikin, xwe alîgirê neteweyan digirin. Lê hem Tirkiye winda dike û hem jî ew bi xwe winda dikin."
 
‘HER TIŞT JI BO DESTHILATDARIYÊ MIJARA BAZARÊ YE’
 
Baydar bal kişand ser axaftinên wekî "Ji bo em penaberan bişînin em vê operasyonê dikin û rewşeke meya ku em 3 milyon û nîv penaberan li vir bigirin tune" û wiha pê de çû: "Îro her tişt ji bo desthilatdariyê mijara bazarê ye. Ji ber ku AKP'ê di serî de di polîtîkaya Sûriyeyê de xeletî kir, 3 milyon û nîv penamer hatin axa me. Heta şîroveya vê baş neyê kirin, ev ne exlaqî ye. Divê neyê ji bîrkirin ku Ewropa jî di vê bazarê de jiyana mirovan tune hesiband."
 
‘ÇIMA LI DIJÎ MODELA KURDAN DERDIKEVIN?’
 
Baydar der barê polîtîkaya Tirkiyeyê ya derve û hundur, şerê pevşêwrîn ê li ser erdnîgariya kurdan di navbera DYA û Rûsyayê de diqewime de jî ev tişt got: "Çima li dijî modela tê xwestin li Rojhilata Navîn û li ser erdnîgariya kurdan bê avakirin derdikevin? Dema model tê gotin, herêmên xweser û demokratîk ên di nava dewletan de, em wekî kontrol fêm bikin, rejîmên otorîter, parvekirina desthilatdariyê, ji serweriyê derketin û tirsa parçebûnê vê rewş derdixe holê. Bi taybetî jî welatên ku jinadperestiya neteweyî ew qas lê bi hêz e û Tirkiyeya ku hêj sendroma Servê dijî, gelekî ji vê ditirse. Ya rast divê aştî û wekhevî di vê xalê de bê dest girtin."
 
‘XETA KU HDP DIŞOPÎNE GELEKÎ GIRÎNG E’
 
Baydar derbirî ku ruxmê hemû zext û astengiyan jî HDP'ê kongreya xwe pêk aniye û dê îro şûn de rêyeke çawa bişopîne jî bi van gotinan şîrove kir: "Di kongreya HDP'ê de gotinên baş derketin pêş; lê ez nikarim bêjim peyamên baş derketin pêş. Bêguman ruxmê hemû zext û astengiyan tevlibûn û kelecan girîng bû. Lê hem di xeta partiyê de û hem jî di warê rêxistinbûnê de bertekên wêrekî derneketin pêş. HDP wekî partiya pêvajoya pêvajoya aştiyê hat avakirin, lê şerdên demê gelekî cuda ne û divê bi tespîtên vê re guhertinên bingehîn bihatana kirin. Xeta ku partî di pêşerojê de bişopîne girîng e. Dê bibe partiya Tirkiyeyê, an partiya herêmê? Her du jî pêkan û rewa ne. Lê biryar û zelalbûna rê girîng e."
 
MA / Necla Demîr 
 

Sernavên din

24/02/2018
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn
14:21 Prof. Yegen: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê têk çû û diçe
13:44 Dîmenê qetilkirina cotkar ji Serokwezîr Yildirim pirsî
13:06 Deriyên şikeftên xwe ji kerwan re vekir: Li kê xistine bila werin bibînin
12:58 Serokê PAK'ê Ozçelik: Hemû destkeftiyên kurdan dikin hedef
12:41 Ji bo li Efrînê şer bikin cerdevanan perwerde dikin
12:36 Gelên gihîştin Efrînê: Em yek in û li Efrînê ne
12:28 Komên OSO'yê yên nikaribûn xwe ragirin ketin nav hev
12:27 Di bombebaranê gundê Qentera Efrînê de zarokek 5 salî mir
11:56 Buldan: Tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeyê rizgar bike
11:40 Ocaxa tenduristiyê rûxandin, li şûna wê qereqolê çê dikin
11:33 Ji ber 'leşker kêmin' Boz ê girtî nayê derman kirin
11:32 Li Girtîgeha Kalkandereyê rewş xetere: 40 girtî birîndar bûne
11:05 Pirtûkên Ahmet Altan û Nurcan Baysal ‘bifikar’ hatin dîtin
10:37 Sîsê Bingol a 78 salî her ku diçe rewşa wê girantir dibe
10:34 Li Hatayê şer û xebata rê esnafan anî ber topavêtinê
10:11 Dibin çavan de ‘sîxurtî’ li ser ferz kirin
10:11 Ne tenê koroyê, jiyanek hevpar ava dikin
10:00 Bi merceka Jineolojî Efrîn (4)
Heqîqeta li girê Eyn Dara, Şikefta Du Derî û Cinderêse veşartî
09:30 Koma şanoyê: Em zimanê xwe bi hunerê jindar dikin
09:29 Malbat dixwazin vegerin Sûrê!
09:28 Prof. Neşe Ozgen: Welat rûxandina xwe dibîne
09:27 Dozger xwest dadger 'qedexe' danî ser girtî
09:27 Dayika xwe ji şideta bav parast, lê pêşî li kuştina wê negirt
09:26 Girtiyan pirsgirêk ragihandin 5 sal ceza li wan birîn
09:25 'Şer aboriya welat têk dibe'
09:00 ROJEVA 24'E SIBATA 2018'AN
23/02/2018
20:58 Ji TCK'ê ceza dan rojnamegeran
17:46 Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin redkirin
16:21 Di îdianameya jê re hat şandin 'propaganda', lê di ya dadgehê de 'endamtî' derbas dibe
15:39 Qamişlo ji bo Efrînê meşiya
15:30 Baroya Amedê: Hewl didin doza Elçî ji rojavê derbixin
15:17 Bersûcê zaroka 4.5 salî îstismar kir dê di 16'ê Adarê de bê darizandin
14:12 Birîndarên ji êrîşê rizgar bûn axivîn: Dixwazin êrîşan rewa bikin
14:08 Îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin
13:29 Wê giliyê îdareya Girtîgeha Xarpêtê bikin
13:17 Bîlgen: Tirkiye dê bi ‘sucdariya şer' bê nasîn
13:16 Rojnamegerek bêtirs û şopdarê heqîqetê: Cengîz Altun
13:15 ÇGD: Ji wê rojê heta îro êrîşên li ser çapemeniyê didomin
12:42 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Li Antalyayê jineke ji Sûriyeyê hat kuştin
12:41 'Li Kalkandereyê dest û piyên girtiyan hatiye şikandin'
12:22 Di doza ' Em ê nebin hevparê vî sûcî' de biryara ewil hat dayîn: Sal û 3 meh ceza
11:51 Dozger nûçeyên ku rojnameger di medya civakî de parve kir sûc dît
11:46 Li Kadikoyê 5 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza akademîsyenan de mutalaaya ewil hat dayîn
11:31 Şertê pêşîlêgirtina îstîsmara zarokan perwerdekirina dadger û dozgeran e
11:23 4 rêveberên DBP’ê hatin girtin
11:03 Dadgeha Îstinafê biryara ku got 'Kurd nîjadeke cuda ne, propaganda ye' pesend kir
11:03 HRW: Li Efrînê sivîl tên kuştin
10:48 Qantirên bi şert hatin berdan di girtîgeha axur de ne!
10:26 Bîlgen: HDP dê meşa xwe bi leztir bike
10:09 Rewşa tenduristiya Dayika Aştiyê ya di girtîgehê de xirab dibe
10:01 2 rojnamegerên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
09:52 Penaberên sûriyeyî bertek nîşanî Erdogan dan: Ne Efrîn, em ê biçin Helebê
09:49 Bi bombeyan Êrîşî karwana sivîlên diçûn Efrînê kirin
09:34 Ka binerin welatî çawa tê kuştin
09:22 Profesorê AKP'î hemû malbat di fakulteyê de bi cih kir
09:22 Ozturk: Kesên ji Kurdistanê re bêjin 'cudakar' ew bixwe cudakarin
09:21 Şîmşek: Desthilatdariyê li dijî jinên berxwedêr şer îlan kir
09:20 'Çima li dijî modela kurdan derdikevin?’
09:16 Ural: Dê Sûriye axa xwe biparêze
09:15 8 meh derbas bû peykerê Ehmedê Xanî nehat çikandin
09:14 'Em li hundir em jî dê li derve li ber xwe bidin’
09:13 Medya û dadgeh li pey parastin û 'tehrîkê' ne
09:12 Ji Merçeka Jineolojî Efrîn (3)
Li Şêrawa Çiyayê Lelûn û 40 gundên kevnar
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2018'AN
22/02/2018
22:08 Parlamentoya Hollandayê 'qirkirina' ermeniyan nas kir
17:03 Li Wanê panela zimanê zikmakî: Zimanê mirov ruhê mirov e
16:33 '2 hezar û 247 roj di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn'
15:42 Rêveberê CHP'î îstîsmarî zarok kir: Ji partiyê hat îxrackirin
15:26 Rojnameger derketin pêşberî dadger
15:22 Leşkeran li Geverê 9 kes binçav kirin
14:24 4 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:16 Rapora Rêxistina Efûyê: Rewşa Awarte ji bo binpêkirina mafan zemînê amade dike
14:14 YE: Berdana Denîz Yucel şik û guman neguherandin
14:11 Fermandarê NDF'ê: Em li Efrînê ne, em ê bi hevre biparêzin
14:03 Polîsan 2 xebatkarên rojnamê binçav kirin
13:53 Cenazeyê Nazelîn Korkut defin kirin
13:35 Efrîniyan: Rojên xweş li benda gelan e
13:04 Parlamentera HDP’ê nehat bîra polîsan
12:37 Ji ber zimanê pêşniyaznamê bi kurdî bû esas nehat girtin
12:35 Polîsan li Dortyolê HDP'î binçav kirin
12:06 Girtîgehên li Tirkiyeyê ji Camp 1391'ê xerabtir in
11:56 Meclîsa Tenduristiyê: Em dikarin şopa çekêm kîmyewî îspat bikin
11:41 Parêzarên Ocalan cara 733’emîn serî li dozgeriyê dan
11:28 Welatî şaredarê AKP’î kêr kir
11:13 Cenazeyê Korkut a canê xwe da ber agir, birin Mêrdînê
10:55 Kêlikên gorê jî wan bêzar dikin
10:52 Nameya ji Taha Akyol re hat nivîsin ‘bifikar’ hat dîtin
10:51 Polîsan bi ser mala xalî de girtin
10:29 Sariyildiz têkildarî îdiaya 'bombevan' de got: Bi xebatên xwe em wan zehf ditengijînin
10:05 ‘Li dijî îstîsmarê pêwîstî bi darizandin û parastinek çalak heye’
09:46 Hevseroka Malên Gel Aktaş binçav kirin
09:12 ‘Dibe ku aboriya Tirkiye hilweşe'
09:11 Şaredarî bi alîgirên AKP'ê û cerdevanan tije kirin