MÊRDÎN - Cenazeyê Nazelîn Korkut a 21 salî ya li Îzmîrê bi boneya 19’emîn salvegera 15’ê Sibatê ya radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar bike canê xwe dabû ber agir, dibin dorpêça polîsan de li Nisêbînê hat definkirin.
Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Nazelîn Korkut a 21 salî di 14’ê Sibatê de bi boneya şermezar kirina 19’emîn salvegera 15’ê Sibatê ya radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, li taxa Kubîlay a navçeya Konak a Îzmîrê canê xwe dabû ber agir. Cenazeyê Korkut li goristina Taxa Zeynel Abidîn a navçeya Nisêbîna Mêrdînê dibin dorpêça polîsan a zêde de hat definkirin. Malbata Korkut cenazeyê keça xwe girtin û li Balafirgeha Îzmîrê bi balafirê anîn Mêrdinê û ji wir jî bi ambulansê anîn Nisêbînê. Polîsan di ketina navçeyê de heya goristanê cenazeyê Korkut şopandin.
Cenazeyê Korkut dûre bi xwendina duayan re hat definkirin. Ligel hemû astengiyên polîsan û tedbîrên zêde yên ewlekariyê jî gelek kes beşdarî merasîma cenazeyê Korkut bûn.