AMED – Der barê Parlamentera HDP’ê Sîbel Yigîtalp de bi daxwaza heta 28 salan cezayeye hepsê doz vebû. Polîsên îmzeya wan li girtekê hene diyar kirin ku nayê bîra wan ka Yigîtalp beşdarî meşê bûye yan jî nebûye.
Der barê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp de bi boneya beşdarî daxuyaniyên çapemenî û meşan bûye ji 11 salan heta 28 salan doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Yigîtalp bi îdayên “Endama rêxistinê ye”, “Propagandaya rêxistinê kiriye”, “Li dijî qanûnê bêçek beşdarî meş û civaînan bûye”, “Gel tahrîkî li dijî qanûnan kiriye” û “Li dijî peyîrê nekirin li ber xwe dayîn” tê darizandin.
Yigîtalp beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê amade bûn. Yigîtalp di 8’ê sibata 2016’an de beşdarî meşa ji bo li dijî qedexeya derketina kolanan a Sûrê bûbû. 18 polîsan têkildarî meşe girtek îmze kiribûn. Ev polîs di danişînê de hatin guhdarkirin. Hin polîsan got ku ew nayê bîra wan Yigîtalp beşdarî meşê bûye yan jî nebûye û nayê bîra wan ka anons kirine yan jî nekirine. Pişt re dozgerê dozê mutala xwe da û daxwaz kir ku kêmasiyên dosyeya dozê temam bibin.
Pişt re heyeta dadgehê ji bo kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin danişînê taloqî meha îlonê kir.