AMED - Polîsan bi ser mala xebatkarê Weşana Aram Deniz Babir de girt û li malê lêgerîn kirin. Hat fêr bûn ku dema kes li mal tune bû polîsan bi ser malê de girtiye û derî şikandine.
Polîsan bi ser mala xebatkarê Weşana Aramê Deniz Babîr û hevsera wî Pervin Yerlikaya Babir de girt û li malê lêgerîn kirin. Dema Deniz Babîr û Pervîn Yerlikaya li Stenbolê bûn polîsan bi ser mala wan de girt û deriyê wan şikandin. Polîsên ku derî şikandin û ketin malê ji cîranan pirsa Pervîn û Denîz kirin. Polîsên ku derî şikandin û lêgerîn kirin rojek şûnde hatin derî tamîr kirin.
Di nava 2 salan de polîsan gelek caran bi ser mala Denîz û Pervîn de girtin û lêgerîn kirin. Dema sala par Denîz Babir girtî bû jî polîsan bi ser mala wî de girtibûn û bi hinceta der barê wî de birara binçavkirinê heye li malê lêgerîn kiribûn.