ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê berê yê Erdexanê Dr. Taşkin Aktaş, bi sedema di 2015'an de daxuyanî daye çapemeniyê hat girtin.
Parlamenterê HDP'ê yê Erdexanê yê berê û Endamê Meclîsa Partiyê Dr. Taşkin Aktaş, bi hinceta der barê Kamber Morkoç ê di 12'ê Tîrmeha 2015’an de li Gundikê Gole yê Erdexanê di gulebaranê de jiyana xwe ji dest da, daxuyanî daye hat girtin. Aktaş, li ser lêpirsina Dozgerê Komarê yê Erdexanê roja 19'ê Sibatê de hatibû binçavkirin. Aktaş, duh li Enqere bi riya SEGBİS'ê îfade da. Dozger ji bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Heyeta dadgehê jî der barê Aktaş de biryara girtinê da.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamentera HDP'ê ya Êlihê ya berê Ayla Akat Ata jî bi heman sedemê hat binçavkirin û hat girtin.