AMED – Dozger der barê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a girtî de ji 3 sûcên cuda heta 31 sal û nîvan cezayê hepsê doz vekir.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokaratîk (KCD) Leyla Guven di 22 çile de hatibû binçavkirin û di 31’ê çile de jî hatibû girtin. Guven bi îdiayên “Rêxistina çekdar avakirin û birêvebirin”, “Propaganda rêxistinê kirin” û “Gel teşwîqî kîn û dijminiyê kirin” hatibû girtin. Lêpirsîna der barê Guven de temam bû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi lez û bez îdianameyê amade kir û heman sûcan ji bo Guven nîşan da.
Di îdianameyê de ji Guven re ji 17 sal û nîv heta 31 sal û nîv cezayê hepsê tê xwestin. 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî îdianameyê qebûl kir.