EFRÎN – Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Efrînê (KPC-D) bi daxuyaniyekê bang li rêxistina UNICEF û saziyên peywendîdar kir ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û zarokên Efrînê biparêzin.
Bi boneya roja cîhanê ya zimanê zikmakî ku dikeve 21’ê Sibatê, Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Efrînê (KPC-D) daxuyaniyeke nivîskî weşand ku kopiyeke wê gihîşt destên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê bang li rêxistina UNICEF û saziyên peywendîdar kir ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û zarokên Efrînê biparêzin.
Daxuyaniya KPC-D ya Efrînê wiha ye:
“Ziman mafê rewa yê mirov e û nasnameya gelan e. Ji bo wê jî hêzên hegemonîk her xwestine wê hebûna gelan tune bikin. Ji bo zimanê Kurdî jî hebûna gelê Kurd û nasnameya wê ye ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve her hatî qirkirin û tunekirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûrî gava yekemîn bi çalakiya ziman, ji ber hebûn bi rêka ziman ancax bikaribe were parastin, dest pê kir.
Em weke KPCD-Efrîn jî banga UNICEF û saziyên pêwendîdar dikin ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û ziman, dibistan û zarokên ku bi zimanê dayîkê dixwazin bixwînin û perwerdeya xwe bibînin, ji topbarana dewleta Tirk biparêzin.
Di encama êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Kantona Efrînê de ku dibistan û zarok hatine hedefgirtin û 50’î hezar zarok ji mafê perwerdeyê bê par mane. 318 dibistan rawestiya ne û 32 dibistan hatin topbarankirin.
Bê ziman jiyan nabe zimanê me hebûna me ye
Bijî berxwedana serdemê”
Hêjayî gotinê ye rêxistina UNICEF li navenda devera Reco baxçeyekî zarokan vekiribû û ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyeyê ve bi çekên giran hate armancgirtin. Her wiha di encama hovîtiya dagirkeran de 19 zarokên şagirt şehîd bûn û 27 şagirtên din jî birîndar bûn.