STENBOL - Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bertek nîşanî îşkencekirina girtiyê nexweş Îdrîs Başaran da û got: "Em dixwazin dawî li îşkenceya ku lê tê û li girtiyên din tê kirin bi dawî bibe."
Hefteya borî li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, ji ber girtiyê nexweş Îdrîs Başaran hejmariya di nîzama leşkerî de qebûl nekir hatibû îşkencekirin. Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê îşekncekirina Başaran şermezar kir. Li avahiya komeleyê tevî bavê Îdrîs Başaran Mehmet Başaran daxuyanî hat dayîn. Endama Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Fîlîz Ogretmen metna daxuyanî xwend.
‘LI SEER BETONÊ TÊ RAZANDIN'
Ogretmen, bi bîr xist gardiyanan êrîşî girtiyê nexweş Îdrîs Başaran kiriye û ji 16'ê Sibatê ve ew û hevalên wî li ser betonê tên razandin. Ogretmen destnîşan kir ku ya tê kirin bi awayekeî aşkere îşkence ye û got: "Ev îşkence di şexsê Îdrîs Başaran de zêdetir dibe. Çimkî nexweşînên epîlepsî, roviyên qalind, dil, made û çolyakê lê peyda bûne. Her wiha 3 caran jî anjiyo bûye."
‘DERMAN NAYÊN DAYÎN'
Ogretmen diyar kir ku Başaran ji sala 1994'an ve di girtîgehê de ye û nêzî 15 salan e nexweş e. Ogretmen got ku tevî hemû raporan jî, dema Başaran bê muayenekirin bi rîngê wî dibin nexweşxaneyê. Ogretmen diyar kir ku dema Başaran di Girtîgeha Kadirayê de bû kêm zêde tedawiya dewam dikir, lê belê li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê wî nabin nexweşxaneyê û bi ser de jê re dibêjin: "Li Tirkiyeyê dermanên te tune ne. Em ê ji derveyî welat bînin." Ogretmen bi lêv kir ku bi vî awayî dermanan nadin Başaran û ev yek bi tena serê xwe îşkence ye. Ogretmen got ku Başaran ji 12'ê Sibatê ve tê îşkencekirin.
Ogretmen diyar kir ku her diiçe rewşa Başaran xerabtir dibe û bang kir: "Em dixwazin dawî li îşkenceya ku lê hat kirin û li girtiyên din tê kirin bi dawî bibe."