NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyên ku bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatin lidarxistin de, çewisandinên li ser zimanê dayikê hatin şermezarkirin. ÎHD'ê got "Bi milyonan zarok mexdûr in" û "HDP'ê jî ji Meclîsê pirsî: "Ji bo çi kurdî sûc tê hesibandin?"
Îro 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Gelek saziyên civaka sivîl û rêxistinên demokratîk bi boneya vê rojê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de çewisandinên li ser kurdî û zimanên dayikê hatin destnîşankirin û hat xwestin ku desmildest dawî li çewisandin û astengiyên li ser ziman bên.
KURDÎ-DER'A WANÊ
KURDÎ-DER'a ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li avahiya HDP'ê ya Wanê civîneke çapemeniyê li dar xist. Rêverê KURDÎ-DER'ê Hamdûllah Kumlî daxuyanî xwend û got hîma sereke ya hebûna civakê ziman e û xwestin hemû astengiyên li pêşberî zimanê dayikê bên rakirin û divê di makeqanûnê de bê parastin.
ÎHD ÎZMÎR: BI MILYONAN ZAROK MEXDÛR IN
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê jî têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Rêveberên ÎHD'ê Caner Canli û Vedat Çaçan metnên daxuyaniyên yên bi kurdî û tirkî xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku li gor daneyên UNESCO'yê li tevahiya cîhanê 2 hezar û 500 ziman li ber tunebûyînê ne û li Tirkiyeyê jî ev hejmar 18 ye. Hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê daxwazên ji bo zimanê dayikê tim bi bertekên nîjadperest û şoven re rû bi rû dimînin. Di daxuuaniyê de wiha hat gotin: "Ji bilî tirkî dijderketina zimanên dein tê wateya dijderketina zanista perwerdehiyê. Di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji ber bi milyonan zarok nikarin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin mexdûr in." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê demildest dawî li sînordarkirinên li ser zimanê dayikan bê û divê astengiyên li pêşberî perwerdehî û hînkariya bi zimanê dayikê bên rakirin.
HDP LI MECLÎSÊ PIRSÎ: JI BO ÇI KURDÎ SÛC TÊ HESIBDANIN?
Her wiha boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî li Meclîsê ji Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû Pirsî: "Ji bo çi kurdî wekî sûc tê hesibandin?" Di pêşnûmaya ku divê Soylû bibersivîne de ev pirs cih girtin:
“*Zimanê kurdî ku zimanê bi milyonan mirovî ye ji bo çi wekî sûc tê hesibandin?
* Li Tirkiyeyê ji bo naskirin, parastin û pêşxistina zimanên cuda wekî hikûmet polîtîkayên we hene?
* Ji bo li welatê me statuyeke fermî ya kurdî çê bibe, wekî wezaret xebatên we hene?
* Di Desteya Giştî ya Meclîsê de ji bo çi axaftina kurdî ya parlementeran di girtekan de wekî "zimanekî nayê zanîn" cih digire?
* Li gor Atlasa Zimanên Di Talûkeyê De Ne ya UNESCO, li Tirkiyeyê 18 ziman bi talûkeyê re rû bi rû ne. Ji bo parastina van zimanên navborî, wekî wezaret planeke we ya parastina ziman heye?