AMED - Komîsyona ziman û Perwerdeyê ya Kongra Civak a Demokratik destnîşan kir ku ji bo pêşketina zimanê kurdi her malbat bibe dibistan û xwest kurdî bibe zimanê fermî.
Komîsyona ziman û Perwerdeyê ya Kongra Civaka Demokratik (KCD) bi wesîleya "Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm-Senê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. Li salonê pankartên “Roja zimanê zikmaki yê cîhanê pîroz be” û “Her netew bi zimanê xwe heye” daliqandin. MED-DER’ê û Egitim-Sen’ê jî piştgirî dan daxuyaniyê.
‘RÊJEYA AXAFTINA ZAKORA KÊM E’
Li ser navê Komîsyona ziman û Perwerdeyê ya KCD’ê Hevserokê MED-DER’ê Mehmet Esen daxuyanî xwand. Esen, beriya daxuyaniyê bal kişand ser îlankirina roja 21 Sibatê "Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" û behsa aloziya di navbêra çalakvanên zimên ên Bengladeşî û dewleta Pakistanê kir. Esen destnîşan kir ku li gorî pedagogan zimanê ku zarok pê neaxivin sibe roja wî zimanê tuneye. Esen diyar kir ku zimanê kurdî jî edî bêtir kal û pîr, dê û bav pê diaxivin û bilêv kir ku rêjeya axaftina zaroka zef kêm e. Esen, da zanin ku ev jî xetereya pêşiya zimanê kurdî nîşan dide.
‘PÊWISTE PERWERDE BIDOME'
Esen bi bîr xist ku ji Îlona 2012'an şûn de li Tirkiyeyê, Wezereta Perwerdehiyê ya Neteweyî (MEB) di pergala xwe ya hîndekariyê de wek dersa hilbijarî cih da Dersa Kurdî û wiha axivi, “Ew jî wek alternatîfa perwerdehiyê bi zimanê dayikê hate nîşandan. Rastiya wê, ji aliyê pedegojiyê de ev şaş e. Perwerde di pêşdibistanan de dest pê dike hata zanîngehê didome”.
‘KURDÎ BIKIN FERMÎ'
Esen bal kişand ser daxwaza gelê kurd û got, “Kurdî divê bibe zimanê fermî di dibistanan de wekî tirkî bibe zimanê perwerdehiyê”. Esen da zanin ku mirov bi zimanê xwe û çanda xwe dibin xwedî rûmet û wiha axivi, “bila her malbat bibe dibistan. Zimanê kurdî zimaneke dewlemend e”. Esen bilêv kir ku ew wek komîsyona ziman û perwerdê wiha dibêjin “êdî van çalakiyan têrî nakin. Êdî saziyên zimên ên kurdan divê rêbazên têkoşînên nû biafirînin. Êdî pratîk lazim e”.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.