BETLÎS - Di nava 6 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê sîrgûnê Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rize hat kirin û gardiyenan ew derp kirin, Mehmet Sakî Altin ê 57 salî rakirin nexweşxanê.
Rayedarên Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê 6 girtî beyî agahî bidin malbatên wan, sîrgûnê Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rizeyê kirin. Gardiyenan di dema sîrgûnê de girtî derp kirin. Yek ji girtiyên hatin derpkirin Mehmet Sakî Altin ê 57 salî, ji ber lêdana lê hat kirin, rakirin nexweşxanê. Li gorî agahiyên Altin dayî malbata xwe, rayedarên girtîgehê destûr nedane amûrên xwe bi xwe re bibin û rastî lêdana gardiyenan hatine.
Hat diyar kir ku rewşa tenduristiya Altan ê rastî lêdana gardiyenan hat, ne başe.