WAN - 2'emîn danişîna doza 4 xebatkarên DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin ji ber nûçeyekê doz li wan haibû vekirin hat dîtin.
Li Navçeya Westanê ya Wanê, polîsan di 2, 15 û 17'ê mijdara 2014'ên de li ser hev bi ser mala Şefik Tunuç (48) de girt û lêgerîn kir. Ji ber serdegirtina malê Tunç qeyranadil derbas kir û jiyana xwe jie dest da. Ji ber ku Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA) der barê mirina Tunç de nûçe weşand, der barê Serokê Lijneya Rêveber a DÎHA Zekeriya Guzupek, Midûra Karên Nivîsê Dicle Muftuoglu, Şefê Buroya Wanê Ferhat Çelik û nûçegîhana DÎHA Hulya Emeç de doz hatibû vekirin. Der barê hevsera Tunuç Hafize Tunuç û 4 rojnamegeran de ji xala 301'an a TCK'ê doz hat vekirin. Danişîna 2'emîn a dozê li Dadgeha Cezayên Asliye ya Westanê hat dîtin. Rojnamegerên serbest dihatin darizandin tev li danişînê nebûn. Parêzerê rojnamegeran Bayram Kaval di danişînê de amade bû.
Prz. Bayram Kaval, diyar kir ku dema Hafize Tunuç hevserê wê jiyana xwe ji dest da êşa wê gelek zêde bû û nayê bîra wê, di nava wê derûniyê de îfadeyek çawa daye rojnamegeran. Kaval, anî ziman ku ne di îfadeya Tunç de û ne jî di nuçeyê de rayedar nehatine biçûkxistin. Kaval, anî zimak ku li gori peymana PMME û gerdûnî mafê azadiya ramanê heye divê li gori wê bê destgirtin.
Piştî parastinê heyeta dadgehê doz taloqî 11'ê Nîsanê kir.