Ji merceka Jineolojiyê Efrîn (1)
Bajarên jinan ên di hedefa şaristaniya dewletan de

  • jin
  • 11:45 21 Sibat 2018
  • |
img

EFRÎN - Li bajarê Efrînê ku li ser hemû dar, ber, war û şopên mirovan navê jinê, çand û baweriya gelan heye, reng û çanda jinê li her derê derdikeve pêş. Di salnameya bajar, avakirina bajar, parastin, şopa çanda Îştarê, ziyaretgehên li ser navê jinê hatine avakirin, zimanê jin di axivin, geliya jinê û şikeftên jinê û gelek qadên din şop, reng û ruyê jinê xwe nîşan dide. Di rêzenûçeyên ku ji 5 beşan pê tê şopa çanda jinê ya li Efrînê, bi berfirehî ronî dibe. 

Dema em bi perspektifa Jineolojî ya bi rêbaza li ser rastiya jinê xwe digîne heqîqetê, li ser Efrînê lêkolîn dikin, daneyên ku derkiven pêş bala mirovan dikişîne. Bi qasî ku erka Jineolojî ya damara şaristaniya demokratik lêkolin û ronî bike heye, ew qas jî xwedî erke ku mekanîzmaya wê ya wateyî û binyadî ava bike jî heye. Li ser vê bingeh û perspektdifê lêkolîn û lênerîna Efrînê bêtir bi wate dibe. 
 
Em bi teza ku Jineolojî, “Zanista li der û dorê jinê pêş bikeve yekemîn gava ku ber bi civaknasiyê ve bê avêtin e" ketin rê û me xwest li ser dîrok û çanda Jinê ya li Efrînê lêkolîn bikin. Em dixwazin bi rêbaza Jineolojiyê çand û dîrokê ku şaristaniya dewletî sero bin kiriye ji nûve lêkolîn bikin û rastiyê ronî bikin. Dema em bi tespîta ku zanistî şiroveya wateyê ya pêşketî ye, dikevin rê û li dijî hişmendiya pozitivizminê ya ku bûyer û rûdanan ji hev perçe dike, rastiya ku her tiştî têkiliyên wan bi hevve heye esas digirin. Em berxewdana Efrinê ya dîrokî û civakî jî li ser vê bingehê û zanebûnê digirin dest. Berxwedana Efrînê bi vê perspektifê lêkolîn dikin. 
 
Em di vê dosyaya nûçeyê de li ser milê Efrînê ya ku damara şaristaniya demokratîk ku bingeha xwe ji hêza jinê û baweriya gelan digirin rawestiyan. Di lêkolînê de em gihiştin gelek daneyên ku salnameya bajar, avakirina bajar, pergala parastinê, şopa çanda Îştarê, ziyaretgehên navê xwe ji jinê girtine, çanda jiyana komînal, zimanê jinê û qada berxwedanê ya Geliyê Jinê û şikeftinan yên şopa jinê li ser heye. Li ser her buhostek ax, li ser her kevirekî û li ser her dîwarekê gundekî yê Efrînê şopa çanda neolitik xwe dide der. Li pêş her malê alav û amûrek neolitik me bi dirokê ve girê dide. Çand û dîroka Efrînê ya civakî îro li dijî artêşa duyemîn mezin a NATO xwe diparêze û li ber xwe dide. Armanca vê dosyayê ewe ku bajarê herî biçûk yê Kurdistanê îro li dijî hêzên herî mezin û teknolojiya herî pêşketî ya şer çawa di ber xwe dide. Berxwedana Efrînê ya ku şîfreyên şaristaniya demokratik di nava civakîbûn û axa xwe de çandiye, îro nîşan dide çawa li dijî dewletên şaristanî li ber xwe di ber xwe didin. Îro gelên Efrînê ku bi berxwedana xwe manîfestoyê dinivîsin, girînge koka wê ya ji çanda dîrokî û civakî digire bê dîtin. Dema çanda civakî û dirokî ya berxwedana bajar bê fam kirin divê rastiya çanda jinê jî bê dîtin. Divê cewherê civakîbûna jinê bê famkirin û dîtin. Wê demê dê bê dîtin ku şerê li ser Efrînê tê meşandin şerê li ser paradigmayê pêş dikeve. Ji ber ku agahiyên di hişmendiya şaristaniyên dewletî de hêj zindî mane, dibe sedem ku êrîş bikin. Ji ber vê yekê lêkolîna hafizeya Şaristaniya Demokratîk bêtir bi wate dibe. 
 
LI EFRÎNÊ ŞERÊ PARADİGMALAYAN
 
Li Efrînê di 26'ê Çile de li pêş Şaredariya Efrînê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de gotin “Şerê li vir pêş dikeve şerê paradigmayan in. Şerê Modernîteya Demokratik a li dijî moderniteya dewletê ye." Ji sala 2012’an heta niha li Bakurê Sûriye şer geş bû. Gelek milê şer ên cewherî û xweser hene. Yekem car piştî şerê Kobanê li şerê li Efrinê de hat diyar kirin ku ev şerê navbera paradigmayan e. Berxwedan û helwesta dîrokî û civakî piştî Kobanê li Efrînê hat nîşandan. Dema ku em li gorî vê pênaseyê tev digerin, pirsa di ferk di navbera modernîteya demokratik û moderniteya dewletî de heye? Cudahiya avakirina di navbera Modernîteya Demokratik û Moderniteya Dewletê de çi heye? Çavkaniyên agahiyên hişmendiya avakirina moderniteyê çiye? Kijan paradigmayê esas digirin? Bandora van paradigmayan ya li ser jiyanê çibû? Dagirkeriya Efrînê ya li pêş çavê cîhanê, di nava şerê paradigmayî de cihekî çawa digire? Çima ev şer bi awayekî pir zelal xwe li wir dide der? Di helwesta gelê Efrînê ya pir zelal a xwe li dijî vî şerî nîşan dide kijan kodên dîrokî û civakî heye? Gelê Efrînê ev kodên dîrokî û civakî çawa heta îro xwe anîye û parastiye?
 
Ev hewldana guhertina şaristaniya dewletî fêr dike ku pêwiste dîrok ji nûve bê şirovekirin.  Li ser vê xetê şaristaniya dewletê û şaristaniya demokratik, ango serdestiya mêrê xurt û qurnaz û têkoşîna jina bindest a azadiyê li cihê xwe bên rûniştin û famkirin, dê bêtir rê li pêş famkirina rast veke. Ev yek jibo nêta kesên dixwazin axa Mezopotamya bikin qada şer, bê famkirin, rêbazek baş e. Şerê îro li Efrînê tê meşandin encama vê rastiyê ye. 
 
FAMKIRINA BERXWEDANA LI EFRÎNÊ RÊBAZA FAMKIRINA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK E
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di tespîta xwe de got Serdema Şaristaniya Demokratik, serdema şaristaniya jinê ye. Dîsa tespîta şaristaniya dewletî hişmendiya pergala mêrê serdest e kir. Li ser vê tespîtê şerê ku îro li Efrînê peş dikeve pir aşkere nîşan dide ku di navbera çanda mêr û çanda jinê de pêş dikeve ye. Li serd vê bingehê mirov dikare bi hêsanî bêje; welatparêzî, biryargirtina bi vîna azad, rêxistinkirin û rêgezên têkoşîn û estetîkê, rêgezên bingehîn ên îrdoziya azadî û rizgariya jinê ye îro li Efrînê bi ruh dibe û geş dibe. Efrîn mehek zêde rastî êrîşa artêşa duyemîn a NATO’yê tê. Ji hewayî û bejayî bi bombeyan êrîş dike. Li dijî vê yekê berxwedana Efrînê ku koka xwe ji dîrok û civakê digire wateya damara şaristaniya demokratîk bêtir kûr dike. Ev rêbaza famkirina şaristaniya demokratîk e. Efrîn dibe qada ku rastiya neteweya demokratîk ya bawerî û gel çawa dikarin bi hevre bijîn radixe pêş çavan, Hem jî bi berxwedana Avesta Xabûr û Barîn Kobanê yên bi zanebûna nirxên jinê ya cewherên civakîbûnê tev geriyan, Efrîn ji ber vê yekê xwedî wateyek taybet e. 
 
MUSUL, SERÊKANIYÊ, PALMİRA, KOBANÊ, ŞENGAL VE EFRİN
 
10 sal berê, bi destê El Kaide, OSO, El Nusra û herî dawî DAİŞ'ê dagirkeriyek pêş ket. Niha jî raste rast bi destê dewletan li Efrînê dagirkeriyek heye. Ev tevgera dagirkeriyê ye. Dîsa di serî de DAÎŞ hem3u rêxistinên çekdar ên taşeron di dagirkeriya Efrînê de taşerona netew dewletan dikin. Em dema li vê rêbaz û rastiyê dinerin em dibînin ku hewldana dagirkeriya li dijî axa Mezopotamya ne dagirkeriyek ji rêzê ye. Gelek qeyd û dane nîşan didin ku şaristaniyên dewletî bi zanebûn û artêşên taybet û tevgerên çeteyan ketine nava tevgerê. Di dîroka nêzîk de jî em rastî gelek mînakan hatin. Mînak, Mûsil, Serêkaniyê, Palmira, Kobanê, Şengal û herî dawî dagirkeriya Efrînê mînakên şênber in. 
 
Mûsil ku xwedî dîrokek taybet e di nava 3 rojan de ket destê DAÎŞ’ê. Piştî Mûsil ket destê DAIŞ'ê li dijî axa Bakurê Sûriye dest bi dagirkeriyê kirin. Li Serêkaniyê êrîşa ewil bi destê OSO, El Nusra pêş ketin. Li Şengal û Kobanê jî raste rast DAÎŞ ketin nava şer. Li dijî van hewldanên dagirkeriyê herî zêde helwesta zelal li Kobanê hat nişandan." 
 
FORMULA FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ
 
Tiştên li Kobanê qewimîn, hêzên netew-dewlet dixwestin bi destê DAIŞ’ê Rojhilata Navîn dagir bikin. Lê berxwedana li hember vê hat nîşandan, felekê li wan şaş kir. Pişt re berxwedanê li Minbiç, Tabka, Reqa û Dêra Zorê dewam kir û ev der ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin. Beriya her tiştî vê berxwedanê kir ku pir adi navbera çand û baweriya gelan û girêdana erdnîgarî xûrt bibe. Her wiha paradîgma, demorkatîk, ekolojîk û azadiya jinê hişt ku tovê xwe şîn bike. Û ev yek ji bo Federasyona Bakurê Sûriyê bû formul. 
 
Federasyona Bakurê Sûriyeyê xwe dipsêre rastiya azadiya jinê û netewa demokratîk. Qada jiyanê pêşkêşî her kesê dixwaze xwe li gorî baweriya xwe bi azad îfade bike. Hêzên netewa demokratîk, baweriyên cuda û mezheb hebû xwe diparêzin. Pirjimariya netew û baweriyan bi feraseta demorkasiyek radîkal qadên xwe yên azadiyê berfireh dikin. Hemû netew, çand û bawerî bi hev re manifestoya jiyanê dinivîsînin. Yek ji rastiya modernîteya demokratîk û hêzên wê yên herî xûrt jin in. Çunkî wek ku Ocalan gotiye “Serdema şaristaniya demokratîk serdema şaristaniya jinê ye.”
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Ocalan komploya navdewletî pêk hat. Lê Ocalan bi esasiya yekîtiyê û paradîgma modernîteya demoratîk komployê vala derxist. Ji sala 2011’an ve plana navdewletî bi rêxistinkirina hêzên netew-dewlet ve xwestin bi destê DAIŞ’ê bi awayekî korsan çêbikin. Pergala navendî ya hegamonîk ango şaristaniya bidewletî bi destê DAIŞ, hêzên paramîlîter û gelek kesên carek din ji nû ve xwe xwestin şaristaniya bidewletî dîzayn bikin û şerê wê dan destpêkirin. Her çiqas DAIŞ’ê rêxistinek bê aramnc bû jî lê hemû dewletan ji bo berjwendiyên xwe veşêrin biryek bi zanebûn tercîh dikirin. Armanca DAIŞ’ê ya serekî warê şaristaniya Mezopotamya Serêkaniyê, Musil, Palmîra, Şengal, Kobanê û gelek deverên din bûn. Lê berxwedana li dijî vê hat dayîn û ev jî teqez ne tesadûfî bû.
 
LI BAJARÊN ŞARISTANIYA DEWLETÎ ÊRÎŞ DIKINÊ ŞOPÊN ÇANDA ÎŞTAR 
 
Paradîga modernîteya demokratîk û azadiya jinê îro hemû cîhanê li hev şaşwaz kiriye û bi berxwedana xwe bûye mînak û xwedî wateyek mezin e. Dema em di şibakeya Jineolojî de li Efrînê dinêrin jî me xwe gihand gelek daneyên bibandor. Beriya em derbasî van daneyan bibin, bajarên ku temsîla çanda neolitik dikirin, rastî êrîşên DAIŞ’ê hatin qet ne tesadûfî bû û divê viya mirov bi mînakan aşkere bike.
 
Serêkaniyê ku Til Xelefa Damara Koka Çanda Neolotîk e, Mûsila warê Semîramîs ku navê Îştarê li xwe kiriye, Palmîraya ku Zenubya lê şaristanî ava kiriye, Şengala ku damara jina berxwedêr diparêze, Kobanê ya ku malovanî ji Şaristaniya Kargamişê re kiriye û bûye warê Kubaba û herî dawî Efrîna ku bûye warê Kralîçeya Hurriyan Puduhepa, ket hedefa êrîşên şaristaniyên dewletî. Her çend li van bajaran serdestiya mêr hat avakirin jî, em niha rastî şopên baweriya Xwedavenda Dayik ji bo hebûna xwe biparêze li ber xwe dan û bûne sembolên jinên berxwedêr yên serdemê tên. Taybetmendiya van hemû bajarên ku hêj damara berxwedêr ya Xwedavendan lê dijî, çanda Îştarê û şopa aydî wê balê dikişîne ser xwe. 
 
Ev warên ku wekî bajarên jinê navê xwe di dîrokê divîsandin, êrîşên hilweşîn, talankirin û xerakirina DAIŞ'ê ya li dijî van bajaran jî re nesadifî ye. 
Bajarên Serêkniyê, Mûsil, Palmîra, Kobanê, Şengal û herî dawî bajarê ku dewetên serdest DAIŞ ji navbera xwe derxistin û raste rast êrîşê wê kir, Efîn, ên nûnertiya çanda berxwedêr û girêdayî koka erdnîgariya xwe ya li dijî înata dîroknasên mêrê serdest ên Oryantalist, şop û daneyên vê çanda dewlet diparêzin. Bi berxwedana li van bajaran hat nişandan, destnîşan kir ku damara şaristaniya demokratik çiqas bi hêz e. Di salên dawî de ev yek bi dehan caran hat îspatkirin û ev yek vê rastiyê teyyît dike. 
 
Koka rihên çanda neolotîk li Serêkaniyê ya Rojava ye. Hêza çanda şoreşgerî ya neolotîk a li Tel Xelef hêza bingehîn hêza jinê ye. Çanda Tel Xelef çanda serdema neolotîk temsîl dike. Li ser xaka Mezopotamyayê cara ewil li Tel Xelefê nûveyên serdema neolitik hat dîtin. 
 
MÛSILA XWEDÎ MÎRASÊ SEMÎRAMÎS A ŞOPDARA ÎŞTAR’Ê
 
Piştî Til Xelaf’ê DAIŞ’ê êrîşî Mûsilê kir. Mûsil di heman demê de welatê Semîramîs û şaristaniya  li wir ava kirî xwedî girîngiyek mezine. Peyva Mûsil “Tevn” ku tê wateya tevnkeriyê. Berî mîladê li Mûsilê, şaristaniyên pir girîng ên mîna Asur û Babîl li herêma Mezopotamyayê hatine avakirin. Li gorî gotegotan Semîramîs a di serdema Babîlan de dijiya, di vê dîrokê de navê xwe li tevnkariyê kiriye û bûye temsîla çandek wiha. Semîramîs melîkeya sûrên jorîn ên Mezopotamyayê dijî û navê wê yek ji navên Îştarê ye. Semîramîs yek ji sembolên serdema berxwedêr a li dijî avakirina serdestiya zilame. DAIŞ’ê di sala 2014’an de zirarek mezin da bi hezaran peyker û nîşaneyên kevnare yên vê serdemê yên li Muzexaneya Arkeolojiya Nînova cih digirtin.    
 
DAIŞ’Ê BAJARÊ ZENUBYA PALMÎRA JÎ KIR HEDEF
 
Jineolojî ku mîna zanista şaristiya demokratîk hat pênasekirin,  ji bo xwe zanîsta dîrokî esas digire û dibêje hafizayeke bi hêz a şaristaniya dewletdar heye. Yek ji van jî mînakan  Zenubya ye ku çanda jinê bi rêbazên cûda gihandiye jinan. Ji ber ku Palmîra yek ji derbasbûnên girîng ên li ser axa Sûriyeyê, tim rastî talan û dagirketiyên serdest ên mîna Roma hatine. Di sala 2015’an de DAIŞ’ê li Palmîrayê peykerê El Lat Aslan a berî 2 hezar sal parçe parçe kirni û balkêşe ku Perestgeha Bel jî rûxandin. Di  26’ê Çile de peykerê Aslan a li Perestgeha Êndara ya Efrîn hat bombebarankirin. Bombebaran kirin peykerê Aslan a Perestgeha Êndara û rûxandin peykerê El Lat Aslan ê li Palmîra bi hev ve girêdaiyîne. Gava mirov lêkolîn dike ev yek ne tesadûfe.  
 
BAJARÊ KUBABA KOBANÊ
 
Tevna civaka dîrokî ya Kobanê berî B.Z. 1300 hezar sal li Kobanê, Cerablu û Babê mirov dikare xwe bigihîne şaristaniya Kargamiş. Kîbele piştî xwedevanda dayîkê ya çanda Neolotîkê  derbasî Anatoliya  dibe çanda Kubaba ya Xwedavenda Dayîkê ava dike û xwedî derketin wê pir rewşedare. Kobanê ku dikave nabere derbas bûna Rojhilat û Rojava xwedî erdnîgariyek girînge. Bi taybetî danayên li Tiştînê, cardin yên li Girê Înanna û Şikefta Keçika derket holê ku divê bên lêkolînkirin. 
 
BAJARÊ BERXWEDANA JIN LÊ AVA BÛYÎ: ŞENGAL
 
 Li Şengalê şaristaniya çanda jinê ku bi şaristaniya demokratîk re dibe heye. Ji bo vê yekê gelek danayên bi devkî yên çanda hatine avakirin hene. Li vî bajarî jiyana xwe bi xwazayê re rêxistin dikin. Ev bajar di dema derbasbûna şaristaniyê de, malûvanî jig elek nasnameyên jina ên  berxwedêr re kiriye. Yek ji van nasnameyan Dayîka Pîra Fat a ku Çanda Xwendaventiya Îştar temsîl kiriye. Sîtîya Es, Pîrî Lîbne, Xatuna Fexra, çil jin, Sîtiya Nîsran navên herrî balkêşin. Her yek ji wan çîrokên berxwedêr temsîl dikin. 
 
EFRÎNA KU ŞOPÊN PUDUHEPA DIDOMÎNE 
 
Efrîn ku şopên çanda Îştarê ya çanda bingehîn a civaka Neolîtîkê dinava xwe di hewîne, di heman demê de şopên çanda Hurrî û Mîttaniyan a Aryen a Rojhilat jî hîna li Efrînê xuya dikin. Ev gelên B.Z. di sedsala 17’emîn dewletên Mîzzuwatna û Mîttanî avakirine. Puduhepa B.Z. sedsala 13’emîn jiyaye. Bavê wê Kîzzuwatna ji Lawanzantiya yê ye (tê texmîn kirin ku nêzî ciheke Elbîstanê ye.) Di danayên dîrokî de jî tê gotin ku Lawazatiya bajarê Îştar/Sauşga ye. Puduhepa xwe weke xizmetkara Xwedavenda Hepat a Hurriyan dibîne. Puduhepa hemû tabletên nivîskî yên çand û ola Hurrî ya bajarê xwe Kizzuwatna û Hattiyan bi kopî kirine. Li Hattuşa arşeveke Kizzuwatna û pirtûkxaneyek ava kirine.  Dewletên Mîtannî û Kîzzuwatna, B.Z. di sedsala 12’emîn de esîlên Aryan ên Rojava ku ji Rojava hatin heya “Koçberiyên Gel ên Ege yê” li herêmê desthilatdariya xwe ya siyasî nêzî 500 salan parastine. Ji ber vê yekê di gelek navên herêmkî yên vê herêmê de, heta navê Efrînê jî, di etîmolojiya Ariyaca ya Rojhilat de heye. Navê Puduhepa bi Hurriye. Peyva Pudu koka xwe ji Huriya lêker digire. Hepa jî navê Hepat a ser xwedevanda Huriyane. Em ê derbarê van hemû serdemên li Efrînê hatin jiyîn de, di dosyayên xwe yên pê de bi berfirehî binivîsin. 
 
Sibe: Bajarê Efrîn, çîroka mîrasê Îştar a herêmê, Kevirê Bukê ya li Reco, li Mabeta yê zimanê tenê jin diaxivin, Geliyê Qîzan a li Bîlbîlê, Keleha Qîzan û Şikefta Qîzan… 
 
MA / Nagîhan Akarsel
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/02/2018
09:10 Avakarê Partiya Na: Operasyona Efrînê întixara siyasî ye
09:10 Derman li dermanxaneyan nabînin
09:09 'Fatûreya her bombeyî ji bêrîka karkeran diçe'
09:09 Bi têkoşîna xwe ji bo jinan bû hêvî
09:08 'Em nikarin derkevin derve, dê tûrîst çawa bên?'
09:07 Dozger: Pêwîstî bi lêpirsîna polîsan tune
09:07 Faîl nedîtin, malbat deyndar derxistin
09:06 Masîgir hem deyndarin û hem jî li hemberî bahozê li ber xwe didin
09:06 Ji merceka Jineoloji Efrîn (2)
Bajarê ku cewher wêneyê rûyê wê ye: Efrîn
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2018'AN
21/02/2018
19:51 ‘Hêzên girêdayê Sûriyeyê dê ewlehiya sînor bigirin’
18:16 Parlamenterê HDP’ê yê berê Aktaş hat girtin
18:08 Nasnameya jina ciwan xwe şewitand diyar bû
17:42 AKP û MHP'ê daxwaza 'îtîfaqa hilbijartinê' pêşkêşî meclisê kir
17:08 Aktîvîsta mafê mirovan Geylanî hat berdan
17:07 Dozger serlêdana parêzerên Ocalan cara 732'yemîn red kir
16:34 Zîrveya Jinê ya Edalet û Wekheviyê encama civînê aşkere kir
15:52 Partiya Merkel CDU: Bila Tirkiye ji Efrînê vekişe
15:39 Li Zanîngeha Cenevreyê çalakiya Efrînê
15:36 Dozger 31 sal û nîv ceza ji Hevseroka KCD’ê Guven re xwest
15:27 DÎSK-AR: Lêkolîn rastiya çîna karkeran nişan dide
15:10 TJA girtina Ayla Akat şermezar kir
15:01 KPC-D ji UNICEF'ê xwest zarokan biparêze
14:59 ÎHD: Em dixwazin dawî li îşkenceyê bê
14:56 8 bajarên Başûr ji bo piştgiriya Efrînê dest bi çalakiyan dikin
14:39 Platforma Jinan a Axtamara hat avakirin
14:34 Dozger her tiştî wek ‘qaşo’ dît
14:33 Qedexeyên li ser zimanê dayikê hatin şermezarkirin: Ji bo çi kurdî sûc e?
14:18 KCD: Bila her malbat bibe dibistan
14:13 ‘Zimanê kurdî çima dibe sedema suc?’
14:09 Uca xwest ji bo kurdî komisyona lêkolînê ava bikin
14:08 HDP: Zimanê dayikê mafê herî bingehîn e
13:51 Gardiyenan girtiyê 57 salî derp kirin û rakirin nexweşxanê
13:41 Îdîanameya êrîşa di tunelê de li dijî emniyetê pêk hat, amade bû
13:34 Operasyona Efrînê mitînga li Eskîşehîrê da qedexekirin
13:31 DBP’yiyên hatin berdan, dîsa hatin binçavkirin
13:30 Efrîniyan: Em soz didin em ê terk nekin û biparêzin
13:16 Danişîna rojnamegerên ji 301'an tên darizandin hat dîtin
13:05 ‘Xeyala Efrînê, tenê dibe ku bi qasî xeyala nimêjkirina li Mizgefta Emewiyê rast be'
12:59 Xebatkarê Azadiya Welat a berê Kurşun hat girtin
12:13 Parlamentera HDP'ê ya berê hat girtin
11:46 Li Kanî Reşê 2 leşker mirin
11:45 Ji merceka Jineolojiyê Efrîn (1)
Bajarên jinan ên di hedefa şaristaniya dewletan de
11:44 Uca hikûmetên Elmanya û Tirkiyeyê hişyar kir: Bazara xwîna kurdan nekin
11:43 Qeyûm navê kurdan tehamul nake
11:33 Ronakbîrên cîhanê ji bo Efrînê bang kirin: Dengên xwe bilind bikin
11:06 Di bombebarana li hemberî Efrînê de welatiyekî astengdar mir
10:12 Girtiyên Xarpêtê: Li girtîgehê ruhê Esat Oktay digere
09:41 ‘Kovara Hawarê ji bo kurdî ekolek e’
09:32 Qantirên hatin binçavkirin dê serbest bên darizandin!
09:15 Gelê Hatayê: Çete li Sûriyeyê nikarin demokrasiyê ava bikin
09:12 Elewiyên ereb: Ewlehiya nasnameya me zimanê me ye
09:12 Bi hinceta 'ewlehiyê' tayîna bijîşkan asteng dikin
09:11 Pisporê ÎSG'ê: Heta niha 800 karkerên balafirgehê mirin
09:10 Kurd, Ermenî, Adige, Hemşîn, Ereb, Gurcî: Em destûr nadin ziman tune bibin
09:10 ‘Efrîn bikin amûra hilbijartinê ne exlaqiye’
09:09 Ji bo zarokên li herêmên şer atolyeya pêlîstokan vekirin
09:09 68 sal berê leşkerî kir lê dîsa ceza lê birîn
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2018'AN
00:28 Nivîskar û kedkarê Rojnameya Rya Teze Emerîkê Serdar wefat kir
20/02/2018
21:06 11 kesên li Enqereyê di bin çavan de bûn serbest berdan
20:50 Aktivîsta TJA'yê Ayla Akat hat girtin
20:39 Bekîr Kaya dîsa nehat tahliyekirin: Em dîlên vê serdemê ne
17:39 Zimanzan axivîn: Azadkirina kurdî bi yekîtiyê pêkan e
17:18 Rojnameger Ehmed Boltan hat binçavkirin
17:04 Yekîneyên Parastina Gel a Sûriyeyê derbasî Efrînê dibin
16:56 Dozger bi daxwaza girtinê Akatê sewqî dadweriyê kir
16:20 32 girtiyên li Wanê sewq kirin
16:09 Li Mûşê 5 kes hatin girtin
15:59 Qeyûm birdariya Ugur Kaymaz rakir
15:21 Hevjîna xwe ya 65 salî kuşt: Tişta bû, çû
15:20 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
15:02 Hinceta biryara beraetê ya Ozgur Gundemê: Azadiya ramanê ye
14:47 HDK û HDP li ber edliyeyê ne: Hevalên me berdin
14:21 Buldan: ‘3 saet bûn 32 roj
14:20 Parlamenter Sancar bû Wekîlê Serokê Meclîsê
14:06 31 siyasetmedar derxistin edliyê: Xebatên HDK û HDP’ê sûc dîtin
13:42 Danişîna Yuksekdag beşdar nebû taloqî 17’ê Gulanê kirin
13:41 HDP’iyên di bin çavan de derxistin edliyê
13:39 Berdevkê YPG’ê yê Efrînê: Bajarên mezin di saetekê de ketin Efrîn mehek e li ber xwe dide
13:31 Li Dîlokê 18 kes ji ber medya civakî hatin girtin
13:15 Ayla Akat Ata dê derbixin edliyê
13:04 Sendroma Efrînê zû dest pê kir
12:38 Kemalbay berdan
12:36 100 rojin di çalakiyê de ye
11:54 Li Colemêrgê 31 herêm hatin qedexekirin
11:48 Kemalbayê sewqî dozgeriyê kirin
11:48 Aktivîsta TJA'yê Gokkan: Li ser daxwaza polîsan hatim binçavkirin
11:21 Qantir binçav kirin dê sewqi dozgeriyê bikin!
11:16 A101 jî di şerê Efrînê de cih girt!
11:09 Rojnameger: Me van biryaran di serdema dikta leşkerî de jî dît
10:54 Albuma ‘Deh jin’ di 8’ê Adarê de derdikeve
10:51 Nivîskar Agcabey: Êdî Tirkiye nikare gelê Efrinê dîl bigire
10:28 Gundiyên li dijî kana keviran: Em ê li ber xwe bidin
10:27 Damezrînerê KNK’ê Toguç: Peywîra lezgîn avakirina yekîtiyê ye
10:05 Ji ber wêneyê parlementeran daliqand, 2 sal ceza ji wî dixwazin
09:29 Piştî 75 salan polîs fîlmê 'Fîqa bi kurdî' ya Musa Anter kişand!
09:27 Şanoger: Afrînerî ronahî ye
09:27 Berktay: Krîza mêrantiyê heye
09:26 Têkoşîna ji bo zimanê kurdî berdewam dike!