NAVENDA NÛÇEYAN: Li çar aliyên cîhanê ronakbîr li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê derdikevin. Ronakbîran, peyamên “Hûn jî dengên xwe bilind bikin” dan.
Li çar aliyê cîhanê bertek û nerazîbûnên li dijî êrîş û operasyonên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê berdewam dike. Gelek ronakbîr, nivîskar, dîroknas, zimanzan û serokên saziyên cûda ji rojnameya Yenî Ozgur polîtîka re axivin û nerazîbûnên xwe yên li dijî êrîşên li ser Efrînê anîn ziman û bertek nîşan dan. Dîroknas û ronakbîran peyamên hevpar dan û wiha gotin: “Bi her awayî em li dijî vê êrîşêne. Em bang li hemû kesê dikin ku ew jî dengên xwe bilind bikin.”