EFRÎN - Di bombebarana duh bi şev a li dijî navçeya Mabeta a Efrînê de, welatiyekî astengdar mir. Hat hînbûn ku navê welatiyê astengdar Eşiref Mihemed e.
Êrîşên li dijî Efrînê yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên girêdayî wî di roja 33'yan de ne. Her wiha li hemberî van êrîşan berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên bi pêşengiya YPG/YPJ'ê jî didome. TSK'ya ku di operasyonê de qet nikare bi pêş ve biçe, duh bi şev ji hewa û bejahiyê ve qadên sivîlan bombebaran kir.
Di êrîşa fuzeyî ya li hemberî Taxa Vîlat a navenda Efrînê de, 4 wesayîtên sivîlan texrîb bûn.
Her wiha duh bi şev gundê Sêwiya yê navçeya Mabeta yê Efrînê jî hat bombebarankirin û hat hînbûn ku di vê bombebaranê de welatiyê astengdar yê bi navê Eşiref Mihemed ê 47 salî miriye.