AMED – Endamên Koma Helbestê ya Amedê di şevbihêrka helbestan de bi munasebeta 21’ê Sibatê balê kişandin ser nifşên Kovara Hawarê û nivîskarên kovarê dan nasîn.
Koma Helbestê ya Amedê şêvbihêrka xwe ya helbestan dewam dike. Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Heverokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk, nivîskar û helbestvan di şevê de amade bûn. Endamên Koma Helbestê vê hefteyê jî Kovara Hawarê ya k udi 15’ê gulana 1932’an de li paytexta Sûriyeyê Şamê dest bi weşana xwe kiribû, girtin dest û li ser ekol ango nifşên wê nîqaş meşandin. Nivîs û helbestên nifşên kovarê ên Osman Sebrî, Cegerxwîn, Celadet Elî Bedîrxan û gelek ekolên din hatin danasîn.
Nivîskar û helbestvanan bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yên Cîhanê hemû nifşên Hawarê bibîr anîn û helbestên wan xwendin. Bi wesîleya rojê hemû hejmarên Hawarê k udi pirtûkekê de hatine berhevkirin li beşdarvanan hat belavkirin.
‘HAWAR EKOLEK E KURDÎ YE’
Beşdarvanan da zanîn ku kovara Hawarê di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cihekî girîng e û alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Beşdervanan diyar kir ku Hawar di wêje û mijara zimanî de bûbû ekolek û heta sala 1943'an weşana xwe berdewam kir. Beşdarvanan got ku kovara Hawarê wek kulîlkek ku ji nav lêvên zivistanê şîn bûye di warê ziman û wêjeyê de pêşiya kurdan ronî kir.