ŞERNEX - Qantirên ji aliyê Leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Qilebanê ve bi hinceta çixareya qaçax li ser wan hatiye girtin hatin binçavkirin, piştî MA nûçe çêkir, bi şert hatin berdan. Hat zanîn ku bi şertê ku heta lêpirsîna wan bi dawî nebe neyên firotin hatine berdan.
Leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Qilebanê li gundê Mêrgehê 4 qantirên C.A. desteser kirin. Xwediyê qantiran C.A. duh bertek nîşanî desteserkirina qantiran dabû û gotibû: "Leşkeran bi hinceta li ser wan çixareyên qaçax hebûn qantir binçav kirin û birin qereqolê. Piştî karê wan ê lêpirsînê qediya dê wan sewqî dozgeriyê bikin." C.A., anîbû ziman ku ji bo qantirên xwe ji qereqolê bistîne çend kes xistin navberê û bi rayedarên leşkerî re hevdîtin kirine û gotibû: "Rayedarên leşkerî diyar kirin ku niha qantir di binçavan de ne. Karê wan didome. Pişti karê wan qediya dê sewqî dozgeriya Qilebanê bikin."
PIŞTÎ MA NÛÇE ÇÊKIR HATIN BERDAN
Piştî Ajansa Mezopotamya (MA) nûçe çêkir, qantin duh teslîmî xwediyê wan kirin. Xwediyê qantiran C.A. diyar kir ku "Hêj karê lêpirsînê bi dawî nebûye. Qantir bi şertê ku heta lêpirsîna wan bi dawî nebe em wan nefiroşin berdan."
Piştî nûçe hat weşandin Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, mijar bi pirsnameyê ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî bû.