EDENE - Serokê AHAD-DER'ê Yusuf Kose, diyar kir ku tişta mirovahiyê bi heva girêdan ziman e û ev tişt got: "Ewlehiya nasnameya me zimanê me ye. Tişta ku herî zêde dewletê ditirsîne jî ev e."
Komeleya Piştgiriya Gelê Elewî yên Ereb (AHAD-DER), li Edeneyê li dijî pişaftina çandê xebatên çand û hunerê dimeşîne, ji bo çanda elewî-nûseyrî yên ereb biparêze û bi pêş bixe, têkoşînê dimeşîne. Serokê komeleyê Yusuf Kose, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, der barê polîtîkaya pişaftin û xebatên xwe yên di vê çarçoveyê de axivî. Kose da zanîn ku yek jî sedemên avakira komeleya wan, parastina ziman e û xebatên şano, ziman û hwd. jî dimeşînin.
'ZIMAN ME BI HEV VE GIRÊ DIDE’
Kose destnîşan kir ku ji bo zimanê xwe yê dayikê bi pêş bixin û biparêzin, xebateke awarte dimeşînin, herî zêde xebatên di warê zarokan de dimeşînin. Kose bi lêv kir ku ji bo zarokên wan bi çand, ziman û kevneşopiya xwe re mezin binbin, tê dikoşin û ev tişt got: "Li herêma Edeneyê zarokên elewiyên ereb ji zimanê xwe bê par mane. Di malan de bi erebî naxivin. Malbat bi hincetên wekî di zaravayan de cudahî heye, bi zarokên xwe re tirkî diaxivin. Ji ber zextên civakê, zarokên elewiyen ereb, ji zimanê xwe dûr dikevin."
Kose anî ziman ku ew wekî berdevkê gelê ku tevliheviya nasnameya serdest û bindest gelekî dijîn, vê yekê bi zelalî datînin holê; ewlehiya nasnameya me zimanê me ye. Kose bi lêv kir ku ji bo ew hebûna xwe ya di nav civaka Tirkiyeyê de bidin nîşan, tişta herî bi bandor zimanê wan e û wiha pê de çû: "Ji bo em bi erebî biaxivin û bifikirin, zimanê gelê me yê elewiyên erebî cudahiyeke gelek girîng e. Gotinên taybet ên aydê me, dema em di nava civakê de tînin ziman, em gelekî pê kêfxweş dibin. Koma meya şanoyê ya me ava kiriye, carnan di warê xemgîniyê de carna jî da warê kêfxweşiyê de alîkariyeke xurt dide me. Koma muzîkê ya AHAD-DER'ê di warê muzîkê de xebateke baş dide û bi vê rêyê em awazên çanda xwe digihînin gelê xwe. Ev kêfxweşiyeke mezin e."
‘DEWLET HERÎ ZÊDE JI VÊ RASTIYÊ DITIRSE’
Kose derbirî ku ew ê li dijî tu zext û şidetê dest ji têkoşîna ziman bernedin û wiha pê de çû: "Têkoşîna ziman gel azad dike. Ji bo wê herî zêde desthilatdar ji ziman ditirsin û ziman tune dikin. Bi hegonomyaya li ser ziman ava dikin, gelan bê war û bê nasname dihêlin. Di her serdemê de li dibistanan polîtîkaya tepisandinê û derûniyê dimeşînin."
‘TÊKOŞÎNA BI HEV RE Û BERXWEDAN GIRÎNG E’
Kose anî ziman ku divê her gel bi cewhera xwe jiyanê ava bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, zextên li ser zimanê kurdî û gelê kurd nayê qebûlkirin. Karkerên bi kurdî diaxivîn hatin lînçkirin, kesên bi kurdî stran gotin hatin binçavkirin û debkirin. Ev pêkanîn derveyê aqilan e. Ev polîtîka hevre jiyana gelan ji holê radike. Jehrkujiya vê têkoşîna bi hev re û berxwedan e."
MA / Hamdullah Kesen