Kurd, Ermenî, Adige, Hemşîn, Ereb, Gurcî: Em destûr nadin ziman tune bibin

  • rojane
  • 09:10 21 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL - Welatiyên Ermenî, Kurt, Adige, Hemşîn, Ereb û Gurcî, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê diyar kirin ku ew zextên li ser ziman qebûl nakin û dê destûr nedin zimanê wan tune bibe. 

Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), 21’ê Sibata 1999’an wekî Roja Zimanên Dayikê ya Cîhanê qebûl kir. Ji wê rojê vir ve 21’ê Sibatê bi bernameyên cur bi cur tê pîrozkirin. Di serdemên derbasbûy de UNESCO'yê der barê zimanên cîhanê de raporek aşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku li cîhanê 6 hezar ziman hene û ji van zimanan nîvê wan bi tunebûnê re bi rû ne. Di raporê de hat gotin ku li Tirkiyeyê jî 18 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne. Welatiyên Ermenî, Kurt, Adige, Hemşîn, Ereb û Gurcî, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê diyar kirin ku ew zextên li ser ziman qebûl nakin û dê destûr nedin zimanê wan tune bibe. 
 
‘RÊ LI PÊŞ AFIRANDINE DIGIRE' 
 
Welatiya Ereb Helbestvan Meryem Fehime Oruç, diyar kir ku li Tirkiye dibistanên aydî wan tune ye û got: “Em nikarin bi hêsanî bi zimanê xwe bi axivin. Ger ku mirov bi zimanê xwe nikaribe bi axive her dem xwe muhtacê kesên serdest dibîne. Polîtîkayên serdestan tê meşandin. Ji bo em ji xwe bawer bibin heta ji destê me tê em bi tirkiyek baş di aixvin. Ev jî rê li pêş bişaftinê vedike. Dil dixwaze her kes azad bi zimanê xwe yê dayikê biaxive. Di Qanûna Bingehîn de qala demokrasî, azadî û wekheviyê tê kirin. Lê di pratîkê de tiştek wisa tune ye. Çawa li ser kurdan zext heye li ser me û gelên din jî heman zext heye. Ev yek nayê qebûlkirin. Ji bo vê yekê têkoşîn pêwist e." 
 
Oruç, destnîşan kir ku ji bo perwerdehiyê û dibistanê daxwazên xwe anîne ziman û wiha got: "Ger ku mirovek nikaribe xwe bîne ziman, ew mirov ne azad e. Ez tişta herî xweş dikarim bi zimanê dayikê bînim ziman. Ez di heman demê de helbestvan im. Lê ji ber nikarim bi zimanê dayikê binivîsim, ev yek rê li ber pêşketin û afirandina min digire. 
 
'DERSÊN HILBIJARTÎ BI SÎNOR DIKIN'
 
Sazumankarê Navenda Çanda Gurcîya nû Navenda Zimanê Gurcî, Eşref Yilmaz, anî ziman ku ji avakirina Komarê heta salên 90'an zextên li ser ziman gelek bûn û wiha got: "Li gorî serdeman polîtîka li ser ziman tê guhertin. Demekê bi reklamên ‘Welatî bi tirkî bi axive" zor li welatiyan dikir ku bi tirkî biaxivin. 
Li dibistanan kesên bi kurdî û gurçî di axivîn mamosteyan ew ceza dikirin. Em ji di bin van zextan re derbas bûn. Piştî 77’an di mijara ziman de em hişyar bûn. Yên hişyar kirin û yekem kovar çap kirin di  85’an de hatin kuştin. Komeleyên hatin vekirin di bin navê Kafkasya de xebat dikirin. Bi nave komeleya Gurçiyan nedihat vekirin. Piştî di 77’an de hişyarî pêş ket, me di 2000’an de komele ava kir. Yekem car di sala 2008’an de me Komeleya Navenda Çanda  Gurçiyan ava kir. Yekem car piştî vê komeleyê me dest bi kursên xwendin û nivîsandinê kir. Piştre zimanê Gurçî li Qers û Adapazari wekî derza bijarte hat dayîn, lê ev jî bi sînor bû. Divê çavkanî bên avakirin û şert û mercên perwerdehiya ziman bê başkirin. Li ser saziyên demokratîk çawa zext hebe li ser me jî heman zext heye." 
 
Yilmaz, anî ziman ku tevê hemû zextan xebatên xwe yên li ser ziman didomînin û wiha got: "Li Stenbolê pirtûkxaneya me ya Gurcî heye. Me pirtûkxane û kurs vekirine, lê bi qasî em dixwazin daxwaza ziman kêm e." 
 
'POLÎTÎKAYÊN NEYÎNÎ PÊŞ DIXIN' 
 
Welatiyê Hemşînî Hikmet Akçiçek ku demek dirêj li ser çand û zimanê hemşînî lêkolîn kiriye jî, bi minasebeta rojê li ser astengî zextên li ser ziman axivî û wiha got: 'Hemşînî bêtir li gund û bajarokan tê axaftin. Di demên borî de li welatiyan ferz dikirin ku bi tirkî bi axivin. Niha ev zêde tune ye. Lê Tirkiye polîtîkayên ku zimanê din bibîne u wan pêş bixe ava nake. Polîtîkayên neyînî pêş dixe. Li gorî wê zagonan ava nake." 
 
‘HEMŞÎNÎ BI TUNEBÛNÊ RE RÛ BI RÛYE'
 
Akçiçek, anî ziman ku Hemşînî bi tunebûnê re rû bi rû ye û wiha got: “Li her derê Tirkî heye. Televîzyon, dibistan û li her qadê jiyane tikî ye. Malbat wekî berê bi Hemşînî naaxivin. Tirkî serdest e. Ji ber vê yekê zarok bêtir bi Tirkî diaxivin. Berê dijberî vê yekê bû. zarokan berê hemşîni diaxivin û piştre fêrî tirkî dibûn, lê niha ne wisaye. Li dibistanan dersên Heşmînî tune ye. Em li ser wate û girîngiya ziman bi mirovan re di axivin. Em dixwazin hemû mirov li zimanê zikmakî xwedî derkevin û bi derfet û hewldanên xwe zimanê xwe fêr bibin û pêş bixin. Divê her kes bi xwe herwerdehiya xwe pêş bixin. 
 
‘TENE 16 DIBISTAN MAN'
 
Welatiya Ermenî û nivîskar Sevan Degirmenciyan, jî diyar kir ku Ermenîkî li gori ziman bêtir bi şens e û wiha got: “Berî her tiştî ermenîkî bi awayekî fermî wekî zimanê kêmaran hat qebûlkirin. Niha 16 dibistanê wê hene. Weşanxaneyên wê yên çapemeniyê ku bi ermenî weşanê dikin hene. Lê ev têr nake dîsa gelek kêmasî û astengî hene. Divê ermenî zimanê rojane yê jiyanê be. Pirsgirêka me ya herî mezin ev e. Ciwan ne di ferqê de ne ku Ermenîkî xwedî çandek gelek dewlemend e. Heta 100 sal berê li Stenbolê 40 dibistanên Ermenîkî hebûn. Lê niha tenê 16 dibistanên Ermenîkî hene. Ji ber vê yekê divê ciwan li dibistanên xwe û zimanê xwe xwedî derkevin." 
 
‘BERÎ EM WINDA BIKIN EM QÎMETA WÊ ZANIBIN
 
Degirmenciyan, anî ziman ku li Zanîngehan beşa ziman û wêjeya ermenîkî pir ne pêş ketiye û mamosteyên xwedî brajansên ermenîkî nikarin têkevin dersan û wiha got: "Em ji pirtîkên salên 1960’an perwerdehiyê didin. Divê berî em winda bikin em qîmeta wê zanibin."
 
‘KAMPANYA MUXATABÊN XWE NABÎNIN' 
 
Welatiyê Adige Çurmit Sebahattin jî anî ziman ku ji berê de li ser zimanê Adigeyî zext hene û wiha got: "Dibe ku niha bi awayî fermî zext tune bin. Lê pirsgirêk gelek in. Li Qeyserî, Duzce û Tokatê polên perwerdehiyê hatin avakirin. Ders wekî formalîte tên dayîn. Hefteyê 2 saet dest tên dayîn. Ji bo polek bê vekirin divê 10 kes hebin. Ev jî gele caran ne pêkan e. Daxwaza ku bi Çerkezî û Adigeyî radyo u televîzyon bê vekirin heye, lê dewlet vê daxwazê nabîne. Muxatah heta niha tune ye."
 
‘DIVÊ MALBAT FÊRÎ ZAROKÊN XWE BIKIN'
 
Welatiyê Adigeyî Seda Berzeg jî anî ziman ku ew Adigeyî nizane û wiha got: “Dayik û bavê min, pîr û kalê min bi Adigeyî zanîbûn. Ez di nava wan de mezin bûm. Lê zimanê dayikê fêrî min nekirin. Bawer dikim ku zextên berê liser wan gelek zêde bû û ji ber vê yekê fêrî min nekirin. Malbatên ku bi zimanê Adigeyî zanibin divê teqez ferî zarokên xwe bikin."
 
‘EM DÊ TEKOŞÎNA JIYANDINA ZIMAN PÊŞ BIXIN'
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratik a Eyupê ku zimanê wî kirmanckî ye Îmam Balsever jî ani ziman ku wan bi minasibeta rojê bernameyek pêk anî û wiha got: "Zimanzan di nava me de hebûn. Bi zinanên cuda pêşkêşî hatin kirin. Gelek ziman dikarin bi ziman û baweriyên xwe bi hevre bijîn. Kes kesî wêde nake. Lê hêzên sermayedar û serdest ziman tune kirin û her tişt kirin yek. Bi vê yekê re ziman jî qedexe kirin. Em êdî nikarin li salonên dadgehan bi zimanê xwe xwe biparêzin. Em nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û Em nikarin bi zimanê xwe çanda xwe bijîn. Zimanê men û çanda me bi tunebûnê re rû bi rû ye. Em destûr nadin ku zimanê me yê Kirmanckî  tune bibe. Emê têkoşîna ji bo zimanê xwe û zimanên din û baweriyên din berdewam bikin:B" 
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

22/02/2018
09:10 Avakarê Partiya Na: Operasyona Efrînê întixara siyasî ye
09:10 Derman li dermanxaneyan nabînin
09:09 'Fatûreya her bombeyî ji bêrîka karkeran diçe'
09:09 Bi têkoşîna xwe ji bo jinan bû hêvî
09:08 'Em nikarin derkevin derve, dê tûrîst çawa bên?'
09:07 Dozger: Pêwîstî bi lêpirsîna polîsan tune
09:07 Faîl nedîtin, malbat deyndar derxistin
09:06 Masîgir hem deyndarin û hem jî li hemberî bahozê li ber xwe didin
09:06 Ji merceka Jineoloji Efrîn (2)
Bajarê ku cewher wêneyê rûyê wê ye: Efrîn
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2018'AN
21/02/2018
19:51 ‘Hêzên girêdayê Sûriyeyê dê ewlehiya sînor bigirin’
18:16 Parlamenterê HDP’ê yê berê Aktaş hat girtin
18:08 Nasnameya jina ciwan xwe şewitand diyar bû
17:42 AKP û MHP'ê daxwaza 'îtîfaqa hilbijartinê' pêşkêşî meclisê kir
17:08 Aktîvîsta mafê mirovan Geylanî hat berdan
17:07 Dozger serlêdana parêzerên Ocalan cara 732'yemîn red kir
16:34 Zîrveya Jinê ya Edalet û Wekheviyê encama civînê aşkere kir
15:52 Partiya Merkel CDU: Bila Tirkiye ji Efrînê vekişe
15:39 Li Zanîngeha Cenevreyê çalakiya Efrînê
15:36 Dozger 31 sal û nîv ceza ji Hevseroka KCD’ê Guven re xwest
15:27 DÎSK-AR: Lêkolîn rastiya çîna karkeran nişan dide
15:10 TJA girtina Ayla Akat şermezar kir
15:01 KPC-D ji UNICEF'ê xwest zarokan biparêze
14:59 ÎHD: Em dixwazin dawî li îşkenceyê bê
14:56 8 bajarên Başûr ji bo piştgiriya Efrînê dest bi çalakiyan dikin
14:39 Platforma Jinan a Axtamara hat avakirin
14:34 Dozger her tiştî wek ‘qaşo’ dît
14:33 Qedexeyên li ser zimanê dayikê hatin şermezarkirin: Ji bo çi kurdî sûc e?
14:18 KCD: Bila her malbat bibe dibistan
14:13 ‘Zimanê kurdî çima dibe sedema suc?’
14:09 Uca xwest ji bo kurdî komisyona lêkolînê ava bikin
14:08 HDP: Zimanê dayikê mafê herî bingehîn e
13:51 Gardiyenan girtiyê 57 salî derp kirin û rakirin nexweşxanê
13:41 Îdîanameya êrîşa di tunelê de li dijî emniyetê pêk hat, amade bû
13:34 Operasyona Efrînê mitînga li Eskîşehîrê da qedexekirin
13:31 DBP’yiyên hatin berdan, dîsa hatin binçavkirin
13:30 Efrîniyan: Em soz didin em ê terk nekin û biparêzin
13:16 Danişîna rojnamegerên ji 301'an tên darizandin hat dîtin
13:05 ‘Xeyala Efrînê, tenê dibe ku bi qasî xeyala nimêjkirina li Mizgefta Emewiyê rast be'
12:59 Xebatkarê Azadiya Welat a berê Kurşun hat girtin
12:13 Parlamentera HDP'ê ya berê hat girtin
11:46 Li Kanî Reşê 2 leşker mirin
11:45 Ji merceka Jineolojiyê Efrîn (1)
Bajarên jinan ên di hedefa şaristaniya dewletan de
11:44 Uca hikûmetên Elmanya û Tirkiyeyê hişyar kir: Bazara xwîna kurdan nekin
11:43 Qeyûm navê kurdan tehamul nake
11:33 Ronakbîrên cîhanê ji bo Efrînê bang kirin: Dengên xwe bilind bikin
11:06 Di bombebarana li hemberî Efrînê de welatiyekî astengdar mir
10:12 Girtiyên Xarpêtê: Li girtîgehê ruhê Esat Oktay digere
09:41 ‘Kovara Hawarê ji bo kurdî ekolek e’
09:32 Qantirên hatin binçavkirin dê serbest bên darizandin!
09:15 Gelê Hatayê: Çete li Sûriyeyê nikarin demokrasiyê ava bikin
09:12 Elewiyên ereb: Ewlehiya nasnameya me zimanê me ye
09:12 Bi hinceta 'ewlehiyê' tayîna bijîşkan asteng dikin
09:11 Pisporê ÎSG'ê: Heta niha 800 karkerên balafirgehê mirin
09:10 Kurd, Ermenî, Adige, Hemşîn, Ereb, Gurcî: Em destûr nadin ziman tune bibin
09:10 ‘Efrîn bikin amûra hilbijartinê ne exlaqiye’
09:09 Ji bo zarokên li herêmên şer atolyeya pêlîstokan vekirin
09:09 68 sal berê leşkerî kir lê dîsa ceza lê birîn
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2018'AN
00:28 Nivîskar û kedkarê Rojnameya Rya Teze Emerîkê Serdar wefat kir
20/02/2018
21:06 11 kesên li Enqereyê di bin çavan de bûn serbest berdan
20:50 Aktivîsta TJA'yê Ayla Akat hat girtin
20:39 Bekîr Kaya dîsa nehat tahliyekirin: Em dîlên vê serdemê ne
17:39 Zimanzan axivîn: Azadkirina kurdî bi yekîtiyê pêkan e
17:18 Rojnameger Ehmed Boltan hat binçavkirin
17:04 Yekîneyên Parastina Gel a Sûriyeyê derbasî Efrînê dibin
16:56 Dozger bi daxwaza girtinê Akatê sewqî dadweriyê kir
16:20 32 girtiyên li Wanê sewq kirin
16:09 Li Mûşê 5 kes hatin girtin
15:59 Qeyûm birdariya Ugur Kaymaz rakir
15:21 Hevjîna xwe ya 65 salî kuşt: Tişta bû, çû
15:20 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
15:02 Hinceta biryara beraetê ya Ozgur Gundemê: Azadiya ramanê ye
14:47 HDK û HDP li ber edliyeyê ne: Hevalên me berdin
14:21 Buldan: ‘3 saet bûn 32 roj
14:20 Parlamenter Sancar bû Wekîlê Serokê Meclîsê
14:06 31 siyasetmedar derxistin edliyê: Xebatên HDK û HDP’ê sûc dîtin
13:42 Danişîna Yuksekdag beşdar nebû taloqî 17’ê Gulanê kirin
13:41 HDP’iyên di bin çavan de derxistin edliyê
13:39 Berdevkê YPG’ê yê Efrînê: Bajarên mezin di saetekê de ketin Efrîn mehek e li ber xwe dide
13:31 Li Dîlokê 18 kes ji ber medya civakî hatin girtin
13:15 Ayla Akat Ata dê derbixin edliyê
13:04 Sendroma Efrînê zû dest pê kir
12:38 Kemalbay berdan
12:36 100 rojin di çalakiyê de ye
11:54 Li Colemêrgê 31 herêm hatin qedexekirin
11:48 Kemalbayê sewqî dozgeriyê kirin
11:48 Aktivîsta TJA'yê Gokkan: Li ser daxwaza polîsan hatim binçavkirin
11:21 Qantir binçav kirin dê sewqi dozgeriyê bikin!
11:16 A101 jî di şerê Efrînê de cih girt!
11:09 Rojnameger: Me van biryaran di serdema dikta leşkerî de jî dît
10:54 Albuma ‘Deh jin’ di 8’ê Adarê de derdikeve
10:51 Nivîskar Agcabey: Êdî Tirkiye nikare gelê Efrinê dîl bigire
10:28 Gundiyên li dijî kana keviran: Em ê li ber xwe bidin
10:27 Damezrînerê KNK’ê Toguç: Peywîra lezgîn avakirina yekîtiyê ye
10:05 Ji ber wêneyê parlementeran daliqand, 2 sal ceza ji wî dixwazin
09:29 Piştî 75 salan polîs fîlmê 'Fîqa bi kurdî' ya Musa Anter kişand!
09:27 Şanoger: Afrînerî ronahî ye
09:27 Berktay: Krîza mêrantiyê heye
09:26 Têkoşîna ji bo zimanê kurdî berdewam dike!