ÊLIH - Welatiyê 88 salî Memet Aydin yê di navbera salên 1950-1953'yan leşkerî kir, bi hinceta “qaçax e' 21 hezar û 519 TL cezayê pereyan lê birîn.
Li Êlihê welatiyê 88 salî Memet Aydin, ku 3 salan leşkerî kiribû, Qeymeqamê Misircê bi sedema ku "qaçaxê leşkeriyê ye" 21 hezar û 519 TL cezayê pereyan lê birî. Memet Aydin ê di 4'ê Gulana 1930'an de ji dayik bû û di navbera 1950-1953'an de di serdema Herba Kore de li Boluka Duyemîn a Îstîhkam a Navendî ya Amedê leşkerî kir, bi îdîaya "qaçaxê leşxkeriyê ye" rastî ceza hat. Piştî Aydin, rastî cezayê pereyan hat, parêzeren wî cezayê lê hatiye birîn îtîraz kirin. Piştî parêzeran bi daxwaznameyekê îtîraz kir, Qeymeqamiyê diyar kir ku dibe ji ber tevliheviya nifûsê ev şaşî çêbûbê.
'BI DÎKEKÎ PAŞNAV GUHERT'
Li gorî pîvan û isûlê diviya bû berê teblîgat ji Aydin re bişandina û ji bo leşkeriyê bangî wî hatiba kirin, lê beriya teblîgatê jêre bişînin raste rast cezayê pereyan lê birî. Aydin ê li Mêrdînê ji dayik bûye di salên 1982'an de koçî Misircê ya Sêrtê kiribû û navê wî di qeyda Nifûsa Misircê de wekî "Mehmet" derbas dibe. Memet ku paşnavê wî demekê "Bulut" derbas dikin, piştî demek din bi serlêdanekê dike "Aydin". Memet Aydin, bertek nîşanî vê rewşê da û got: "Min leşkeriya xwe di serdema Herba Koreyê de kir. Wê demê nayê bîra min ku paşnavê min çibû. Ez 88 salî me û gelek tişt nayê bira min. Tê bîra min ku li Bismilê lehî rabûbû. Li wir hesp mirar bûbûn û me ew binax kiribûn. Wê demê mirov bi hêsani dikarîbû paşnavê xwe biguhertiya. Dema me dîkek dida midûrê Nifûsê me dikarîbû paşnavê xwe biguhertiya. "
Aydin, anî ziman ku demek dirêj e ji hevalên xwe yên leşkeriyê qut bûye û niha nizane kî dijî û kî najî û wiha bi dawî kir: "Niha ez 88 salî me û di vî temenî de dîsa bang min dikin ku ez biçim leşkeriyê. Ez niha bi doşekê ve girêdayî me. Navê min Memet e, lê demekê wekî Mehmet derbasî qeydan bûye. Min piştnavê xwe yê Bulut kir Aydin û derbasî qeydan kir. Di qeydan de 'Mehmet Bulut', 'Memet Bulut', 'Mehmet Aydın' û 'Memet Aydin' derbas dibe. Ger ku li Qeydan bê nerîn dê bê dîtin ku min leşkerî kiriye. Di destê min de evraq tune ye. Di ser de 60 sal derbas bûn. Piştî ew qas sal ez dê çawa wan ewrawan biparêzim. Ez dixwazin rayedar vî cezayî rakin."
MA / Metîn Yoksu